Hevpeyvîna Bêrîvan Saruhanê ligel Berxwedan Yaruk

Hevpeyvîna Bêrîvan Saruhanê ligel Berxwedan Yaruk

Penaberî

Belê belê. Ez tarza xwe ya li ser mirovên qedexekirî didomînim û bi yekî re ku hatina wî ya welat qedexe ye sohbetek xweş dikim. Berxwedan Yaruk wek ku hûn zanin an belku jî hûn nizanin, wê çaxê em bi we bidin naskirin. Rojnamevanek ji ber bûyerên awarte ku bêguman tê serê gelek ciwanên kurd niha li Swêdê dijî û ji ber cezeya xwe ya girtinê nikare vegere welat. Tabî hûnê niha bêjin Bêrîvanê malwêranê, li Swêdê ye ka te çawa hevpeyvînek bi wî re kir. Ez jî dibêjim ku mala teknolojiyê ava be. Mirovek rûken, dilnizm û her wiha welatparêzek ku bi hêviya vegera welatê xwe li ser piyan dimîne. Temam temam netirsin ewqas dûdirêj nakim û derbasî pirsan dibim.

 

Berxwedan Yaruk kî ye? Tu dikarî xwe hinek bidî naskirin?

Ez Farqînî me. Di malbatek welatparêz de mezin bûm lê ji Kurdistanê dûr. Ango li bajarekî weke Mersîn zêdetir di nav gelê tirk de bi kurdî mezin bûm. Tirkî di mal de nîn bû. Lewma meriv dikare bêje Berxwedan di bajarek tirk de zarokek kurd bû. Helbet hemû zehmetiyê vê pêvajoyê jî kişand. Di 2006an de ji Zanîngeha Çukurovayê ji beşa îktîsata bi îngîlizî hatim avêtin. Demek kurt. Jixwe qet nediçûm zanîngehê jî. Ji ber xebatên tevgera ciwanan em hatin avêtin. Ev jî bû sedema ku ez vegerim welat. Ji Tirkiyê min xwe qut kir û vegeriyam Kurdistanê. Piştî ji zanîngehê jî hatim avêtin tevlî xebatên tevgera azadiyê bûm.

Sedema ji çûyîna te yî welat kêm zêde mirov dizane. Lê tu jî dikarî bi hûrgilî behsa wê pêvajoyê bikî?

Jixwe zanîngeh, têkiliyên şexsî yên rojane, têkiliyên hestiyarî, têkiliyên malbatî ji min re pir teng dihat, ez têr nedikirim. Ew kelecan û lêgerîna min a jiyanî her dem didome lewma dema ku ji zanîngeh hatim avêtin min vêya weke peyamek xwezayê ji xwe re wergirt û min got temam êdî tu azad î û dest pê bike. Vegeriyam Amedê. Pêşî min welat nas kir, gel naskir, nêzî zarokan, nêzî dayikan bûm. Piştre kelecana min jî her ku çû mezin bû. Dema ku kelecana min mezin bû hewcedayîna zêdetir ked dayîn jî pêk hat. Lewma min xwast weke profesyonel tevlî xebata gelê kurd bibim. Tevgera Ciwanên Kurd re ketim têkiliyê. Wek ciwanek kurd. Nozdeh salî bûm. Wan jî got ku keremke were.

Tu niha li wir bi çi karî mijûl dibî? Rojnamevantiyê didomînî an di dezgeh û komeleyên kurdî de xebatê dimeşînî?

Wek kronolojî ez wiha ji te re beş beş bêjim. Bê detay. Destpêk nozdeh salî di navçeyên Amedê de û taxên bajarê Kurdistanê de ez tenê wek ciwanek bajar bajar digeriyam û min kovar belav dikir, min gel nas dikir. Piştre wek rojnamevan bi çapemeniya kurd re min dest bi xebatê kir. Li ajansa DİHA’yê de girêdayî beşa kurdî de min xebat meşand. Ew min kir rojnamevan li gor me. Piştre çûm Stenbolê kovara ”Demokratik Modernite” de min xebat meşand. Dîsa wek rojnamevan. Di wê demê de aliyek min ji rojnamevanên rojava yê tirkî re wek Radîkal min nivîs nivîsand. Xeta me de jî edîtoriya kurdî min dikir. Ev pêvajoya rojnamevantiyê bû. Dema rojnamevan bûm 2011an de hatim girtin jixwe felan bêvan. Dema ku hatim Awrupayê jî nakevim detayên xebatên polîtîk ên welat. Piştî ku min ceza jî girt. Nivîskarên Swêdê dibêjin ”Swêd PEN”. Cluba PEN ji min re dawetmendiyek şand. Gotin keremke were Swêd ji ber ku rîskên te hene. Em pêvajoya te li vir temaşe bikin. Di vê demê de tu jî li vir be û em piştgirî bidin projeyên te. Projeyên min çi bûn li ser çi esasê hatim. Loriyên kurdî min kom dikir. Ji Sowyetan bigre yanî ê ku Sowyet bandor lê kiriye ji wir bigre heta Ermenîstanê, heta Kurdistana Rojhilat û Başûr. Di wan deran de min dest pê dikir û loriyên kurdî kom dikir hem wek deng, hem wek dîmen.

-Niha di çi astê de ye?

Niha qediya. Wê bibe pirtûk û wê bibe kurtefîlm. Min jî qebûl kir, min piştgiriya wan girt û hatim Swêd. Min îltîca kir. Mehek li vir mam. Dadgeha min a Tirkiyê di vê demê de bi dawî bû. Ceze teqez bû nikarîbûm vegeriyama êdî. Diyar bû ku ez li vir mayînde me demek di kampê de mam piştre min odeyek piçûk ji xwe re girt û min xebata xwe ya loriyê domand. Çûm Ermenîstanê, çûm Rojavayê, çûm Rojhilat. Li vir Swêd pasaportek da min ji bilî Tirkî karîbûm biçim her cihî. Û min lorî kom kirin. Girêdayî PEN jî min xebatên wan î Kurdistanê û Tirkiyê meşand. Ziman zû hîn bûm, hema hema di şeş mehan de. Niha çi dikim? Niha ev saleke jî min zanîngeh li vir qedand. Min li vir sînema xwend. Li gor perspektîfa ”Îngmar Bergman” sînema. Sal û nîvek. Li vir ne wisa 4 sal e. Bûm pisporê tenê wî mijarî. Ji bilî wê ji kovarên Tirkî û Swêd re jî nivîs dişand. Wek ku tu zanî li Tirkiyê Ot, Fîl, Peynîraltı hene. Li Awrupa jî çend tiştên dinê. Aliyek din min xebatên wêje û ziman de dema ku panel û semîner pêk were di wan waran de ez alîkar bûm ji hevalan re. Aliyek din jî min pirtûka xwe dinivîsand. Niha ew ê jî du heftên dinê biweşe li Tirkiyê. Ev hêla min jiyana rojane wek xwe pêş bixim. Xeta din de jî, di xebatên gel de jî ev saleke Rojava tu zanî niha li cîhanê populer e. Ji ber wê hinek bi germahî nêzîk dibin ji mijarên Rojavayê re. Me jî xwest vê yekê hinek bi kar bînin. Li Rojava pênc welatên li cîhanê wek konsolosî bingeha sefaret xwestin amade bikin. Pênc welatan wek pîlot diyar kirin. Yek ji wan jî Îskandinavya yanî Swêd bû. Ez jî di wê komê de bûm. Em çar kes ev salek ”Bingeha Sefaretiya Rojavayê Kurdistanê” lê niha navê wê ”Federasyona Bakûrê Suriyê” ye mixabin. Demekê em ê vî navî bi kar bînin ji bo pêvajoyê. Ez jî bûm nûner. Nûnerê Rojava ya Swêd. Li gor wê jî em çûn Rojava hatin û me xebatên wê meşand.

Ewil koça we yî Farqînê ber bi Mersînê piştre koça te yî Swêdê. Gelo em dikarin bêjin tu penaberek î? Li gor te, li gor tarîfa te koçberî çi ye, tu dikarî bi çend hevokên wek ku ji dilê te tê vebêjî?

Koçberî ew e ku cihek te hebe û tu ji wir werî barkirin. Niha em wek kurd herî talî kengî warek me çêbû. Nayê hişê min, nayê hişê bavê min, nayê hişê kalkê min. War jixwe nîne. Dema ku war nîn be. Dema ku cihek ”ber” nîn be mirov nikare koç bike. Cih, war û berê me tune jixwe. Demek dirêj jî min xwe wek koçber hîs nekir. Min xwe wek gerok bi nav dikir. Li Mersînê jî min xwe wek koçber hîs nedikir. Tenê min xwe wek zimannezan hîs dikir ji ber ku tirkî nizanîbûm. Ew asteng bû. Lê ew jî hîsek çawa. Niha tu biçî Fînlandiya û tu bi fînî nizanibî. Em gelek anarşîst in birastî. Ne cî, ne war, ne mal, tu tiştek nîne. Di vî warî de hestek wisa kûr û arabesk qet çênebû bi min re. Lewma nikarim wek koçber an penaber xwe bi nav bikim. Dikarim wek gerok xwe bi nav bikim. Zehmetiyek çawa ye, tu zanî. Ez nikarim vegerim ew diêşîne. Ji ber ku şansê min î vegera Kurdistanê an Tirkiyê tune ew diêşîne. Ew psîkolojiyek nû ava dike. Mirov dikare li ser wê hinek bisekine. Ew hestên arabesk ava dike, car caran Ciwan Haco guhdar dikim û li ber xwe dikevim.

Tu mirovekî populer î. Ango em karin te têxin wê çarçoveyê. Vêya ne ji ber ku popularîte tiştek xerab e an ji xerabiyê re xizmet dike ez dibêjim. Bi xwesteka te an ji derveyî xwesteka te populeriteyeke te derketiye holê. Tu car caran ji vê girseyê aciz dibî an na?

Birastî min nizanîbû ku girseyeke bi vî rengî heye. Ji ber ku medya civakî nîşangera hin tiştan nîne û dem kurt in. Dema ku min dît ew kesên ku dişopînin mayînde ne, pêşî min wê meraq dikir gelo çima? Dema ku bi xwe re wext derbas dikim pir kêfxweş nînim. Ez xwe nas dikim ku kesayetekî wisa pir bireng kesayetek wisa bicoş û bi parvekirin nînim. Çend tişt hene di serê min de ji zarokatî heta niha. Dinivîsînim û lewma lazim e ku tenê bijîm û polîtîkaya di wir de jî tenê acitasyon e, zêde ne samîmî ye ji ber wê ji xwe aciz im hinek. Min fêm nedikir, gelo çima? Dema min dinivîsand di kovaran, di çend cihan de û dema ku ew kesên ku dişopînin ji ser wan nivîsan li min vegeriyan pir kêfa min hat. Demek pir dirêj e ez tenê me bi her awayî. Bê malbat im, bê evîn im, bê welat im. Tiştek nîne. Birastî hinek behna min derket. Ango ev nasîna min û ew vegera wan î ji min re rihiyeta tenêbûna min qedand. Lê wekî din populerî felan… Populerî sîmulasyon e tu dizanî. Tiştek wisa heqîqî an bingeha wê heye nîne. Tiştek nişan didî û tu wî tiştî wisa dibriqînî û peşkeş dikî heta ku ew dibiriqe an jî xwanê ye xweş tê lê ew biriqandin ji holê rabe êdî nayê xwanêkirin. Lewma ew populîzm ewkek neyînî dide hîskirin. Dem dem ez tiştek parve dikim bi kelecanek mezin dehan peyam tên, tiştek ecêb û ez şaş dibim. Yanî ev çima wisa bû. Û ez wê deqê fêm dikim ku ew wêneya ku te ava kiriye bi awayek din tê xuyakirin û ew kes jê kelecanê hîs dikin ji ber ku demek kurt dibiriqe û dixwazin bibin xwediyê wî tiştî. Û dixwazin wê biqedînin birastî ne ku tevlî wê tiştê bibin, ne ku tevlî min, ne ku tevlî nivîsên min, an ne ku tevlî jan û hestên min tevlî wê jiyanê bibin, bi heqîqeta wê jiyanê. Na! Wêneyê wê jiyanê niha populer e îroj wek Rojava. Wêneyek niha îroj ez tê de me mînak; ”Di kovarên tirkî de dinivîsî wek kurdekî, navê te Berxwedan e, lê kemalîst e tu jixwe…” Yanî tu zanî sîmulasyonek e û ev sîmulasyon ji wan re pir romantîk tê. Ecêb tê. Lê karim bêjim ku tenê dixwazin wî biqedînin ne ku dixwazin tevlî wê jiyanê bibin. An jî kerem kin werin…

Wek ku tu jî dizanî min hin nivîsen te yî di çend kovarên tirkî de çap bûne wergerandibû kurdî. Tiştê ku min di wan nivîsan de dît tu ji kevneşopiya xwe dûr neketiyî û di nava bîranînan de dijî. Mirov kare bêje gelo Berxwedan Yaruk di paşerojê de maye (ango, di rojên buhurî da maye)?

Birastî ji ber ku hinek aliyên min î melankolik jî heye car caran dibêjim te temenê xwe yî vê jiyanê tije kiriye. Tu tiştek tu hîs dikî nîne. Car caran dikevim wê psîkolojiyê jî. Tiştê ku niha min li ser piyan digire paşeroj e, rast e. Çîrokên min î zarokatiyê, çîrokên ku malbata min jiyaye û çîrokên ku min xwestiye tevlî wê bibim. Lê demek dirêj çîrokek min nû tune. Demek dirêj çîrokeka min a heqîqî û rast tune. Tiştên rojane û tiştên qels lewma paşeroja min bi hêztir e û min hinek xwe avêtiye ser paşeroja xwe û min wê himbêz kiriye ji bo ku karibim xwe di jiyan de bigirim.

Di nivîsa xwe ya ”Çîroka Wêneyekî” de te behsa hevalên xwe Şervan, Ferîde û Mehmed kiribû. Heke ew hevalên te zindî bûna û niha li hember te bûna teyê ji wan re çi bigota? Ango niha ne Bêrîvan, lê Ferîde li hember te bûya hevoka te ya yekemîn wê çi bûya?

Min ê lêborîna xwe ji te bixwesta. Niha ger ba Ferîde bûma destpêkê de ez ê bigriyama û piştre lêborîna xwe ji te bixwesta, ku tu min efû bikî. Ji ber ku me bi hev re dest bi vê çîrokê kiribû. Di heman polê de, di heman perwerdeyê de, di heman kelecan, di heman xeyalê de em bi hev re bûn. Di heman bajarî de, di avakirina jiyana nû de bi heman baweriyê… Lê dema ku ew heval hîn di jiyanê de bûn ez qetiyam û hatim vê derê. Lewma ev bijartin wek êş her dem wê di dilê min de bimîne. Dema ku li wê jiyanê, li wê wêneyê dinerim, ew hevalên min niha di jiyanê de bûna belê min ê lêborîna xwe ji wan bixwesta.

Pirtûka an pirtûkên ku herî zêde tu jê hez dikî an di bin bandora wan de mayî heye? Hebe kîjan e?

Di wêjeya tirkî de Hasan Alî Toptaş. Dema ku ez Hasan Alî dixwînim ez di nav kuçeyeke kevin de dimeşim. Kuçeyek kevin, kuçeyek ku dema ku tu li milê çepê dinerî di şaneşînek de du mirov hene, dema tu li milê rastê dinerî ji şaneşînek din xaliyek tê xwarê û behna xwarinên dayikan tê. Û xwedî dikanan silav didine hev, her dem di paşt de muzîkek lê dikeve. Dema ez Hasan Alî dixwînim birastî ez dest bi gerek dikim di nav jiyana kevin de û pir kêfxweş dibim.

Di edebiyata kurdî de jî Melayê Cizîrî. Dîwana Melayê Cizîrî di malbata me de her dem hebû. Ji ber ku kalê min jî mirov dikare bêje bi wêjeyê re elaqeder e. Dema ez Melayê Cizîrî jî dixwînim xwîna min a kurdî dikele. Her çiqas navê min Berxwedan be bi kurdî be û her çiqas bi kurdî biaxifim bi kurdî bijîm jî ji ber ku me destpêkê de gotibû war nîne, al nîne, cih nînê, têkîlî nîne ew hestên te jî di nava demê de kurt dibe, kurt dibe, kêm dibe û tu dûr dikevî û xwe ji bîr dikî. Dema ez Melayê Cizîrî dixwînim ev tên hişê min.

Piçek jî siyaset ew qas edebiyat bes eJ

Herî talî referanduma ku li Başûr çêbû û piştî wê jî ketina Kerkukê. Derheqê wê de tu çi difikirî. Ew nerîn bi kurdan re heye. Bila Kurdistan be bila ji heriyê be ferq nake. Lê tu çi difikirî?

Ez vekirî bejim. Her ku çiqas ez xwe wek welatparêz bi nav bikim û ji bo gelê kurd statuyek bixwazim jî Kurdistanek ku bişibe Tirkiyê, Kurdistanek ku bişibe Iraq, Kurdistanek ku bişibe dagirkerên me wê tu wateyek wê ji bo min tune be. Di nav Kurdistanê naverok Tirkiye be, di nav Kurdistanê naverok Amerika be, di nav Kurdistanê naverok dagirkerî be wê bibe sedem ku êdî em li dijî Kurdistanê têbikoşin. Lewma rewşa ku Başûr tê de bû dema referandumê de jî min dixwast ku demek rast û piştî kongreya navneteweyî ya kurdan bi hev re biryar bidin û nîqaş bikin. Rewşa Başûr niha mirov dikare bêje ne demokratîk e. Du sal e parlemento girtiye û Kekê Mesûd zêde derfet nade ku hin nîqaş were kirin û Kurdistan di nav xwe de kirine du beş. Di nav xwe de dixwazin parve bikin. Lewma min dixwest ku hemû partî û rêxistin û şexsiyetên biqîmet bighêjin hev. Nîqaş bikin. Pirsên di nava xwe de çareşer bikin û bi hev re referandûmek ava bikin. Di vir de du tişt dikarîbû ji bo pêşî lê bigre. Ya yekem, midaxalêyên dagirkeran an midaxeleyên hêzên derve nikaribin êrîşî me bikin ji ber ku yêkîtî dê hebûna. Ya duyem jî wê biba sedem ku pêşerojê de demokrasî pêş keve di nav kurdan de. Ji ber ku kurd ji nava demokrasiyê tên. Ji dilê demokrasiyê tên wek dîrok. Ji dilê demokrasiyê tên lê ketine nav dilê dagirkerî û nexweşiyan lewma mirov karibe ewil ev nexweşî çareser bike. Ji ber van yekan ev referandûma Başûr di hêla dem de bi pirsgirêk bû di encam de jî pirsgirêk bi vî rengî domiya.

Bi nerîna te li her çar perçeyên Kurdistanê de lazim e ku siyasetek çawa bidome?

Niha li çar perçeyên Kurdistanê sê xet hene. Û ev sê xet jî dikare di hin qadan de bighêjin hev. Dikare! Cuda bûn çi ye? Cuda bûn yek qadek dewlet dixwaze yek qadek li dijî dewletê ye. Nîqaşa vê yekê ger ku were kirin dikarin çareseriyek dem kurt. Ji ber ku şer li dijî me disekine. Dikare şer bisekinîne ev têkildarî. Demek dirêj de jî dikare her kurdeke weke gelên dinê di taxên xwe de li gor bîr û baweriyên xwe komîna xwe ava bike. Em ne mecbur in bibin dewlet. Em ne mecbur in şer bikin, sînorek ava bikin piştre bibin Kurdistan. Na… Lê lazim e ku em bighêjin hev. Lazim e ku di mejiyê me de ew sînor rabin. Piştî me sînorê mejiyê xwe rakir û gihaşt hev, mînak ez dikarim li Farqînê komîna xwe ya anarşîzmê ava bikim, ji ber ku gelên Farqînê piştgirî didin min an jî li Duhokê ku gel bixwaze di kevneperestiyê de bijî bila karibe bijî. Lê dema ku em bixwazin em dikarin di kongreyekê de jî bighêjin hev û têkiliyên xwe yî karên derve bi pev re nîqaş bikin. Wekî din li Bakur an li Başûr gel bi kîjan awayî bixwaze bila karibe bijî. Niha Dêrsim û Qamişlo em bidin ba hev. Ez li Qamişlo bûm demek berê. Yanî nikarin silav bidin hev, ha tiştek wisa ye. Ne mecbur in bi pev re jî bijîn. An jî li Şirnexê goyî an ne goyî nexwazin bi hev re bijîn û manteleteya wan ji hev dûr be dikarin komîna xwe ji hev biqetînin. Demokrasî ev e. Dîrokê de jî ev wiha bû. Lê em dibêjin gerek em bighêjin hevdu. Herî talî ez cardin dibêjim. Wek neteweya kurd bi hev re nîqaş bikin kongreyek ava bikin bila ew kongre karên me yî derve û nîqaşa pêk bînin û çar perçe di nav xwe de jî em ji hev çiqas qut, çiqas bi perçe, çiqas cuda bin ewqas demokratîk e ewqas baş e…

Car caran ji bo nivîsandina te yî tirkî an bikaranîna te yî tirkî tu bi rexneyan re rû bi rû diminî. Ez zanim tu bi kurdî baş dizanî û di warê dilxwazbûn û bi kurdî jiyîna te jî tu gumana min nîne, lê tu dixwazî çi bersivê bidî wan rexneyan?

Niha kurd wek erk du tişt bigrin ber xwe ez bawer im wê baş bê famkirin. Ya yekemîn fêrbûna zimanên dinê ger ku zimanê xwe baş zanibe. Yek zimanê xwe bila zanibe. Ger ku zimanê xwe zanibe kengî tu bixwazî dikarî bi kar bînî. Lê heke ku zimanê xwe nizanibe û bi zimanek din binivîse, bijî û biafirîne rexneyek dikare were. Ez jî rexne dikim. Lê tu ser zimanê xwe xurt bî, zanibî û afirandinên te yî wî zimanî jî hebin û hetta zêdetir jiyana te bi wî zimanî bidome ê min niha wiha ye ji ber xebatên min… Bi zimanên din afiranînên te yek pirs derdixe holê. Gelo ew bi zimanên dinê çi dinivîse? Ew girîng e. Ez dikarim bi tirkî propagandaya Kurdistanê jî bikim ew ne girîng e lê gerek ez zimanê xwe zanibim. Bi zimanên din naveroka afirandinên min girîng in ez wiha dinirxînim. Çîrok û nivîsên ku min bi tirkî nivîsandiye kurdan eleqedar nakin, çimkî kurd zanin. Carekê bavê min got. Hevalekî min hat destê wî de kovar, nivîsa min. Got çima ji me re nabêjî. Ê min got çima ji te re bêjim baba jixwe çîroka te ye. Ez li wir qala te dikim jixwe. Lewma derdek min, pirsgirêkek min heye û ev derdê ku ez tê de me hinek kollektîf e jî, bi gel jî girêdayîye ji ber wê êşa wê jî mezin e. Ji bo ku karibim vê êşê bitemirînim hewce ye ez qala wê bikim, derbarê wê de biaxifim û di derbarê wê de jî kesên ku vê êşê bi me didin kişandin û bêdeng dimînin re nîşan bidim. Ew jî li vê derê bi Swêdî ye li vir bi vî zimanî diafirînim, li Tirkiyê tirkî ye û jixwe politikaya jiyana ku ez niha tê de me jî Rojava, Bakur, Başûr ez tê de me ew jî jixwe bi kurdî dijîm. Bi vî awayî ez karim bersiv bidim.

Wek tu jî dizanî hezkirin an evîn mîna nan û av pêdiviyek e. Ne pêdiviyek fizyolojik be jî pêdîviyek rûhî ye. Qet evînek wisa ku te ji bîr nekir hat serê te an jî gelo niha heye, tu wê evîna xwe dikarî çawa vebêjî?

Evîndar bûm ez. Niha nîne. Niha di nav evînekê de najîm. Nav evînek mezin de dijîm wek evîna welat. Tu dizanî ew jixwe evînek e. Ew qedera me ye jî. Lê evînek şexsî ku ez pê kelecan bibim niha nîne mixabin.

-Çima mixabin

Wek şexs, wek Berxwedan ji zarokatiya xwe heta niha ez her dem evîndar bûm. Her dem. Û ji gelên dinê re. Ez heft salî bûm li Mersînê keçek yûrik hebû ez evîndarê cudabûna wê bûm, min meraq dikir. Bûm neh salî evîndarî çerkezekê bûm, bûm diwazdeh salî evîndarî ermeniyekê bûm. Bi vî awayî evîn di jiyana min de hebûn û ew evîn min li ser piyan digirt. Ew hest bi min re çêdikir ku aha em çiqas ji hev cuda bin jî em dikarin bi hev re bijîn. Wek şexsî jî ez hinek romantîk im birastî, pir xoşa min diçe. Dema ku ez tenê bimînim û evîndar bim ew evîn ji min dûr be jî ew wisa kelecanek dide min. Dema ku ez ew kar û barên xwe yî din dimeşînim ew ji min re dibe sedemek ku Berxwedan ger tu vî karî xelas bikî, ger tu ev xeyalên xwe yî nav gel pêk bînî wê civatek azad diyar bibe û tê vê evînê jî bi azadî bijî. Ez evîndar bim jî ew jiyana min a polîtîk û nav wêjeyê xûrttir dike. Lewma ez pir hez dikim evîndar bim. Heta par evîndar bûm, têkîliyek min jî hebû, lê ev saleke evîn nîne di jiyana min de û birastî lewma ev saleke jî min zêde nenivîsand.

Li vê cîhanê poşmaniyek te mezin çêbû an na, ku hebe tu dikarî parve bikî?

Ez bawer im poşmaniya min a herî mezin min yek tişt fam nekir. Hîn jî fêm nakim. Niha bes hebûna wê pirsgirêkê dikarim bi nav bikim lê naveroka wê hîn jî nikarim binirxînim. Ew tişt çi ye? Kesên ku dikevin jiyana me, kesên ku em bi wan re didin distînin, bi wan re dimeşin ne demek dirêj de, di demek pir kurt de an wê jiyana xwe ji dest bidin an biçin û wan rojek din nebînin. Ev hinek qederek perçeya dîroka me kurdan e. Lewma kesên ku ez bi wan re dimeşim û tiştan parve dikim wek ku wê her dem di jiyana min de bin tevdigerim li hemberî wan. Lê rojek tê û ew roj pir zû tê. Ez wan kesan wenda dikim û jiyana xwe ji dest didin, tên girtin, diçin welat û bajarek din. Ev poşmaniya min e ku kesên ku heta îroj min bi wan re da, stend, meşiyam hîsên xwe yî li hemberî wan, fikren xwe yî li hemberî wan, min ji wan re di wê demê de bi heman kelecanê negot. Ew her dem di dilê min de bûn kûl û man, ez di bin wê giraniyê de her dem dipelçiqim. Ev poşmaniyek min mezin e.

Niha ku ji te re bêjin Berxwedan heta hetayê tê li Swêdê bijî û tu naçî tu derek din bersiva te wê çi bûya?

Naaa! Tiştên ku niha dikim wê hemû wateya xwe û kelecana xwe wenda bikin. Di heman demê de ku min wê tiştê bihîst û ew kesê ku vê tiştê ji min re got jî û ez bawer jî bikim. Ku bêjin welat, Bakur, Kurdistan, Tirkiyê, bajar û ew kuçeyên ku tu lê mezin bû xelas êdî nikare vegerî!

Nikarim biçim perçeyên din jî ne wisa?

Belê

Ez ê xwe bikûjim birastî. Yanî tiştê ku min li piyan digire hêvî û xeyala vegerê ye. Ez zanibim ez ê not salî vegerim û tenê ji bo çend seetan be jî ez ê heta wê çaxê biafirînim. Wê hemû afirandinê min bi wate bin. Lê na bêjin tê dayika xwe nebînî ez mirim, tê evîndar nebî ji ber ku evîn li gor min wê li wir bê jiyîn ez mirim, tê heval û dostên xwe nebînî ez mirim, nikarî di nav kuçe û kolanên di zarokatiya xwe de bigerî ez mirim. Tê nikaribî van afirandinên xwe heta îroj ku tiştên ku te kiriye bi heval dost û welatê xwe re parve bikî di nav wan de, ê Berxwedan çima dijî. Heke van çîrokan di nav tûrika xwe de ku ez nikaribim bînim ez ê çima dest bi rê bikim ku. Ku ew rê neghêje mala min ez nameşim…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev