Kurdên Hemîdîyê bi çi çevî li hukumeta Tirkîyê dinihêrin

Kurdên Hemîdîyê bi çi çevî li hukumeta Tirkîyê dinihêrin

Me di 119 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa bi sernavê Kurdên Hemîdîyê bi çi çevî li hukumeta Tirkîyê dinihêrin” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -120 

Kêmanîyên di dema amadekirina alayên Hemîdîya da ev bûn:

1) Di nav kurdên eşîr da, ku di Hemîdîyê da bûn, hurmeta dîwana bajarvanîyê ketibû. Rewşa hemû eşîretên kurda, ku alayî dabûne Hemîdîyê ji kurdên dinê gelek xweştir bû. Hemû kurdên Hemîdîyê dikevine bin hukumê mişîrê korpûsa 4a. Bêy qayîlbûna mişîr tu kes nikare derkeve dijî kurdên Hemîdîyê.

Ev cûrê ku temamîya Hemîdîyê kiribûne bin hukumê mişîrekî, dest û pîyên serokatîya bajarvanîyê didane girêdanê û di praktîkê da dibû sebebê gelek tevlihevîyan. Wek mînak, bona girtina zabitekî Hemîdîyê, ku xeletîk kirîye, gerekê an ji mişîr, an jî ji Konstantînopolê destûrê bistînin. Wek ku di praktîkê da hatîye xuyakirin, dîwana bajarvanîyê nikaribû bi serî xwe bi mişîr ra biketa nava peywandîyan, ji ber ku mişîr Zekkî paşa armancek dabû ber xwe, ku bi helekarîya û zimanpenîya (zarxweşîya) dilê serekeşîrên kurda bikire, da ku bikaribe bi destî wana jimara alayên Hemîdîyê bide zêdekirinê û bi wê yekê va xwe ber dilê sultan xweş bike, ji ber wê jî qedir û hurmeta dîwana bajarvanîyê ber çevê kurda her diçû zêdetir diket. Kurd bi gotinên derheqa aminaya hindava sultan da xwe binperde dikirin û bi wê yekê va qet guh ne didane dîwana bajarvanîyê, lê mişîr timê pişta kurda bû û di her tiştî da karmendên tirk gunehkar dikirin, ku ew nikarin karê xwe bi ciddî bi rêva bibin. Lê eger serokatîya bajarvanîyê hewl bida ser serê mişîr ra yekser bi Konstantînopolê ra bihata girêdanê, wî çaxî jî ew nedigihîşte armanca xwe, ji ber ku serokatîya hukumeta navbendî jî piştî ku pirsa ermenîya derkete meydanê, xwe li riya mişîr girt, ango hewl da bi helekarîya û pelepistûkîya dilê serekeşîrên kurda bikire, ji ber ku zanibû, ku tenê kurd dikarin pêxemê li tevgera ermenîya ya şoreşgerîyê xin, û tirka jî kemaleke pir mezin didane hişyarbûna ermenîya û di wî karî da gelek tişt jî zêde nîşan didan(1).

Ev cûrê ku dihate bikaranînê bona kurdên eşîr tam bikine bin hukumê dîwana tirka, ne ku bi ser ne ket, lê hela di ser da problêmên mayîn jî derdixiste holê. Xênji wê yekê, ku hukum perçe bûbû, li her cîya ser dereca hukumetê piştgirîya kurda dikirin. Usa derket, ku niha hetanî kurdên eşîr yên sade jî, ku di nav alayên Hemîdîyê da bûn, tenê hukumê mişîr nas dikirin, lê welîyên wilayetan bendî tiştekî ne dihesibandin û emirê wan ser guhê xwe ra davîtin. Û dema meriv welîya himberî zabitên Hemîdîyê bike, hurmeta wana ji sifirê zêdetir nîbû(2).

Ketina hurmeta dîwana bajarvanîyê bû sebebê wê yekê, ku kurdên eşîr destpê kirin bê tirs û xof avîtine ser xelqê, malên wan talan kirin, şêlandin, kîlerên nan şewitandin û h.w.d. Kurda vê carê him gundên ermenîya, him jî yên tirka talan dikirin û ev yek berê (berî amadekirina Hemîdîya), di demên aş da tu cara ne bûbû.

Ew yek şahadeta wê yekê ye, ku hukumê tirka çiqas di nav kurdên Hemîdîyê da ketîye, ku niha qaymeqam û zabitên cendirma eşkere ji kurda ditirsin û wek dibêjin, “kûtê xwe ber wan germ dikin”. Eger qaymeqam bikaribûya bi kurdên bi nav û deng ra peywandî çê bikirana, rewşa wan xweştir dibû, lê eger ew peywandî xirab bûna, rewşa temamîya serokatîya herêmê xirab dibû û heta dikaribûn qaymeqam bikuştana jî(3).

2) Ew yek jî tesîra xwe li ser zêdekirina alayên Hemîdîyê kir, ku ji wan eşîretên kurda, ku alayî dabûne Hemîdîyê, kêmtir bac distendin. Ev yek di van demên dawî da di hemû wilayeta da xuya dibe. Karê berevkirina baca danîbûne li ser serekeşîra. Ew perên, ku ji wan distendin û dikirine di nav xezina dewletê, di van salên dawî da piranîya wan diçû ser meaşê zabitên derece bilind û karmendên ji wan nimztir, ku di alayên Hemîdîyê da bûn. Perên mayîn gerekê di xezina wilayetê da bihîştana, lê di rastîyê da ew niha li bal serekeşîra dima. Wek mînak, di nav 7 salan da (ji sala 1891ê hetanî sala 1898a) ji eşîretên kurdên di Hemîdîyê da, ku ji wilayeta Wanê bûn, tu qurûşek jî neketibû xezina Wanê(4). Em wê jî bêjin, ku serekeşîr hetanî niha jî eşarê (ji deh parên bacê yek) ji kurdên bin hukumê xwe da berev dikin, lê niha ew eşar her tenê ji bo dewlemendbûna serekeşîrên kurda bû û bona wê yekê bû, ku hukumê xwe di nav kurdên xwe da bidne zêdekirinê û ew yek jî hurmeta dîwana tirka ya li wan dera diêxist.

3) Dijberîyên di nav eşîretan da û mehkembûna hukumê hinek serekeşîra jî bûne sebebê amadekirina Hemîdîyê. Bi ketina hurmeta dîwana Tirkîyê ra tevayî hukumê serekeşîrên kurda yên zordest û têrnexwar zêde dibû û wana bere-bere temamîya gelê kurd, xwesma yên sade û dilsax, kirine bin hukumê xwe…

Di wan dema da gelek eşîret ji hev perçe bûn û hinek cara jî dijminaya hev dajotin. Her axayek, ku alayî dabû Hemîdîyê, destpê kir xwe serbest texmîn bike û wek berê teslîmî serekeşîr ne dibû(5). Di hêla sîyasî da dijberîyên di navbera eşîrên kurda da dihate hesabê hukumeta tirka, ji ber ku ew yek dibû sebeb, ku hukumê malbetên kurda û serekeşîran yên navdar, ku nav û dengê wan di temamîya Kurditsanê da belav bûbû, di nav gel da kêmtir dibû. Piranîya wan serekeşîran bi çevekî dijminayî li Tirkîyê dinihêrîn.

Ev jihevçûna di nav eşîran da bû sebeb, ku şerê kurda yê navxweyî zêdetir bû, carna pevçûnên çekdarî jî çê dibûn, talanên hev dibirin, pez-dewar didane ber xwe, dibirin û gund wêran û kavil dikirin. Sebebê sereke, ku gelek kesên ji eşîrekê şerê hevdu dikirin, ew bû, ku her serekekî eşîrê an jî qebîlê hewl dida ji sultan zêdetir xelata bistîne.

 

Bi vî awayî, piştî amadekirina rêxistina alayên Hemîdîya ev pirs serî hildan:

1) xweserîtîyên di nav jîyana wan binecîyên kurd da, ku alayên Hemîdîyê amade kirine, kurd bi xwe awa şirovedikin: “Hemîdî heye, padişa tuneye”, ango – bi amadekirina Hemîdîya hukum û qanûn ji holê rabûn.

2) zêdebûna kemala serekeşîrên kurda, ku ji dîwana cî tenê mişîrê korpûsa 4a nas dikin, ji ber ku ew ji her karekî wan destê xwe li pişta wan dixe.

3) rewşa xirab ya kurdên sade û nerazîbûnên wan, ku ji berê zêdetir ketine bin hukumê axa û kurdên belengaz, li tu cîya nikarin şikyatê xwe bi wan bikin, ku ji heqê wan bêne der. Tunebûna qeyde-qanûna, ku kurda mecbûr dike xwe li axayê xwe bigirin, ji ber ku xênji wan tu kes nikare wana ji êrîş û talanên eşîrên xêrnexwaz biparêze.

4) jihevçûna eşîreta, ku di rûyê dijminatîyê da perçebûnek mezin di nav wan da çê bûye.

Ji dest wê rewşê kemala sîyasî ya kurda wek milet diket û ji vê yekê jî firsend dikete destê hukumeta tirka, ku di paşdemê da pişta xwe bi serekeşîrên kurda va bide girêdan (serekeşîr bi saya serê wê yekê hukumê xwe di dest xwe da xwey dikirin, ji ber ku dîwana tirka kontrola xwe li ser wan unda kiribû), lê eger ewana temê xwe xirab bikin (ji ber ku kurd dikarin himberî wan serî hildin), wî çaxî hukumeta tirka wê îdî hêvîya xwe dane li ser kurdên sade û nerazîbûnên wan ji bo kara (menfeet) xwe bi kar bîne. Ango, hukumeta tirka plan kiribû, ku eger di dema şêr da di navbera kurdên zane û yên sade da nerazîbûn peyda bibin, ewê wana ji bo kara xwe bi kar bîne.

Bi vî awayî, tirk planeke usa amade kiribû, ku di şerê paşdemê yê bi Rûsîyayê ra bikaribe hêvîya xwe dane ser Kurdistanê, û tirk di şerên berê yên bi me ra nikaribûn ew yek bikirana û ev yek jî, hilbet, ji me ra qet dest nade.

 

  1. Ew yek, ku ji quweta hukumeta li Konstantînopolê der e hukumê xwe li ser kurdên Hemîdîyê bide testîqkirinê, karê bi doktor Belk ra girêdayî îzbat dike. Di tebaxa sala 1898a doktor Belkê alman li rex behra Wanê, li qeza Edilcewazê lêkolînên arkêologî û lêgerînên casûsî kirin. Ji hîvîkirina Împêratorê Almanîyayê bi îrada sultan ew destûr dabûne wî. Di dema rêwîtîyeke xwe kurdên Hemîdîyê Belk şêlandin û ew birîndar kirin û di nav wan kurda da heta zabitekî Hemîdîyê jî hebû. Di roja hatina Wîlhelmê 2a ew behs gihîşte Konstantînopolê. Navên talankara û qaçaxa bêlî bûn jî, rêyên mezin ber Belk vekiribûn jî (bi destûra sultan, bi hîvîkirina Wîlhelmê 2a û h.w.d.), em wê jî bidine ber çeva, ku hukumeta tirka ne dixwest dilê Împêratorê Almanîyayê biêşîne û hema di wan dema da bi germî xizmetî wî dikirin, ew kesên, ku Belk birîndar kiribûn û ew şêlandibûn, tu ceza ne xwerin, ji ber ku ew ji rêxistina Hemîdîyê bûn.
  2. Em wê jî bêjin, ku hîç cara gerekê zabitên Hemîdîyê himberî (nedine ber hev) zabitên ordîyên welatên Awropayê nekin. Zabitên Awropayê teslîmî dîwana bajarvanîyê nabin, lê zabitên Hemîdîyê gerekê hukumê dîwana bajarvanîyê nas bikin û teslîmî wê bibin. Alayên Hemîdîya tu cara cîyên jîyana eskeran yên tundurustkirî ne dîtine, lê di rastîyê da perçekî binecîyan in, ew jî perçekî usan in, ku ser binecîyên mayîn ra nin. Tiştekî ber çevan e, ku lazim e wî perçê milet, ku ji yên din diha nerehet e, bikine bin hukumê welî, ango – dîwana bajarvanîyê. Tu welîyek nikare ji bo bêqanûnî û nerehetîya li wilayeta xwe da bersîvê bide, eger hukum tam di bin destê wî da nîbe. Niha kesên ji serokatîya Hemîdîyê bêy ku tu cezakê bixun, xelqê talan dikin, zordestîyê li milet dikin û ew ji bo wê yekê arxayîn in, ji ber ku tenê mişîr dikare wana ceza bike, lê ew jî nake û bi xwe jî dijî dîwana bajarvanîyê ye û tiştekî normal e, gava kesên bin hukumê wî da û kesên ji dîwana bajarvanîyê herdu jî şikyatê xwe li wî dikin û ew gelek cara nikare bizanibe, ku ji wana sûckarê esilî kê ye, ji ber ku eger ew bixweze jî, nikare ji Erzîncanê derheqa rewşê da her tiştê rast pê bihese.
  3. Îzbatîyên, ku wê yekê testîq dikin, pir in. Wek mînak, di hezîrana sala 1898a qaymeqamê Xoşabê (Xoşab ji başûr-rohilata Wanê serhevdu riya 9 seheta ye) tiştekî usa kir, ku kurdên Hemîdîyê bi xurtî derketine dijî wî û ji cîkî xewle êrîş birine ser wî û tenê bextê wî lê xist, ku gullên kurda lê ne girtin. Evê te paşê xwe li Wanê sitar kir, ji kar derket û berê xwe da welatê xwe. Ji bo êrîşa li ser wî tu yek nehate cezakirinê, ji ber ku ew kar bi destî karmendên Hemîdîyê hatibû kirinê. Piştî ewê bûyerê, ser demeke dirêj kesî turuş (cesaret, culet, rîsk) ne dikir bibe qaymeqamê Xoşabê.

Eger serokatîya bajarvanîyê dilê kurda biêşanda, hukumeta li Konstantînopolê bi xwe ew diguhartin, dewsa wan yekî din kivş dikirin. Heta sala 1895a muteserîfê Bayazîdê serhing Cebbar beg bû û bi saya serê hukumê wî yê berk, heta di dema serîhildanên ermenîya jî rewşa li ser sînorên me çêtir bû, ji ber ku ew bi kurda ra heq-hesab ne dikir. Serokatîya Kavkazê ya here bilind dixwest razîbûna xwe bide Cebbar beg, hela ordêna (medalya) Rûsîyayê jî ji bo wî amade kiribû, lê pêra negîhand teslîmî wî bike, ji ber ku nişkêva ew ji kar avêtin. Parastvanên kurda yên ku di dîwana sultan da kar dikirin, şer û şiltax avîtine wî, ji ber wê jî Cebbar begê ku karê xwe bi ciddî dimeşand, ji ser text avêtin.

  1. Berî ku alayên Hemîdîya bêne damezirandinê, xezina Wanê usa dewlemend bû, ku hertim di dawîya salê da gelek pere lê dima, ku dişandine wilayetên usa, ku perên wan têrê ne dikir. Di salên 1897-1898a da ew xezina ewqas feqîr bû, ku heta welîyê Wanê jî nikaribû maeşê xwe tam bistenda. Sebebên wê yekê berî her tiştî serîhildanên ermenîya bûn, ji ber ku di wan çaxa da gelek ermenî ji cî û warên xwe derketin û belengaz man, ya duda jî – kurdên di nav alayên Hemîdîyê da bac ne didan.

Welîyê Wanê çend cara ji Konstantînopolê û Erzîncanê ra got, ku lazim e ji kurdên eşîr bacên ku 7 salan berevî ser hev bûne, berev bikin. Ew kar du sal kişand û dawî welî destûr sitend, ku serekeşîran gazî Wanê bike. Serekeşîrên kurda çend meha li Wanê man, lê gişka jî gotin, ku ewê tu baca nedin. Dawî welîyê Wanê ji Konstantînopolê têlêgramek sitend û li wir hatibû nivîsar, ku bacên her 7 salên dawî dibaxşînine kurda, ji ber wê jî ew hevraxeberdan bêy ku bigihîjine armancekê, xilaz bûn.

  1. Wek mînak, di nav eşîra Heyderîya ya pirjimar da perçebûneke mezin çê bûye. Ew perça wê, ku li der û dorên Patnosê û Ercîşê dimînin, xwedî sê serekeşîran in, ku her yek ji wan jî xwe serbixwe dihesibîne: Huseyn paşa, Hecî Temir paşa û Emîn paşa.

Ev hemû jî merivên hev yên nêzîk bûn, lê di navbera wan da şerên mezin dibûn, xwîn dirijîya, ji ber ku ew “gênêralên” tirka yên nû bi tu tiştî va ji qaçaxan ne dihatine cudakirinê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev