Mem û Zîn -4

Mem û Zîn -4

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 120an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê destana “Mem û Zîn” bi 5 beşan va raberî we bikin. Îro beşa 4an e.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 120

 

Memê berê du zêr derxistin: -Han, go, birano, eva ji we ra bac û bertîl.

Ewana ew herdu zêr qebûl nekirin, paşê Memê zêrên nîşanîyê da wana. Paşê wana qebûl kir.

 

Qeretajdîn go:

 

-Em sê bira ne, hespên me boz in,

Gurzên ataşî li destê me da,

Nav dinyayê digerin dew û doz in,

Emê ji birangê xwe ra bînin,

Zîna çav û birû belek e û pîroz e.

 

Erfan go:

 

-Em sê bira ne, hespên me reş in,

Li dinya erfadine zor kifş in,

Emê ji birangê xwe ra bînin

Zîna çav û birû belek e, keleş e.

 

Çekan go:

 

-Em sê bira ne, hespên me kumeyt in,

Bi gurzên ataşî digerin çendî welêt in,

Emê ji birangê xwe ra bînin

Ya dilê birangê me dibêje.

 

Ewana wê rojê wisa derbaz kir, qirarên wan bû yek, ku Zînê ji Memê ra bînin. Idî Memê bû birê wanî mezin bi şîrê helal. Çend rojan sekinî. Mîr nan çê kir, gazî her çar birayan kir, go:

-Ezê Memê jî rewa kim.

Lê Zînê berî hingê bihîstibû, ku mîrê gazî Memê bike û pêşkêşê bidê. Ewê cahab dabû Memê, ku “tu pêşkêşan hilnede, xêncî kurkê aspêjîyê”. Bona ku ew û Memê her ro li cîkî bin û têr bi hevdu şa bin.

Mîr gazî Memê kir, paşî nanxwerinê gotê, go:

-Memê, ku tu ne maqûl bî jî, eşed bila maqûl î, ku tu kurê gavanan bî jî, eşed bila tu mîr î. Lê bixweze, ka ez çi bidime rewakirina te?

Memê go:

-Welleh, mîrê min, ez tenê kurkê aspêjîyê dixwezim, çend meheka li dîwana te da herim û bêm.

Mîr go:

-Kuro, kurkê aspêjîyê bînin li Memê kin.

Memê bû qahweçîyê mîr. De Memo Zîn teze di cîkî da cem hev sekinîn. Bi kêf û henek û laqirdîyan ewana qahweya dîwanê ya sibê nîvro anîn, ya nîvro êvarê anîn.

Bekir gote mîr, go:

-Mîrê min, qahweya dîwana te ya sibê nîvro tê, ya nîvro êvarê tê, axir şerm e ji navê te ra, Memê şermîya we digere.

Mîr go:

-Bekir, hilbet edetê welatê wan wisan e, wê niha hîn be, ziyan tune.

Çendek sekinî, mîr elamet da cindîyên Cizîrê, go:

-Em gerekê sibê herine rav û nêçîrê, Memê Ala jî wê tev me bê.

Zînê jî gote Memê, go:

-Tu xwe nexweş bavêje, wê sibê bêne ser te, tu bêje ez nexweş im. Lê ewê siyar bin. Wextê ew siyar bûn, idî ser oxirê peya nabin. Ewana ku çûn, idî heta şeş-heft rojan nayên. Ez û tu jî emê herine baxê Torkirî, ji xwe ra kêf kin.

Sibê mîr bi cindîyên Cizîrê, Qeretajdîn bi herdu birayan va siyar bûn hatin ser Memê sekinîn. Cahab dane Memê, go:

-Bira, siyar be.

Memê cahab da, go:

-Bêje mîr, welleh ez îro nexweş im.

Idî mîr ser oxirê peya nebû, pêşîya cindîyan ket û çûne rav û nêçîrê. Memo û Zînê jî xwe xemilandin, ber bi baxê Torkirî çûn. Bekirê Ewan ji siyaran paşda mabû. Wextê çûyînê ewî Memê û Zînê dîtin, ku diçine nav baxê Torkirî. Ew para çû gihîşte siyaran. Lê pilte ewirê reş derket. Baran barî. Bekir gote mîr, go:

-Mîrê min, baranê zef bibare, were em herine nav baxê te yê Torkirî da peya bin. Min hêjka bi çavên xwe dît du karên xezalan jî çûne nav baxê te. Emê ewana bigirin, ji te ra nanekî hazir kin, heta baran jî vedike.

Mîr gurra Bekir kir, lê Qeretajdîn şik bire ser gilîyên Bekir.

 

Alîyê qulbe da derket pele ewirê giran e,

Ji ber diçe birq, birûsk û baran e,

Ez dizanim tale û bextê Memê Alan e.

Qeretajdînê devdînî aqil kurîn e,

Gazî Badîn çawîş dike û tîne,

Ser baxê Torkirî da dişîne.

Go: -Here, kar tivdarekê mîran bibîne,

Qeyde û qanûnan gişkî bi bîr bîne,

Çi terewilên nav bax da heye, derîne.

Badîn çawîş çû der da,

Selam da Memê bi ser da,

Dît: Memê pal daye, Zînê di ber da.

 

Memê go:

 

-Herê çawîşo, sur li balo,

Herça vê surê min bike sitaro,

Minetekê bike li yekê cebaro.

Go: -Memê, bes e xeberan bide xeberan,

Heta ser min nebe xirme-xirma xençelan.

Ev xeber ji nav devê min dernayê der va.

Memê go: -Ez bi wî kim, ela û ekber e,

Heta ser min temam nebe

Sêsid şêst şeş cot xencer e,

Devê min nav sîng û berê Zînê nayê der e.

 

Hetanî ewana bi hev ra xeberdan, idî siyar û cimaet tijî ber derê bêx bûn. Zînê ma bin qapûtê Memê da. Memê qapût avîte ser çokên xwe, Zînê jî da binî û xwe nexweş avît. Memê kete derîkî teng.

 

Qewazan derê malê gaze-gaz e,

Zînê vê ra – vê ra dengê mîran bi nas e,

Go: -Memê, rêkê bibîn tê da bibim xilas e,

Zînê ket bin kurk û libas e.

Mîr ji der va hatin bi der da,

Selam dane Memê bi ser da,

Memê selam elêk veda,

Lê ranebû ji ber da.

Bekir go: -Mîrê min, kê dîye

Mîr û wezîr bêne bi der da,

Selamê bidine xulaman bi ser da,

Xulam ji ber selamê ranebin ji ber da?

 

Memê go:

 

-Bekir, ez nexweş im ji gelek birînan,

Serê min nasekine ser her çar belgînan,

Wekî ji ber selama mêran rabim pîyan.

 

Bekir go:

 

-Memê, nexweş ne tu rê ye,

Tu carekê rabe ji pê ye,

Bike ferzek-dudu nimê ye,

Qey ebabet heye ji boy Xwedê ye.

 

Memê go:

 

-Bekir, wekî nexweş çê be,

Wê rabe ji ber pê be,

Hemîn ebabetê ji boy Xwedê be.

 

Bekir go:

 

-Memê, devdînî aqil kurîn e,

Tu aqilê xwe serê xwe bîne,

Ew çîye te daye bin qapûtê hêşîn e?

 

Qeretajdîn go:

 

-Mîrê min, Bekirî zef virekî û derewîn e,

Rext û ruşmê hespê Memê zêrîn e,

Anîye baxê Torkirî xemê xwe pê wana birevîne,

Lê ji şerma mîran daye bin qapûtê şîn e.

 

Bekir go:

 

-Ya dilê Memê dihebîne,

Ew erebeke reşe lêv deqîn e,

Bira di îmana bavê Bekir da be,

Dîzikê qêtix nav Cizîrê digerîne,

Qeretajdîn kas peyalan digerîne,

Kasekê ser Memê da tîne.

Memê gulîyên Zînê ji bin qapût dertîne,

Qeretajdîn bi herdu çavên xwe dibîne.

Qeretajdîn çev û birûyan diqulibîne,

Gazî Erfan û Çekan dike û tîne,

Go: -Badîn çawîş, tu were kasan bigerîne!

Go: -Ezê herim êgir berdime xanmanê rengîn e,

Bira bişewite bormotka zêrîn e,

Belkî birangê min derîyê teng da nemîne.

Qeretajdîn xwe bi xênî ra digihîne,

Xatûn Perîyê bi kerb û bi kîn e,

Go: -Her çar bormotkên zêrîn derîne,

Ezê agir berdime xên û mîn e,

Belkî Memê di derîyê teng da nemîne.

 

Xatûn Perîyê go:

 

-Rengê tarî reng erebî,

Wa bî, her min wa bî,

Bira her çar bormotk jî li cîyê xwe bî,

Belkî suabeke min gunehkarê te hebî.

Qeretajdîn xwe bi xênî ra digihîne,

şemal û kirkûtê ji cêbê dertîne,

Çawîşekî pêş çavên xwe va dibîne,

Ser baxê Torkirî da dişîne.

Go: -Here bêje mîr, şewitî xanîyê rengîn e,

Tê da şewitî her çar bormotkên zêrîn e,

Wê sibê vî çaxî wisa bike, ku cindîyek nemîne.

 

Çawîş go:

 

-Mîr, tu zanî Qeretajdîn e,

Ewî mêrxasî aqilkurîn e,

Agir berdaye xanmanê rengîn e,

Wê sibê koka te û cindîyan tev bîne.

Wextê çawîş ew xeber digotî,

Dil û ceger li mîr Sêvdîn disotî,

Mîr bi cindîyan va ji bêx derketin cot bi cotî.

(dûmayîk di hejmara 121an da) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev