
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên xwendevanekî me dide, ku wê li nivîskarekî kiribû. Me xwe danîye dewsa wî nivîskarî û bersîvên me ha derketin.
Vê carê Nura Şane bersîva 3 pirsan ha da.
Pirsên Delala Çeko û bersîvên Nura Şane
Pirs 1: – Van rojan min miqaleke te di kovarekê da xwend û hetanî niha jî bawer nakim, ku te ewqas sist nivîsandibe. Gelo ez rast difikirim?
Bersîv 1: – Belê, tu rast dibêjî! Berpirsyarê wê kovarê bi serî xwe gelek guhartin kiribû navê û xirab kiribû. Eger nav û paşnavê min di binê miqalê da tunebûya, minê nizanibûya, ku ew ya min e.
Pirs 2: – Di cîyê karê min da hemû kurd him jîr û jêhatî ne, him jî ciwan û xêrxwaz in. Lê hema bêje hemû miletên mayîn him tiral û tiştpênebûyî ne, him jî ne bedew û çavnebar in. Îjar ez ku vê rastîyê bînime ser zara, ma qey ezê bibim miletçî?
Bersîv 2: – Belê, tê wek miletçî bêyî naskirin. Lê eger tu derewan bikî, wê demê tê înternasyonalîst bêyî hesibandin!
Pirs 3: – Hevalekî serpêhatîke nivîskarekî rûs wergerandîye, lê ji esilê wê gelekî dûr ketîye. Gelo tu dibêjî çima?
Bersîv 3: – Ji ber ku esilê wê bi rûsî ye, paşê bi erebî hatîye wergerandin, yekî jî ji erebî wergerandîye swêdî, ewî hevalî jî bi tirkî fikirîye û ji swêdî wergerandîye kurdî. Wek tu jî dibînî, heyneyse, bûye helîse.
Riataza