Dîrok û sernavên gundekî

Dîrok û sernavên gundekî

Gundê Xirabê ReŞ

Wergerandin: Mihemed Zekî Mihemed

Ji devê kalemêr: Mihemedê Ebdo, ku di sala 1925 an de li gundê (E’tbê) ji dayik bûye, hîn di pêçekê de bû, hatiye gundê (Xirabê Reş) û li wir cîwar bûye, hatiye girtin.

-Navê gund: Tê gotin ku ji ber axa vî gundî reş e, navê (Xirabê Reş) lê hatiye kirin.

Hin jî dibêjin ku ji ber ev gund gelek caran wêran bûya û careke din ji nû ve hatiye avakirin, ev nav standiye.

Paşê di pirojeya zinara erebî ya kirêt û rû reş, di sala 1963 an û siyaseta erebkirinê de, navê wî kirine (Dêr Hafir).

Cîgehê wê yê kargêrî û xaknîgarî: li gorî dabeşkirina hikûmetê ji hêla rêvebiriyê ve bi Qeza Çila Axa ve girêdayî ye, li gorî hikûmeta kantona Cizîrê bi QezaTirbespiyê ve hatiye girêdan, Xirabê Reş 22 km an ji bajrokê Çil Axa û 26 an ji bajarokê Tirbespiyê dûr e, sînorên wê yê xaknîgarî jî ev in: rojhilatî wî gundê Qaşto û Dêrûna Axê ye, rojavayî wî gundê Şêtika ye, başûrî wê gundê Alaqos e, bakurî wê gundê E’tbê û sînorê Turkîyê ye, herweha 4km an ji sînorê Turkîyê dûr e.

– Hozên ku di gund de heyî: Hoza Hemka, ya ku di sala 1880 î de gund damezirandiya, di wê demê de ji (60) malî ava bû, ta niha jî hoza Hemika li wir cîwar e, paşê ji ber nîrên jiyanê yên zor dijwar jimara malbatan bi rengekî mezin kêm bû.

– Ol: Şêniyên gund hemî misilman in.

Giringtirîn sernavên arkêolojî di gund de: Xaka Gozel û Gola behdê li başûrî gund in û diyarê Nîşko li bakurê rojhilatî gund e, herweha Merqeda (Şêx I’sma’îl) di goristana gund de ye, lê tu jêderên avê li gund nehatin dîtin, ji loma gundiyan ava bîran di malên xwe de bikartanîn, tenê robarekî berwext di Zivistanê û destpêka buharê de ji (E’tbika) kevin bi alî gund de diherike.

-Giringtirîn xizmetguzariyên ku li gund peyda dibin: Bîreke tirwazî heye, herweha dibistaneke pîsazkirî jî lê heye û cadeyeke qîrkirî tê gund, lê di van salên dawî de ziyan gihayê de, ji ber herêm bi tevayî kurdî bû, ji encama piştguhkirina rêjîma Sûrîyê ji herêmê bi tevayî re, xizmetguzarî bi derengî gihane gund.

-Xaka çandiniyê: Rûbera xaka gund a çandiniyê dora (9000) donimî ye, bi encama çespandina Zincîra Erebî ya rûreş û kirêt (7000) donim ji hêla dewletê ve hate desteserkirin û li Erebên Mexmûrî hate belavkirin, yê mayî arziya wê li hoza Hemika vedigere (piraniya şêniyên ku niha di gund de mane ji yek malbatê ne).
– Çandinî: Ji kevn de (Genim – Ceh – Nok – Nîsk – Bîqya) lê dihatin çandin, lê niha (Kemûn û Gijnij Kizbera) jî têne çandin.

-Giringtirîn lawir: Ji kevn de (Ciwanga – Hesp – Hêştir – Çêlek – Pez – Mirîşk û Balinde) xwedî dikirin, niha tenê (Çêlek – Pez – Mirîşk û Balinde), karê sereke ji gundiyan re çandinî û sewalvanî ye.

-Giringtirîn Bûyerên dîrokî: Bi piştgîriya xwe ya ji Pêşmergeyên Barzaniyê nemir re, bi dirav û cebilxane û çekan navdar e.

Ji rûpela Çar Çira

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev