HIRÇ Û SÊ GAYÊN BÎNGOLÎ

HIRÇ Û SÊ GAYÊN BÎNGOLÎ

Çîrokeke Mîr Celadet Bedirxan

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Li zozanê Bîngolê sê gayên fêris û delal hebûn. Ev her sê ga bi rengên xwe nav dabûn û hertim bi hev re bûn. Yek Gayê Reş, yê din Gayê Sor û yê dîtirkê jî Gayê Gewr bûye.

Hirçek bûbû destbirayê wan hersê gayan. Lê destbiratiya hirçê ne ji dil lê ji tirsa bû. Hirç keys li wan bianiya, teqsîr nedikir. Lê her sê bi hevre hinek zehmet bû.

Zexmtirê wan Gayê Gewr bû. Hirç, rojekê rabû got Gayê Gewr:
– Birawo! Hevalê me Gayê Reş, yekcar rêza xwe nizane, kîjan tûmê tu devê xwe davêjîyê, ew jî diçe wî tûmî dixwe. Divêt em jê re rêza wî bidin zanîn.

Gayê Gewr bi gotina hirç difre bû, kêfa xwe ji wê gotinê re anî, rabû çû nik Gayê Sor, wî jî anî ser xebera xwe.

Hirç û herd du ga bûn yek, bi Gayê Reş ve danîn û ew kuştin.

Hirç kêfxweş bû û kenî.
Pêlekê bi goştê Gayê Reş debara xwe kir. Gava zadê xwe xelas kir, dîsa rabû, çû cem Gayê Gewr. Bi dev jê re xweş kir û got:
– Destbira, li şûna bira ye. Tu dizanî ko ez her li qenciya te digerim. Ez dibînim ko Gayê Sor bûye emelê serê te, hevpayiya te dike. Heke me ew jî ji navê hilanî, ev zozanê ha ji te re dimîne û tu bi kêfa xwe lê digerî, herçî giyayên taze ko tu heywanî dev lê nekiriye, ji xwe re dibijêrî, ez ê jî xulamiya te bikim.

Ev gotin jî ket serê Gayê Gewr. Herdukan dirêjî gayê sor kirin, li stoyê wî xebitîn û wî kirin kun.

Ji kêfa hirçê re êdî tu payan nedihate dîtin. Hirç berî ko goştê Gayê Sor biqedîne; ji xwe re got:
– “Lotetîz“ carkê çû wî serî, vegeriya wî serî û berê xwe da Gayê Gewr û gotê: Heta niha min ti didayî pêşiya xwe, min didît ko li milê min ê çepê Gayê Reş û li milê min ê rastê Gayê Sor diket. Dewlet serê te, min her dû milên xwe jî aza kirine. Êdî were, meydan maye ji min û te re.

Hirçê dirêjî Gayê Gewr kir.
Ga, qet tevnegeriya. Cihê xwe de sekinî, stoyê xwe xwar kir û ji destbirayê xwe re got:
– Xebera te ye, herçî birayên xwe ji bo dijminê xwe dide kuştin, divêt bizane ko dor dê bigehe wî jî.

Hirç lê qelibî û ew da nav diranên xwe.

(Ev çîroka Mîr Celadet di arşîva me de hate dîtin. Kengê hatiye nivîsandin, nehat zanîn)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev