Zinarê Xamo: Kurd di qonaxa nû ya Rojhilata Navîn de

Zinarê Xamo: Kurd di qonaxa nû ya Rojhilata Navîn de

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 31

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Ji bernameya “Civak û seyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdaren delal, dîsa çend roj û sala 2017an dê tesmîlî dîrokê bibe. Bêguman sala 2017 an di dîroka gelê kurd de xwedî rûpêlekî gelek girîng e. Giringîya vê salê bi gelek pêşveçûn û serkeftinan ve girêdaye, yek ji wan encamdana referendûma serxwebûna Başûrê Kurdistane ye. Le mixabin, piştî wê gelek pirsgirêken hundir û derve ên giran çêbûn. Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê êrîşa Heşdî Şebî û hêzên Iraqê li ser Kurdistanê ji ber xayîntîyê çend berpirsên YNK, windakirina Kerkûk, Xurmatû û deverên din yên dervayî Herêma Kurdistanê. Iro li Bakûr jî rewş pir xerab e, rewşa awarte heye, leşker û polîsên tirk zulmeke nedîtî li kurdan dikin. Di Rojava de jî hê rewş ne zelal e. Li Rojhilatê Kurdistanê bêdengîyek heye, dengê gel ji ber zulma rêjîma Iranê hatye fetisandin. Gelê kurd di têkoşina azadîyê de bi hezaran qurbanî da, em wana bi rêzdarî û hurmet bibîrtînin.

Guhdarên hêja, îro emê di bernameya dawî ya îsalîn de encamên bûyerên siyasî li hemu beşên Kurdistanê de yên sala buhurî bi rengekî zelal û berfireh di gel mêvanê radyoya Ria taza nivîskar, rojnameger û blogerê naskirî birêz Zinarê Xamo re binirxînin.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê.

Zinarê Xamo kî ye?

Nivîskar Zinarê Xamo di sala 1950 de li navçeya Wêranşar a Rihayê hatiye dinê. Wî heta 30 saliya xwe jiyana xwe li wir derbas kir û dû re berê xwe da Swêdê. Ew jiyana xwe heta niha jî li Swêdê didomîne.

Zinarê Xamo ji hêla pêşeyê xwe yê bingehîn ve pêlavçêker e û wî di destpêka salên 1970 de hem li Wêranşarê û hem jî li Stenbolê kar kiriye. Sala 1973’yan tev li karê siyasî bûye. Ew destpêkê di nava partiya Dr. Şivan de cih digire û heta van salên dawiyê jî di nava DDKD’ê (bi kurdî Komeleyên Kulturî yên Şoreşgerên Demokrat) de karê xwe yê siyasî dewam kir. Nivîskar Zinare Xamo ku kesên bi nivîs û xwendina kurdî ve eleqedar in ji nêz ve nas dikin, qet neçûye dibistanê. Wî xwe bi xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kiriye. Balkêşiyeke wî ya din a vê derbarê de ew e ku wî dû re ji derve tevlî ezmûnan bûye û bi vî awayî dîplomaya dibistana seretayî û ya dibistana navîn bi dest xistiye.

Çîroka wî ya weşandina nivîsên di rojnameyan de ji sala 1980 û pê de destpêdike. Digel karê endamtiya redaksiyon û redaktoriyê, gelek nivîsên wî di rojnameyên wekî Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn û portala Netkurdê de derketine.

Zinarê Xamo digel karên siyasî, rojnamegerî û nivîskariyê, di nava xebatên komeleyan de jî bi awayekî aktîf cih girtiye. Wî salên 1980’yan de Serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd û her wiha di sala 2014’ê de salekî Serokatiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kiriye.

Zinarê Xamo di salên dawî de bûye yek ji nivîskarên kurd ê ku serkêşiya bikaranîna înternetê wekî platforma weşandina nivîsan dike. Mamosta Zinare Xamo wekî blogerê kurdî yê jêhatî têt nas kirin. Ji sala 2007’an û vir de blogeke wî ya bi navê “Hindik-Rindik” heye û ew rojane carnan heta 5 nivîsan tê de diweşîne. Piraniya nivîsên wî jî derbarê rûdanên rojane de ne. Heta niha wî bi giştî 3400 miqale nivîsîne û ev miqale di arşîva bloga wî de herdem dikarin werin xwendin. Ev 9 sal in ew bi awayekî aktîf medyaya civakî jî bikartîne û rojane di Facebookê de nivîsên ku bi giranî derbarê rojeva siyasî de ne diweşîne.

Nivîskar Zinarê Xamo heta niha du pirtûk nivîsandine û pirtûkek jî ji Swêdî wergerandiye kurmancî:

– Hindik-Rindik (pêkenîn)

– Antolojiya çîrokên zarokan

– Wergera pitûka Susanna Tamaro ya bi navê “Bide dû dilê xwe”

Zinarê Xamo niha 66 salî ye. Ew zewicî ye û çar zarokên wî hene. Ev 36 sal in ku di gel malbeta xwe li Stockholm a paytextê Swêdê dijî, li dayîreke dewletê dixebitî.

Birêz Zinarê Xamo re ji stûdyo radyoya Ria taza bajarê Stokholmê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên nivîskar û blogerê navdar, Zinarê Xamo bikin.


Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev