GURÊ MÊRXAS Û ROVIYÊ DEKVAN

GURÊ MÊRXAS Û ROVIYÊ DEKVAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner


Rojek ji rojan, roviyekî pir xasûk hebûye, xwe bi xwe sêwiriye, gotiye:
“Ez hewqas zana û şareza me, lê ez bê qewet im û timî ji vî gurê hanê ditirsim. Ka ez ê xwe jê re bikim dost, belkî ez siqûmatekê bînim serê wî û xwe jê xilas bikim.“

Rovî da rê û rast çû ba Gur, got:
– Apê Gur, rojbaş. Tu zanî ez hatime çi?

Gur got:
– Rojbaş, ser çavan. Na weleh ez nizanim tu hatî çi. Ka bêje!

Rovî got:
– Apê Gur, tu camêrekî bi qewet î, serpêhatiyên te jî pir hene, dinya alem tev jî vê yekê dizane. Lê yên min jî, dek û dolabên min hene. Eger mêrantiya te û dek û dolabên min bigîjin hev, em ê karibin her tiştî bikin. Ez hatime ba te ku ez û tu bibin destebira, ji niha û şûnde em bi hev re nêçîr bikin.

Gor got:
– Rovî, ez jî li Xwedê û li peyayekî mîna te digerim ku bibe piştevanê min. Eger kes derba xafil ji paş ve li min nexe, ez dikarim her tiştê giran bikim.

Gur û Rovî destên biratiyê dane hev, soz û peyman çêkirin û her yekê peşkek xwîn ji lepê xwe berda û li hevûdu hesikandin. Piştre dan rê û bi hev re çûn.

Gur li pêşiya Rovî diçe û Rovî li pey Gur e, hertim li hawîrdorê xwe dinihêre da kes ji paş ve derba xayintiyê li Apê Gur nexe.

Herdu qederekê çûn, riya wan ket nava mêrgekê û çûn ser kaniyê, av vexwarin û li hev rûniştin, şêwra nêçîrê kirin. Gur pesnê xwe da, fort û berad dan xwe û gote Rovî:
– Ez di şevekê de, di heft neqeban re derbas dibim, diçim dora goman û dîwarê more neqeb dikim, beran bin an berindîr bin, hin caran jî berxên virnî bin derdixin û tînim, dixwim…

Rovî got:
– Apê Gur, gelo niha eger rojek li te biqewime, tu têkevî tengasiyekê, tu dikarî xwe xilas bikî?

Gor got:
– Hey malneket, Rovî, min digot belkî tu bi hunerê min dizanî. Weleh eger ez têkevim qeyd û leleyên hesinî jî, ez dikarim xwe xilas bikim.

Rovî got:
– Apê Gur, jixwe min dizanibû, lê ne hewqas. Nexwe ka em mêrantiya te biceribînin.

Gur got:
– De hema biceribîne…

Rovî çû xwe avête ser pişta mehîneke ku li mêrgê diçêriya û lepê xwe avêt dêla wê, çend bijî jêkirin û hat, herdu lepên Gur ên pêşî bi hevûdu ve û herdu lingên wî yên paşî jî bi hevûdu ve girêdan. Piştre got:
– Apê Gur, de ka xwe veke, ez mêrantiya te bibînim.

Gur li xwe xist ku wan bijiyan biqetîne û lepên xwe veke, lê çiqas li xwe xist, bijî di çermê wî de rûniştin, rûniştin heta ku gehan hestî. Gur bêzar ma û hêvî ji Rovî kir ku wî veke. Lê Rovî got:
– Ciyê te xweş e, hema wisa bimîne heta ku ez têm…

Rovî da rê û çû, Gur jî di halê xwe de li erdê dirêjkirî ma.

Rovî di riya xwe de li mişkekî rast hat û pesnê xwe da, gotê:
– Mişko, ez êdî mezinê vê herêmê me. Divê tu jî êdî ji xebera min dernekevî. Wa ye min dest û nigên Gur girêdane û wî avêtiye wê mêrga hanê, heta ku bimre û here…

Mişk di ber xwe de keniya û got:
– Mam Rovî, wele ev xeber xweşxeber e lê min ne bawer e. Çewa tu dê karibî wî Gurê her kes jê ditirse girêbidî?

Rovî Got:
– Mişko, heke tu bawer nakî, here lê biner.

Mişk bi lez û bez çû mêrgê, dît ku rast e va ye Gur li erdê dirêjkirî ye û dest û nigên wî girêdayî ne. Mişk li dora Gur çend car çû û hat, piştre got:
– Apê Gur, xwezî min te di vî halî de nedîtiba. Heyfa mêrxasên wek te ku dikevin rewşên wisa xirab.

Gur got:
– Mişko, heke tu karibî, dest û nigên min veke.

Dema Mişk dît ku Gur xwe mihtacê wî dike, hate coşê, pesnê xwe da û got:
– Apê Gur, min gelek mêrxasên wek te ji qeyd û leleyan rizgar kirine. Ma ez ê nikaribim te bifilitînim!

Mişk bi diranên xwe, ew bijiyên ku Rovî li lepên Gur girêdabûn, kurisandin û piştre yên li lingên wî qusandin. Gur rabû ser niga û xatir ji Mişk xwest, piştre got:
– Ez ê ji vî welatî herim welatekî ku rovî û mişk lê nebin.

Mişk got:
– Çima Apê Gur? Ma qenciya min ev gotin bû?

Gur got:
– Pa lê! Ew welatê ku rovî Gurê mêrxas girêbide û mişkên hebadir jî wî xilas bikin, êdî ez ê çewa lê bisekinim?

Gur da rê û çû, Mişk jî beziya çû geha Rovî û got:
– Mam Rovî, Weleh min dizanibû ku tu hem dekvan î, hem jî mêrxas î. Lê ne hewqas… Ji îro pê ve, ez jî peyayê te me û di xebera te de me…

Rovî gote Mişk:
– Mişko, vî zemanî tenê mêrxasî yan tenê dekvanî bi serên xwe pere nakin, divê herdu bi hev re bin. Yanena, wê teba û ajalên vê herêmê, mêrxasên wek min û te bixwin û av jî di ser re venaxwun.

(Ji zarê Hecî Eliyê Zêlî)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev