KURD-WELATPARÊZ-KURDISTAN

KURD-WELATPARÊZ-KURDISTAN

Berwar Berwarî

Kesê welatê xwe hez dike, ji bo welatê xwe bi ked û fedekarî xebat dike û welatê xwe diparêze, ji wan kesan re dibêjin welatparêz. Welatparêzî helwesteke dil, wijdan û fedekarîyeke ewqas kûr e, mimkûn e ku mirov di her hêla civaka Kurd û Kurdıstanê da bibîne. Welatparêz caran şivanek e, caran xwendevanek, karkerek, nivîskarek, melayek, serokek, sîyasetmedar, hunermend, dayikeke Kurd e û hwd…
Ji bo wî ne her siyasetmedarekî/e Kurd, her nivîskarek, her hunermendek, her kesekî/e Kurd welatparêz e.

Gelo ji kî ra dibêjin welatparêz?

Welatparêz di nav civaka xwe da kesên herî hişyar, ji bo nirx û netewa xwe jî, ji herkesî herî zêdetir fedekar in. Di çekdariyê da li pêş in. Ji bo şer, berxwedan, serhildan û parastina axa welêt kesên can feda ne. Li bakurê welat û di zaravaya kurmancî da her çiqas bi navê “welatparêz“ bê bikaranîn, li başur û rojhilatê welat jî bi navê NIŞTIMAN PERWER tê nas kirin.

Kesên welatparêz ji bo xebata welatê xwe, xwe birçî, têhn û bêxew dihêlin. Welatparêz ne bi axaftin, nivîs, bang û qîran tê naskirin. Rihê welatparêzan, jin jî be, mêr jî be bi rûkenîya xwe, xwe şikênandin û bi moral û kêfxweşiya xwe, xwe dide dest.
Kurd hezar sal e bindest, Kurdistan sed sal e bi destê dagirkeran ve hatiye çar parçe kirin. Ji bo vê divê Kurd weke îro, tenê bi çekdarî ne mimkûn e pêşeroja xwe saz bikin.

Dayika me ya mezin, dayika me ya hemî Kurdan, Kurdistan bi hêvîya azadiyê ye.

Di dewlet û pergalên dijminên me da zarokê 5 salî hêj berî sibê saet 6-7 an ji xew radikin û dibin, dibistanên pergala asîmîlasyon û yên entegrasyonê. Êşa me Kurdan mixabin bi emrê biçûk destpê dike û heta bi girtî û êsîrên 80 salî berdewam dike.

Gelî welatparêz û Kurdistanîyan!
Îro rewş û halê miletê Kurd dîyar e. Bi vê nivîsê hewce nake ez zêde dirêj behsa derd û meseleyên me bikim. Lê ji bo xebata welat, gelek girîng dibînim ku nivîs û nîqaşê bi vî rengî hebin. Ji ber ku ji bo tekoşîna miletekî, netewekê ji bo xebat, doz û dawa xwe divê beriya her tiştî hişyar, xîretkar û xebatkar bî. Welatparêz di sazkirina xebata welatê xwe da kesên pêşeng, mamoste û fedekar in.
Lê mixabin ez li her çar parçê Kurdistanê ji xeynî tekoşîna çekdaran, di xebata siyaset, nîqaş û pêşketina miletê Kurd da ji bo tifaq û yekitîyeke stratejîk xebatek û welatparêzên bi xîret nabînim.
Ji xeynî enîya siyaseta Kurd di nav civaka Kurdan û di xebat û hewildanên rewşenbîrên Kurd da jî mixabin ti xebat naxwiyê. Xebatek hebe jî hinde welatparêzên fedekar, tena bi serê xwe û mixabin ne bi xebatên ji bo rojên pêş in…

Li Kurdistanê, metropolên Tirkîyê, ji şer û xebat revînî, bi hêvîya çûna Ewropa, xwendevanên tenê bi derdê eşq û peran, dewlemendên tenê xeberdanê û heyranê pere û malê dinyayê, rewşenbîrên nezan û yên tenê bi helbestkariyê, karker û xebatkarên ne xwenda. Civatên “welatparêziyê“ yên qehwe, bar û yên înternetê. Li aliyekî belengaz û tekoşêr in miletê Kurd û Kurdistanê û li aliyê din jî kesên bûrjûwa biçûk, bêxîret, kole, tirsonek, nezan, sixtekar, xayîn û hwd…

Di civaka Kurdan da çalekî û hewildan tinene, lê tu dinêrî komek bazîrganên kurd (tucar esnaf), “rewşenbîr“ û hwd… xwe ”welatperwer“ î bi nav dikin, herkesek ji xwe ra mixabin li ser navê welatparêzî û li ser nirxên “Kurd û Kurdistanê“ piyaseyek çêkiriye. Lê ev ne rewşeke dirist e!

Gelî heval û hogiran, gelî welatparêzên ezîz!
Azadî, serxwebûn û serkeftina miletê Kurd û Kurdistanê bi hişên pivoyan ne mimkûn e pêk were.
Divê welatparêzên Kurdistanê vê dewra paşiyê jî derkevin meydanê û rola xwe ya netewî, nirx û erkên welatparêziyê ji bo xebata welat bixebitînin…
Ji me hemîyan dîrok û dayika me ya mezin – Kurdistan – xebat û xîret dixwaze…
Ne dema xew û revê ye..
Dem dema azadiyê ye…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev