Ciwanmerd Kulek: Çar Neçar

Ciwanmerd Kulek: Çar Neçar

Pirtûkeke delal ji Weşanên “Avêsta”yê

Berhema Ciwanmerd Kulek ku ji 4 çîrokan pêk tê “Çar Neçar” derket.
Çîroka her tiştî heye û vê carê tiştên ku çîroka wan nehatine gotin
serpêhatiya xwe vedibêjin.
Çîrok tên gotin, gotin dibin çîrok.
Bêjeyek li xwe mikur tê, mirin dikeve dewsa jiyanê, nebûn dorê ji
hebûnê distîne, dawî dikeve pêşiya her tiştî.
Careke dî her tişt dema tê vegotin rasteqîntir dibe.
Ciwanmerd Kulek çar çîrokên xwe yên dî ji nû ve kişif dike û me li pey
çîroka wan digerîne. Kevn nû dibe, nû kevin dibe, xeyal dibe rastî,
rastî dibe xeyal, û her tişt çawa em dizanin, wiha ye.

Çar Neçar
Ciwanmerd Kulek

ISBN: 978-605-9082-93-8
10.5×18, 60 rûpel 12 TL

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev