Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -4

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -4

Welat Agirî

Rojeke yekşemê, em sê kurd; ez, Kek Seyîd û Kek Rifet, ketin rê û rêwîtiya me ya ji Quettayê ber bi Bolanê (herêma kurda) dest pê kir. Erê em sê kurd bûn, lê dudu ji wan kurdên Beloçîstanê û ez jî kurdekî Serhedê… Rewîtiya wê rojê ne gorî plan û programekê bû û birastî ji min re jî bûbû surprîzek.

Em ji şeherê Quettayê derketin, Kek Seyîd got: “Li pêşiya me xwaringehek heye, em ê ji bo taştê li wir bisekinin”. Me xwe gihand xwaringeheke beloça û bi rastî em hersê jî birçîbûn. Deh-panzdeh deqe derbasbû-nebû, xwarin û çaya me hat ber me. Lê divê vê jî bêjim ku taştêya beloçî û pakistaniyan qet naşibe taştêya me. Di taştêya wan de nan û çay heye erê bes nan û çay. Lê nan, nanê rûnî ye ku jê re dibêjin pirata. Girikên hevîr di nava rûn de dihêlin û hevîr baş rûnê xwe hildiçinîne. Pey re girikên xwe bi kirdanek vedikin û li ser sêlê dipêjin. Di destpêkê de mirov nikare bixwe lê dema tamê hildide jî nikare berde. Ev pirata, nanê rûnî, bi çaya şîrî ve tê xwarin ku çaya şîrî ji îngilizan derbasî pakistaniyan bûye. Bi qedandina xwarinê re, em derketin rê û me berê xwe da herêma kurda.

Beriya hatina Beloçîstanê di hişê min de gelek pirs hebûn, ku ez di kelecaniya bersîvên van pirsan de bûm. Yek ji wan pirsan jî derheq zimên de bû. Erê ev kurdên bi hezaran kîlomêtir ji welêt dûr bi kîjan zimanî diaxivîn? Gelo zimanê wan dişibiya kurmanciya me yan ew soranîaxêv bûn? Dê bi kîjan zimanî xêrhatinê li min bikirana? û gelek pirsên din…

Wergirtina bersîva vê pirsê zef nekişand, lê mixabin ev bersîv ne li gorî dilê min bû. Di hevdîtina me ya ewil de, Kek Seyîd weha gotibû: “You are most welcome my dear brother” (Tu bi xêr hatî, birayê min ê hêja). Xêrhatin ne bi kurmancî, ne soranî, ne jî bi devokeke kurdî ya din bû. Hezar heyf em, du kurd, bi îngilizî ji hev serwext dibûn.

Di rê de, dîsa min mijara zimên vekir û ji wan pirsî ka kurdên Beloçîstanê di nav xwe de bi kîjan zimanî xeber didin. Seyîd Kurd, ku li wir paşnavên hemûyan kurd e, got: “Em bi birawî diaxivin, lê kurdên herêmê ji xêncî birawî, beloçî, peştû û ûrdû jî dizanin”. Xwende û zaneyên wan dikarin bi îngilizî jî biaxivin ku du sedemên wê hene; yek di dibistanan de, zimanê dersên îlmî ango zanîstî îngilizî ye û sedema duduya jî heta sala 1947a Pakîstan jî koloniyeke îngilizan bû.

Kurdên Beloçîstanê li dewsa beloçî, bi birawî diaxivin û ya ecêb jî ew e, ku beloçî gelekî nêzîkî kurdî ye lê di navbera brawî û kurdî de ferq heye. Min go Kek Seyîd hûn li Beloçîstanê dijîn lê li şûna zimanê beloçiyan, hûn bi zimanê birawîyan diaxivin, ka sedema wê çiye? Seyîd bersîva pirsê nizanîbû, vegeriya ji Rifet pirsî. Rifet bi birawî hin tiştine gotin, ku wî bi îngilizî nizanîbû. Pey re Seyîd cewaba Rifet quliband îngilizî: “Wele em xwe dizanin nizanin birawî diaxivin, bavê min jî bi birawî diaxivî, bavê bavê min jî”. Li gorî bersîva Kek Rifet qenebe ev sed- sed û pêncî sal e, kurdî li wir nayê axaftin. Birastî mirov li ber xwe dikeve, xemgîn dibe û nizanim min çend cara got xwazî ax xwazî we zimanê xwe biparasta.

Lêbelê pey re ez têgihîştim ku helandin û windabûna zimên ne îşê xwazî xwazîya ye ku ev xwezayî ye û gelekî normal e. Erê ev xwezayî ye ku ev kurdên Beloçîstanê 700 sal berê ji welêt derketine. Hefsed sal, heft sedsal, heft qirn… Dema ew ji welatê xwe derketin, hê welat nebûbû meydana hespê Yaviz Selîm û Şah Îsmaîl, Melayê Cizîrî dest bi nivîsandina dîwana xwe ya kurmancî nekiribû, Ehmedê Xanî nehatibû dinê û behsa yekitiya kurda nedikir, Bababanzade bi Osmaniyan re neketibûn herbê, Mîr Bedirxan serî ranekiribû…

Heke meriv di nav grûbên mezin de kêmjimar ango kêmayetî be, hêdî hêdî taybetmendiyên xwe winda dike û dişibe civakên mezin an jî yên serdest. Ma rewş ji bo kurdên êzdî jî ne wisan e?

Piraniya kurdên êzdî sed sal berê ji ber zilmê revîn û terkeserê Ûristanê bûn. Herçiqas zemanekî bi radyo, rojname û kitêbên xwe xizmeta kurd û Kurdistanê kiribin jî, îro ew jî hêdî hêdî dihelin, tên bişavtin. Bira kes xwe nexapîne! Piraniya zarokên kurdên Ermenîstanê, Gurcistanê û Azerbaycanê kurdî nizanin. Gelo îro li Moskovayê zarokên çend malbata hene ku ji rûsî bêtir kurdî dipeyivin?

Meqseda min ne ew e, ku wan malbatan sûcdar, tawanbar bikim. Dixwazim bêjim ku guhertina komên piçûk ên pêşberî yên mezin tiştekî xwezayî ye. Rewş li bakûrê welêt jî eynî ye. Ev bîst- bîst û pênc sal e, televîzyon ketin malên kurda û ji niha ve kurmancî di civata me de bûye zimanê duduya. Heke di bîst sala de em ewqas hatibin asîmîlekirin, nizanim êdî hefsed sal şûnda emê bibin japon ya moxol…

Rêwîtiya me nêzîkî sê saeta kişand. Em diçûne gundekî kurda, mala hevalekî Rifet. Dema em ketin gund, li hemberî me, li ser tepekî dîmenek hebû ku ne xemgînî dihîşt, ne jî diltengî. Li ser gir, bi keviran “KURD” hatibû nivîsandin û ew kevirana bi kirêcê hatibûn kirêckirin. Nizanim ev ji bo kurdên ne ji bakur çi îfade dike. Lê ji bo kurdekî din bin “Ne mutlu Turkum diyene” de mezin bûye, gelek cuda bû, cihê serfirazî û bextewariyê bû.

Em ê di nivîsa xwe a li dû vê de, ji gundiyan bipirsin ka çima hefsed sal berê, welat terk kirine û berê xwe dane Beloçîstanê.

Foto: Rasheed Shahvani

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev