Ji nimûneyên zargotina me – 121

Ji nimûneyên zargotina me – 121

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 121an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

BALÛL Û XELÎFE

Rojekê xortek rabû çû, go: Ez herim cem Balûlî zane, bera min hînî misiletê bike”. Eva xorta çû, bû mêvanê Balûl, heta êvarê.

Êvarê Balûl rabû, go: -Mêvan, keremke, emê herin dîwana xelîfe, şevbihêrîya xwe bikin.

Xort rabû midasê xwe kirin pê.

Balûl got: -Mêvan, ezê temîna li te bikim. Xelîfeyî zulmkare, tu mena bi te negire, go, temîna min ewlin ewe, tu ku çûyî dîwanê, cîkî usa rûnî, ki ranebî, ew yek. Ya duda, tu li jêrê rûdinî, li jorêra xeber mede. Ya sisîya, bê xastin tiştê xwe nedî kesekî.

Go: -Belê.

-De keremke em herin.

Çûn dîwana xelîfe, hela cimaet nehatibû, mêvan çû li jorê rûnişt.

Balûl duşirmîş bû, go: “Eva yek, guh neda gotina min”.

Cimaetê hey mêvan berjêr kirin. Wextek şevê jî çû. Şîv hat dîwana Xekîfe, zebeşek anîn hatin, hema kêra mêvîn hebû, zef baş bû, destîyê wê bi durr û cewahir hatibû çêkirinê. Mêvîn bê xwestin kêra xwe derxist û bir da Xelîfe, go:

-Keremke, pê zebeş bixwe.

Xelîfe li kêrê nihêrrî, zef begem kir. Xelîfe bi xwe jî zulmkar bû. Duşirmîş bû, go: “Ez menê bi mêvan bigirim, belkî kêrê jê bistînim”, go:

-Cimaet, Xelîfe go, zanî, go, ew sal tê bîra we, wexta ki diz ketin xizna min, dizîn. Eva kêra jî hingê tev bû, birine, çûne. Îro dijminê min hatîye ser min, ez dewa zêrrê xwe lê dikim.

Eva xorta belengaz bû, sekinî, çevê Balûl nihêrrî.

Xelîfe got: -Ez îşev mêvîn bernadim, ezê bigirim.

Balûl rabû li ber sekinî, go: Îzina mêvanê min bide, ezê îşev mêvanê xwe bivim malê, sivê ezê bînim, bêm, çawa dikî, tu zanî, Xelîfe.

Xelîfe gotê: -Balûl, tuyê mêvîn bivî, hîn bikî, go, tu sond bixwe, ku tu hîn nakî, ezê bihêlim.

Balûl go: -Welle, ez mêvînra xeber nadim.

Go: -De bive here.

Balûl mêvan anî malê: duşirmîş bû, go: “Xelîfeyî zulmkare, wê sivê vî xortî seva kêrekê bikuje”. Gazî pişîka xwe kir, pişîk girte xwe, destê xwe di pişta pişîkê da, go:

-Pişo, ne min ji tera got, em ku çûn dîwanê, cîkî usa rûnî, tu ranebî. Pişo, tu çûyî li jorê rûniştî, xelq hat, tu berjêr kirin. Pişo, sivê Xelîfeyê te bikuje, tuyê îja çi cava xwe bidî, ne min ji tera got bê xwestin, tiştê xwe nede.

Guhê xort jî li sere. Xort zane jêrane.

-Pişo, sivê ku gazî te kir, cimaet hat ser hev, bêje “cmaet, hûn ji boy xwedê şedene, şevê dinê Xelîfe bû xayê kêrê”. Pişo, bêje “bavê min bazirganbaşî bû, filan salêda, li ser filan rê, bazirganê bavê min belakirin. Bavê min jî pê vê kêrê kuştibûn, eva kêra ser cinyazê wî jî hiştibûn, îsal çend sale, min ev kêr kirye cêva xwe û ez digerînim, çika kî li kêrê dive xayî. Îro, Xelîfe li kêrê bûye xayî, bi şiretî ez dewa xûna bavê xwe û bazirganê wî li Xelîfe dikim”. Pişo, tu ku xwe şaş bikî, wa nebezî, tu çûyî, mîna şevê din meke.

Sekinî sivê. Xort ew gilî kir guhê xwe û Xelîfe gazî kirê. Çû dîwanê. Çawa ki Balûl ji xortra gotibû, wî qeydeyî xort nava cimaetêda eva dera got.

Cimaetê li çevê hev nihêrrî, wê wextê Balûl rabû, go:

-Ez îro dewa xûna bavê mêvanê xwe û malê wî bi şirîetî ji Xelîfe dixwezim.

Xelîfe bi wê yekê destê xwe ji yaxa xort kişand û kêra wî dayê şûnda.

Balûl qebûl nekir, go:

-Ez dewa xûna bavê wî dikim.

Xelîfe rabû xûna bavê jî da, kêra wî jî şûnda da.

Balûl rabû, temam da mêvîn, go: -De bive here.

Mêvîn ji xwera anî, hat.

Ev bû.

Got: Ûsivê Hesen.

 

BALÛLÎ ZANE

Birê Balûl Xelîfê Bexdayê bû.

Balûl sal donzdeh meh, şixulê wî ew bû, zarara dilîst, hema Balûlî zanebû. Her wexta ji birê xwera digo:

-Tu çima xelqê dêşînî, malê xelqê dixuyî, zulmê dikî? Seba wê yekê Balûl dijminayî birê xwera dikişand.

Xortek hebû, kesîb bû, dilê wî ketibû qîza dewletîkî. Dewletî qîza xwe nedidayê, dewletî yaxa xwe jê xilas nekir, got:

-Xorto, tu were şevêd paîzê sar, heta sivê tezî ji derva bisekin, tu ku silamet sivê ketî, ezê qîza xwe bidime te.

Xort ji weca dilê xwe go:

-Bera be. Hat sekinî hetanî sivê.

Dewletî nihêrrî xortî saxe. Dewletî mene pê girt, go:

-Te îşev çi kirye û çi dîye?

Xort got: -Ez heta sivê pêxas, tezî ji derva sekinîm, her tiştê min dît li çiyayê Elegezê agirek dişxulî, her min car-cara wî agirî dinêrrî, wekî mayîn min tu tişt nedît.

Dewletî duşirmîş bû, rabû çû vem Xelîfe, girt deh zêrr da Xelîfe, go:

-Hal û hewalekî wa dest daye. Xort ku hat cem te, gerek tu menê pê bigirî, bê: “te xwe ber wî agirî germ kirye”.

Xort rabû, çû cem dewletî, go:

-Ka dergîstîa min?

Dewlemend got: -Ez nadim te, te xwe ber êgir germ kirye. Xort rabû çû cem Xelîfe şikyat kir.

Xelîfe gazî dewlemend kir, go:

-Tu çira dergîstîa wî nadêyî, wekî te pêra xever daye?

Dewletî got: -Xelîfeyî saxbe, min gotîye, ki ew heta sivê xwe ber agir germ neke, ewî îşev xwe ber agirê Elegezê germ kirye.

Xelîfe got: -Wekî usane, qîz ji tera nakeve, te xwe ber êgir germ kirye.

Xortê belengaz rabû, çû cem Balûlê zane, go:

-Ji boy xwedê be, hal û hewalê min û Xelîfe wa bûye.

Balûl wê şevê nehişt xort cîkîda here. Sekinî sivê. Balûl jina xwera got, go:

-Evda xwedê, rave, em îro gazî Xelîfe kin.

Jinê rabû, tendûr dada; Balûl sîtila avê tijî kir, bir çû ser xênî, da ser kulekê û şande pey Xelîfe. Xelîfe û dewletîava teglîfkirin, anîn malê, dan rûiştandin. Gelekî rûniştin, Xelîfe got: -Balûl, ka nanê te, êvare, emê herin.

Balûl jina xwera got, go: -Zû bike, tendûrê bişxulîn, derenge.

Xelîf go: -Balûl, ka nanê te ser tendûrê?

Balûl gotê: -Xelîfe, minê sîtil daye ser kulekê, wê bikele.

Xelîf got: -Mala te xirav be, tendûr kêderê, kulek kêderê, wê çawa bikele?

Balûl jêra got: -Qurba, çira serê Elegezê agir dişxule, eva xorta xwe li ber germ dike, tu, dewletî dergîstîa wî nadinê, eva orta du mêtre, çima wê nekele. Balûl go: -Xelîfe, bese wê zulmê bikî, jina mêrik bidê.

Xelîfe rabû li ser gotina Balûl dîsa dergîstîa wî dayê. Xort bir, çû.

Got: Ûsivê Hesen.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev