Tevrabûnên li Kurdistana Îranê -1

Tevrabûnên li Kurdistana Îranê -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Tevrabûnên li Kurdistana Îranê”. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 121

Eger li Tirkîyê, Îraqê û Sûrîyê problêma kurdan ji mîrata Împêratorîya Osmanîyê ma û ji ber wê jî, xwesma di salên pêşin yên hilweşîna Împêratorîyê da, di rewşa kurdan û çareserîya pirsa kurdan da gelek tiştên tomerî hebûn, lê li Îranê ew problêm herdem jî bi taybetmendîyên xwe va dihate cudakirin û berbiçav diket. Lê ferq ne pir mezin bû, xwesma di navbera kurdên Îranê û Tirkîyê da. Ji ber ku Tirkîye û Îran piştî şerê hemcihanê yê yekemîn di şertên dîrokî yên wekehev da bûn. Piştî çend salên tevlihev yên dû şêr ra li van welatan desthilatên zordar hatine ser hukum, ku hewil didan di hêla sosîalî, kûltûrî û sîyasî da welatên xwe nûjen bikin, lê bi şertê, ku sîstêma dewletê ya miletîyê serdest be, ku nehêlin sêparatîzma miletên kêmjimar serî hilde. Lema jî şovînîzma miletê serdest derkete dijî nasyonalîzma miletên zêrandî. Li Tirkîyê ji miletên zêrandî pirtir kurd bûn, li Îranê xên ji kurdan – azirî, ereb, belûc û turkmen bûn. Hema pirmiletîya Îranê bi şûndamayîna di hêla aborî û sosîalî-sîyasî va wê bibe bingehê lêkolîna pirsa miletîyê, herwiha pirsa kurdan jî, li vî welatê kevinare da.

Wek gelek caran di nivîsan da hatîye destnîşankirin[1], piştî şerê hemcihanê yê yekemîn Îran kete nava krîza kûr û heralî û ew bû sebeb, ku 21ê sibatê sala 1921ê li vir derbe çê bû. Li welêt di wan salan da dest bi tevgerên cudaxwezîyê yên eşîretên kurdan, lûran, bextîyaran, turkmenan, ereban bûn. Di nîveka sala 1923an da zora piranîya wan tevgeran birin, lê di payîza heman salê da ew tevger dîsa geş bûn. Hema wan deman Riza xan bû serekwezîr, qiral Ahmed xan ji text hate avîtin û ji welêt hate derxistin, krîza dewletê hîn xurttir bû. Di meha çileya pêşin sala 1925an da Riza xan herwiha text û tacê şah jî bi dest xist, binemala Pehlevîyan ya nû îlan kir û di sîyaseta xwe ya hundurîn da xwe li riya ji holê rakirina sêparatîzma eşîrtîyê ya miletên kêmjimar girt.

Ew derba ku ewî dema wezîrê leşkerîyê û serekwezîr bû li sêparatîzma eşîrtîyê xist, ya pir xedar bû, lê ne ya mirinê bû. Serokatîya eşîrtîyê her tişt bi dilê xwe dikir, desthilata navbendê bendî tiştekî ne dihesiband û bac ne dida xezîneya dewletê. Wek ku V. P. Osêtrov di gotareke xwe ya derheqa rewşa hundurîn ya Farizistanê di salên 1923-1924an da nivîsîye, meriv dikare li welêt “rastî hinek şanoyên fêodalîya Farizistanê bê, ku serokatîya sîyasî ya ji Londonê bi awayekî serketî rêjîsorî lê dikir”[2].

Gotinên ha yên ne îzbatkirî yên derheqa “rêjîsorîkirina” îngilîsan da, wek ku îdî hate destnîşankirin[3], di nivîsên lêkolînerên Sovyet yên salên 20î da pir bûn. Wek ku M. G. Galkovîç nivîsîye, li Farizistanê tevgera kurdan ya li rex sînorên Yekîtîya Sovyet “bi alîkarîya îngilîsan” dimeşîyan[4]. Ev vêrsyon ji alîyê komên fermî yên Tirkîyê da jî dihate testîqkirinê. Wezîrê Tirkîyê yên karên der Şukru Kaya di sohbeta bi nûnerê Sovyet yê herdemî Ya. Z. Sûrîs ra bi bawerî digot, ku aktîvbûna Simko, ku ji ser axa Tirkîyê derbazî ser axa Farizistanê bûye, “karê destê îngilîsan bû”. “Îngilîs,- wezîr gotina xwe berdewam dike,- li Kurdistanê amadekarîya emelekî mezin dibînin, bona dor li Şêx Mehmûd bigirin”, û eva yeka ji bo Tirkîyê xeter e. Sûrîs amade bû bi gotinên sohbetvanê xwe ra razî bibe, dema ewî behsa aktîvbûna îngilîsan li Farizistanê dikir û digot, ku “hatina îngilîsan li Kurdistanê” ji bo Farizistanê xeter e[5].

Em careke din destnîşan bikin, ku berjewendîyên îngilîsan di wî karî da hebû, ku rewşa li Farizistanê tevlihev e û ewê bikaribe hukumê xwe li ser eşîretan wek berê biparêze û li ser vê pirsê tu şik tune. Lê herwiha li ser wê yekê jî şik tune, ku London di nîveka salên 20î mecbûr bû xwe ji sîyaseta berê ya kar û emelên eşkere li Îranê dûr bixe û dewsa wê hinek piştgirîya desthilata Riza xan kir û bi wê ra tevayî jî zor lê dikir bona parastina berjewendîyên Brîtanîyayê li welêt û herêmê. Lema jî îngilîs ne dij bûn, ku hêzên ordîya Îranê û polîsên wê êrîş bibine ser tevgerên kurdan û miletên din, lê bi şertê, ku zirar negihîje daxwazên Brîtanîyayê yên li ser sînorê Îraqê û navçeyên bi neftê va dewlemend, ku nêzîkî Tengava Farizistanê ne.

Bi vî awahî, zêdebûna tevgerên sêparatîstîyê, berî gişkan yên kurdan û eşîretên nêzîkî wan, ku ji nîveka duduyan ya sala 1923an li Farizistanê destpê bûn, zêde ne bi helandayîna îngilîsan bûn, lê di rûyê sebebên hundurîn da bûn û ji wana jî ya sereke xurtbûna sîyaseta desthilata Riza xan bû, ku mêtodên zordestîyê bi kar dianî[6]. Lê îngilîsan jî di hindava xwe da bi guhdar bala xwe didan ka li herêmên Îranê yên ji navbendê dûr çi diqewime û li wir karê xwe yê cesûsîyê-rêçgerîyê dimeşandin[7].

Di destpêka sala 1924an da guhê Tehranê li ser Lûristanê bû, ji ber ku li wir eşîretên lûran yên qewimên kurdan dijî hukumetê serî hildabûn. Di meha sibatê da leşkerên hukumetê zora wan birin, bajarê Lûristanê yê sereke – Xorremabad zevt kirin û lûran zirareke mezin dîtin. Serketîyan lûr zêrandin, çend serekên wan darda kirin, mehkemeyên leşkerî dada teşkîldar û tevbûyên serhildanê dikirin[8].

Lê lûr ne şikestin, û di meha gulanê sala 1924an da serhildan dîsa dest pê bû. Leşkerên Riza xan zirareke mezin dîtin û mecbûr bûn Xorremabadê bihêlin, jê derkevin. Li Lûristanê dest bi şerekî giran bû, cara pêşin dijî lûran balafir hatine bikaranînê û leşkerên hukumetê cara duduyan Xorremabad zevt kirin. Zora ûsyanvanên kurd birin. Riza xan di îlona sala 1924an da bi xwe seredana wê herêmê kir[9].

Di nîveka duduyan ya sala 1924an da dîsa behsa Simko kirin. Deng bela bû (xuya ye, bê bingeh), ku ew piştgirîya wê yekê dike, ku Mûsil di nav axa Tirkîyê da bimîne. Nêzîkî aqilan e, ku dengdayîna van behsan bi wê yekê va girêdayî bû, ku serokê kurdan dixwest bi lingekî li Tirkîyê be, bi lingê din li Îranê be. Hema di wan deman da rewş li ser sînorê Tirkîyê-Îranê sert bû. Hela di buhara sala 1924an da eşîreta kurdan ya mezin û xurt – Pişder (15 hezar meriv) ji Tirkîyê derbazî Îranê bû. Tehran, ku sîyaseta qewînkirina sînoran dida derbazkirin (ew yek tu caran nebûye), hewil dida bi wê yekê va pêşî li hatina Pişderan bigire û wana bê çek bike. Kazakên Farizistanê û desteyên eşîretên kurdan yên dijî Pişderan derxistine himberî wan. Di encamê da Pişder careke din paşda şandine ser axa Tirkîyê.

Li ser vê tevlihevîya ser pirsa sînoran Simko hewil da karê keve. Ewî êrîş bire ser Meragê û Mîandobê û de`w kir Ûrmîya, Salmas û Xoy bikine nava axên di bin hukumê wî da. Desthilata Farizistanê bi serokatîya qumandarê hêzên leşkerî li Azirbêcanê Ebdulla xan dijî Simko emelê cezakirinê teşkîl kirin û bi wê ra tevayî deng bela kirin, ku ev hemû kirên îngilîsan in û bangî bazarên Kurdistana Îranê û Azirbêcanê kirin eşîya û xurekên îngilîsan nefiroşin û ji serokatîya kurdan çend serkar dîl girtin[10].

Lê hêzên hukumetê nikaribûn zora Simko bibin û Riza xan got, ku ewê bi xwe wê meselê hel bike. Hukumetê bona şerê serokê kurdan bike, ji banka Şahinşahê 500 hezar tûman deyn kir. 13 û 14ê tebaxê sala 1924an leşkerên hukumetê bi serokatîya Riza xan derbeke xedar gîhandine Simko, ew ji qesira Çexrîk-qelê raqetandin. Di wî şerî da Simko 3 hezar leşker şehîd da, lê hukumetê – hezarek leşker. Wana kanên neftê yên dewlemend zevt kirin[11]. Lê ji Tehranê ra li hev nehat tam ji heq û hesabên Simko bê der. Şer heta dawîya sala 1924an ne betilî. Tenê di meha çileya pêşin Simko û Ebdulla xan peymana derheqa aştîyê da îmze kirin û biryar kirin Simko derbazî Farizistanê bikin, bona ew, wek dibêjin, ber çavan be[12].

Tevgerên dijî hukumetê li cî û warên din yên kurd lê diman jî diqewimîn. Serekê eşîreta Kelhoran Serdar Reşîd, ku di bin çavdêrîya Tehranê da bû, revî başûr û li wir dest pê kir di nav eşîra xwe da çek bela kir. Li vira, nêzîkî Kêrmanşahê ocaxeke dijî desthilata Tehranê xuliqî. Di nivîsan da heta behsa ”fêdêrasyona” ereban, bextîyaran û lûran ya bi serokatîya Şêxê Mohemmerê (ji Xoremşeherê) Xezal dikirin, ku dijî tevgera komarîyê li Tehranê bû û piştgirîya ”parastina qiralîyetê û bingehên îslamê” dikir[13]. Hilbet, tu fêdêrasyonek tunebû, lê pêşenîya eşîretên dijî hukumetê hebû û ew ber çavan bû. Serdar Reşîd jî xwe gîhande wan. Şêx Xezal bi her awahî hewil dida pêşî li wan hewildanên hukumetê bigire, ku dixwest navbera kurdan û ereban xirab bike, bona kurdan bîne alîyê xwe. Ewî di şandinnameyeke xwe ya ser navê serokekî kurd ha nivîsîbû: ”Konfêransa Vêrsalê serxwebûna Kurdistanê kefîl kiribû. Ez ji boy navê serxwebûna we şer dikim”. Xezal ji kurdan ra digot, ku ew ser dînekî ne (sunî ne). Herwiha bangawazîyên dijî îngilîs jî dihatine bikaranînê. Terefdarê Xezal – serekê eşîreta Xerqî Hecî axa digot: ”Îngilîs dixwezin Kurdistanê bikine bin hukumê xwe. Tirk jî wê yekê dixwezin. Lê Farizistan, eger têra xwe xurt bûya, wê hemû hêvîyên me yên bona serxwebûna ji binî va rakira”[14]. 

Riataza

[1] Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsa kurdan, rûpel 215-227; Jîgalîna O. Î. Tevgera kurdan ya miletîyê li Îranê (1918-1947). M., 1988, rûpel 46-58.

[2] Osêtrov V. Nivîsên derheqa rewşa aborî li Farizistanê. Rohilata dagîrkirî. Nivîsên sosîal-aborî. M., 1924, rûpel 142.

[3] Lazarêv M. S. Împêrîalîzm û pirsa kurdan, rûpel 222-227.

[4] Galkovîç M. G. Rohilat û Yekîtîya Sovyet, rûpel 71.

[5] DVP. Cild 8, M., 1963, hejmar 23, rûpel 61.

[6] Di nivîsên Sovyet yên salên 20î yên sedsala 20an da zêde îngilîs dihatine gunehkarkirinê, ku helanan didine eşîretan li Îranê serî hildin, lê nivîsên eksî wan jî hebûn, ku ne zêde pir bûn. Ji bo nimûne, B. Şûmyaskî dij bû, ku di serhildanên li Kurdistanê, Xorasanê û Belûcistanê da sûc her tenê yê cesûsên îngilîsan e. Ewî destnîşan dikir, ku sûc yê tevaya sîstêmê û desthilata zordest ya Riza Şah Pehlevî ye (Şûmyaskî B. Pirsên ne zelal yên dîroka nû ya Farizistanê.- Rohilata Şorişgerîyê. 1927, hejmar 1, rûpel 35).

[7] G. Lênçovskîyê zaneyê wî karî destnîşan kirîye, ku plana îngilîsan ya sazkirina dewleta kurdan ya lêpok di destpêka salên 20î da hate sekinandin, ji ber ku ew karekî bi xeteran va dagirtî bû. Dewsa wê wana sîyaseta wekehevtîyê û aramîyê li Rohilata Nêzîk raber kir, eger wisa nîbûya, wê Sovyet karê keta. Xên ji wê, li Îngilîs bal kişandine ser fikira civaka ereban. Lê ew ne dihate wê maneyê, ku dostanîya bi kurdan ra li Londonê piş guhê xwe va avîtine. Bi riya cesûsîya Brîtanîyayê bi eşîretên kurdan ra pêwendîyên baş hebûn bi armanca:

1.pirsa kurdan wek cokêr bi kar bînin, eger bi Bexdayê û Tehranê ra dijwarî derkevine holê;

2.pêşî li her hewildanên hukumê Yekîtîya Sovyet û Almanîyayê bigirin (Lenczowski G. The Middle East in World Affairs. Ithaca, 1952, rûepl 236).

[8] OM. 1924, hejmar 3, rûpel 194-195; 1924, hejmar 5, rûpel 324; NE. Hejmar 688, 28.02.1924, rûpel 218. 373.

[9] OM. 1924, hejmar 6, rûpel 394; 1924, hejmar 10, rûpel 637; NE. Hejmar 688, 17.07.1924, rûpel 59; hejmar 699, 02.10.1924, rûpel 344; Toynbee A. J. The Islamic World, rûpel 539.

[10] OM. 1924, hejmar 10, rûpel 627; NE. Hejmar 710, 18.12.1924, rûpel 633-634. Dûmpîs M. Farizistana Bakur. Kurd.- Rohilata dagîrkirî. Nivîsên sosîal-aborî. M., 1924, rûpel 329, 335, 336, 342.

[11] AVPRF, fonda Beşa Rohilata Nêzîk, rêza 5a, dexle 1, defter 105, belge 70. Rêfêrêntûra derheqa Farizistanê.

[12] Dîsa li wir, rêza 4a, çenteya hejmar 1, defter 105, belge 86, hejmar 23. Jênivîsara ji kronîka (derheqa Ûrmîyê da), 06-20.12.1924.

[13] Dîsa li wir, çenteya 5a, dexle 1, defter 105, belge 8. INOROSTA, 14.05.1924; Îrandûst. Çîn û partîyên Farizistana dema me. – Malhebûnîya cihanê û sîyaseta cihanê. 1926, hejmar 2, rûpel 63; Mêjdûnarodnaya letopis. 1925, hejmar 2, rûpel 99.

[14] AVPRF, fonda Beşa Rohilata Nêzîk, çenteya 5a, dexle 1, defter 105, belge 419. Bûyerên di mehên nîsan-tîrmeha 1924an; çenteya 7a, rêza hejmara 1ê, deftera 106, belge 351. Jênivîsara ji naveroka gotarên sîyasî li Ûrmîyê di meha çirîya paşin sala 1924an da.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev