“Xweşîya bi êş” ya Bavê Nazê

“Xweşîya bi êş” ya Bavê Nazê

Ji weşanên Lîsê

Di civak, malbat, tevn, tore, pergal, gerdîşa kevneperest de rêwingiya giyanî ya jineke ku ne dikare û ne jî dixwaze mêytîbûna xwe înkar bike û ne jî ji ber van teşeyên hanê yên civakî û exlaqî nikare kefenê şermoktîya xwe biçirîne da ku him karibe xwe wekî xwe qebûl bike û him jî xwe wisa bide qebûlkirin.

Bavê Nazê di “Xweşîya bi êş” de bi Sûlav û Mîdyaya hevala wê, kaya kevn a hest û hizrên jinan ên ku hatine veşartin, ji nû ve li ber bê dixe û bi vê re em dibînin ku Sûlavê bêyî ku guh bide tevn û toreyên civakî dide dû dilê xwe, ligel ku têdigihêje bi êş e jî ji wê xweşiyê venagere.

Xweşîya bi êş, Bavê Nazê, roman, 64rûpel, Weşanên Lîs 2017 , Amed

ISBN: 978-605-9295-64-2

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev