Jiyana Têmûrê Xelîl bi serpêhatî û bûyerên balkêş dagirtî ye

Jiyana Têmûrê Xelîl bi serpêhatî û bûyerên balkêş dagirtî ye

Hevpeyvîna “Bûyerpress”ê bi rojnamevan û nivîskarê binavûdeng ra

Têmûrê Xelîl, di sala 1949′ê de li paytexta Ermenîstanê “Êrîvanê” ji dêya xwe bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistanên bajêr dixwîne. Paşê li zanîngehê tevlî beşên fîzîkî û matematîkî dibe û piştî 5 salan derdiçe.

Piştî ku xwendina xwe bi dawî dike, êdî bi qasî sê salan (ji 1974′ê hetanî 1977′ê) li çiyayê Elegezê li gundê Kurdan – Pampa Kurdan mamostetiyê dike.

Dema ku li gundê Kurdan mamostetî dikir, carinan nivîsên xwe ji rojnameya Rya teze re dihinartin.

Piştî demekê, êdî redaktorê rojnameyê jê dixwaze ku tevlî xebatên rojnameya Rya teze bibe.

Ji 1977′ê hetanî 1981′ê, li rojnameya Rya teze xebatên rojnamegerî yên cûrbicûr dike.

Ji ber têgihiştina wî ya di babetên çand û wêjeya Kurdî de, êdî di 1981′ê de Radyoya Êrîvanê daxwaznameyekê jê re dişîne, da ku tevlî karê radyoyê bibe.

Têmûrê Xelîl di pê sê salan re ji xebata di radyoya Êrîvanê de, careke din vedigere rojnameya Rya teze û xebata xwe hetanî 91′ê didomîne.

Ji 91′ê û bi şûn de, êdî kar û xebatên Têmûrê Xelîl dikevin di çarçoveyeke berfirehtir de.

Di nêva rojname, radyo, komele û navendên girêdayî çanda Kurdî de li Moskoyê dixebite, paşê diçe Siwêdê.

Aniha li Siwêdê dimîne.

Ji bilî endametiya di çend kom û hevgirtinên Kurdî de, aniha Berpirsyarê Malpera Ria Taza ya Beşê Kurdî ye. Ji dehên salan ve ye ku berhemên Kurdzan û Rojhilatzanan ên girêdayî dîrok û çanda Kurdî, werdigerîne bo zimanê Kurdî. Her wiha berhemên Kurdî yên bi tîpên kîrîlî û tîpên latînî yên bi alfebeya Erebê Şemo, vediguhêze bo tîpên alfebeya Mîr Celadet Bedirxan.

Jiyana Têmûrê Xelîl ê ku li tevahiya heremên Kurdan û pirî deverên cîhanê geriyaye, ji serpêhatî û bûyînên balkêş dagirtî ye.

Di vê hevpeyvînê de hem xebata Têmûrê Xelîl, hem jî xebatên Rojnameya Rya teze, malpera Ria Taza, Radyoya Êrîvanê û Radyoya Kurdî a Moskvayê binasin.

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtanî

-Dema mirov li jînenîgariya te dihinêre nemaze ji hêla xwendina te ve, rastiyek diyar dibe ku xwendina te dûr ji babetên wêjeyî û rojnamegerî ye. Îcar me dixwest destpêka şopandina te ji rêyên rojnamegerî û nivîskarî re, binasin…?

Her tişt ji malê hat…

Dema ku dêya min û bavê min li radyoyê dixebitîn, li malê jî kar dikirin.

Nivîsên xwe li malê dinivîsîn û nivîskarên mezin jî yên wekî Erebê Şemo, Haciyê Cindî û gelekên din, dihatin bal me.

Îcar dema ku wan dest bi nivîsînê dikir, min jî bi çavekî li wan meyze dikir.

Êdî hêdî hêdî ez ji wan nêzîk bûm û ketim nava ewê govendê.

Wekî din jî dema em zarok bûn, eger me pirsek ji dêya xwe yan jî ji bavê xwe bi zimanê Rûsî yan jî Ermenî bikira, bersiv nedidan û em neçar dikirin ku pirsa xwe bi zimanê Kurdî bikin. Dema me bersîva xwe jî dida, eynî tişt diqewimî.

Kurd negihane wê astê ku qîmetê bidin wan berheman, ên ku tiştên pir balkêş der heqê dîroka Kurdî de, vedihewînin.

-Di biwara wergerandina berhemên Kurdzanan de, xebateke te ya berçav heye. Tu ji dergehê wergerê derbasî qada nivîskariyê bûyî yan..?

Tu caran di bala min de tune bû ku ez ê pirtûkan çap bikim.

Lê çi li vira heye, gelek nivîskarên Rûsî, Ermenî, Cihû û ji yên neteweyên din jî… bi dehan sal kar û xebat di ber çand û dîroka Kurdan de kirine, pirtûk çap kirine û lêkolînên hêja kirine.

Ne tenê wiha, lê belê piraniya wan xwe hînî zimanên Farisî û Erebî kiriye, da ku bi rêya wan zimanan xizmetekê ji çand û dîroka Kurdî re bikin.

Îcar tenê Kurdên li Emrenistan, Rûsya û Gurcistanê dikarîbûn ewan berheman bixwînin, ji ber hin ji wan bi zimanên Rûsî û Ermenî ne, hin jî bi tîpên Kîrîlî ne.

Armanca min ji wergerandin û tîpveguhastina wan berheman ew e ku Kurdên tevahiya Kurdistanê karibin berhemên cem me ser kurdan û Kurdistanê çapbûyî bi zimanê dayka xwe bixwînin.

Jixwe ev ne karê tu hikûmetan e, ne jî karekî fermî ye, ez vî karî bi daxwaza dilê xwe dikim.

Tişta ecêb jî ew e ku hin Kurd ji min re dibêjin eger tu van berheman wergerînî zimanê Tirkî, em ê çap bikin ji ber ku bêhtir tên firotin.

Kurd negihane wê astê ku qîmetê bidin wan berheman, ên ku tiştên pir balkêş der heqê dîroka Kurdî de, vedihewînin.

Wek nivîskar jî, sê pirtûkên min yên şexsî derketine, hemû jî ji jîyana kurdî ne.

-Her çi qas xebateke te ya dûr û dirêj di barê wêjeya Kurdî de heye jî, lê bêhtirî xwe tu bi xebata rojnamevanî têyî naskirin.

Gelo tu xwe wêjevan dihesibînî, yan jî rojnamevan?

Ez kar datînim pêşiya xwe û dikim, îcar hûn çi navî li min dikin, bikin.

Min li Moskoyê jî rojnamevanî li du cihan kiriye.

Carekî jê ez pênc salan di rojnameyeke Kurdî de a bi zimanê rûsî Golos Kurda (Dengê Kurd) xebitîm, cîgirê berpuirsyar bûm. .

Cara duyan jî di 2008′ê de li Moskoyê radyoyeke fermî ya Kurdî vekirin û gazî min kirin. Li wir jî alîkarî ji wan re lazim bû û ez bi qasî sal û nîvekê li wira xebitîm.

Der barê Kurd û Kurdistanê de, min di rojname û kovarên Ermenî û Rûsî de jî gelek nivîsiye.

Lê piraniya nivîsên min di rojname û kovarên Kurdî da çap bûne.

Min karekî din jî da pêşiya xwe û min bi ser xist. Ew pirtûkên ku ji sala 30′î ve û hetanî niha li Ermenîstanê bi Kurdiya tîpên kîrîlî çap bûne, min bi alîkariya her du keçên xwe, tevahiya wan veguhastin bo tîpên latînî.

Ji bilî van karan, ji sala 1930′î hetanî sala 1937′ê, çend berhem bi latîniya Kurdên Sovyetê (alfebeya Erebê Şemo) çap bûbûn, min ew jî veguhastin bo tîpên latîniya Kovara Hawarê û aniha çendek ji wan çap bûne.

Ji 120 rojnameyên ku li Ermenîstanê derdiketin, Rya teze yek ji 4 rojnameyên herî serkeftî bû li ser asta Sovyetê, ji ber ku organa Komîteya Merkezî ya Partîya Komûnîstî ya Ermenîstan, dewlet û hukumetê bû.

-Wekî malbata Xelîlê Çaçan, xebateke wê ya bêhempa di Radyoya Êrîvanê û Rojnameya Rya teze de heye. Eger tu bi kurtebirî li ser dîroka avabûna van herdu dezgehan biaxivî…

Rya teze di 1930′î de derketiye. Di hefteyê de du hejmar jê derdiketin, anku mehane 8 hetanî 9 hejmar derdiketin. Wê çaxê bi piştgîriya Moskoyê derdiket. Plana Moskoyê ew bû ku bi rêya van rojnameyan piştgîriya kêmneteweyan bike.

Wiha dom kir hetanî salên 90′an, dû ra Sovyet hilweşîya, ocaxên me yên çandî jî hilweşîyan.

Radyo di sala 1955′ê de vebû, lê heta sala 1957an tenê wekî test bû.

Du kesan lê kar dikir, yek jê dêya min bû.

Moskoyê di 1957′ê de xwest ku wê radyoyê bike fermî, îcar bavê min ji serokatîya beşa çandî a navçeya Araratê anîn û ew kirin redaktorê serekê yê ewê radyoyê.

Û bavê min hetanî 1981′ê li wir ma.

Ew qas sitran û tiyatro li radyoyê hatin tomarkirin. Lê di destpêkê de gelek zehmetî dihatin dîtin, ji ber ku di sitranên me de jinrevandin, mêrkuştin, tolhildan û gelek tiştên wiha hebûn; îcar Moskoyê jî destûra tomarkirina evan sitranan nedida. Lê bavê min rê dît û hemû jî tomar kirin.

Bi Moskoyê re danûstandin çêbûn, û ji Moskoyê hat xwestin ku ev çand û kultûra me ya dewlemend, divê winda nebe.

Ew radyo tenê ne ya Êrîvanê bû, lê belê bi Moskoyê ve girêdayî bû.

Wî çaxî jî 10 hetanî 12 kesên xwende û zana li radyoyê dixebitîn û karekî bêhempa kirin.

-Du bêjerên jin ên pêşî li nêva Kurdan hene, yek jê “Eznîva Reşîd” e ku dayîka te ye û ya din jî “Zeyneba Îbo” ye.

Hin dibêjin bêjera pêşîn “Eznîv” e, hin jî dibêjin “Zeyneb” e. Tu çi dibêjî..?

Hin kesan, wek Eskerê Boyîk û Emerîkê Serdar nivîsine ku salên 30′î radyoyeke Kurdî tune bû.

Eger radyo hebûye jî, ser demeke pir kurt, ya ne fermî, ya cêribandinê bûye, tenê li Êrîvanê hatiye guhdarîkirin û negihaye gundewaran, ji ber ku weşana wê gelekî lawaz bû.

Wê radyoyê tenê du-sê hefteyan kar kiriye û paşê gotine ku bi ser neketiye.

Hema bibêje ku weşana wê tenê di çarçoveya du kîlomitreyan de bû.

Îcar tu agahî û arşîvên wê radyoya ku dibêjin Zeyneb xanim lê xebitiye, tune ye, ji vê yekê tiştekî piştrast tune.

Weqfa Îsmayîl Beşîkcî pirtûkek li ser dîroka Radyoya Êrîvanê çap kiriye ku ji serî hetanî binî tiştekî rast tê de tune.

-Piştî derketina pirtûka Zerî Înanç ya bi navê “Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî”, der barê agahiyên li ser xebatên Xelîlê Çaçan û malbata Celîlan di Radyoya Êrîvanê de, dubendiyek derket holê.

Hin kes dibêjin ku Têmûrê Xelîl xebata malbata Celîlan sivik dinirxîne û dijayetiya wan dike. Tu çawa van gotinan dinirxînî?

Min nedixwest vê pirsê vekim, lê ji ber ku te pirsî ez ê bersiv bidim.

Weqfa Îsmayîl Beşîkcî pirtûkek li ser dîroka Radyoya Êrîvanê çap kiriye ku ji serî hetanî binî tiştekî rast tê de tune.

Tu pirtûkê vedikî, di pela pêşîn de wêneyê Casimê Celîl e û di nava pirtûkê de jî hemî resm û wêneyên malbata wî ne; xwedêgiravî wan radyo çêkiriye û bi rê ve biriye.

Lê rastî çi ye, di sala 55′ê de ew radyo têstî bû. Dêya min û Casimê Celîl tê de kar dikir. Dema ku ji Moskoyê komîteyek hat û lê nihêrî, dît ku Casimê Celîl di nava du salan de hîç karek nekiriye, karê ku kiriye jî, ne karekî tam e.

Di 55′ê de dema ku Karapêtê Xaço hatiye radyoyê da ku sitranên xwe tomar bike, Casimê Celîl bera wî daye.

Yek ji nimûneyan ew e ku di 55ê de dema ku Karapêtê Xaço hatiye radyoyê da ku sitranên xwe tomar bike, Casimê Celîl bera wî daye. Derheqa vê yekê da Karapêt di reportaja zindî a Mehmet Aktaş da dibêje.

Dema ku komîteya Moskoyê Casimê Celîl ji kar diavêje û bavê min dike serok, bavê min dibêje ez nahêlim ku Casim bêkar bimîne û bila her li bal min kar bike.

4 beşên radyoyê hebûn (beşên edebiyatê, çandê, karûbarên partiyê û malhebûna gundîtiyê) ku bi nivîsînê ve girêdayî bûn û bavê min nedikarî ewan beşan bidiyê, ji ber ku Casimê Celîl nedizanî binivîse.

Îcar bavê min beşa sitranan dayê û gotê divê tu dengbêjan bînî, li wan birênî û li radyoyê sitranan ji wan re tomar bikî.

Casimê Celîl 6 salan li ber destê Xelîlê Çaçan xebitiye, û pirtûkek aniha çap bûye ku hemî karên radyoyê dike ji para Casimê Celîl..!

Ew pirtûk behsa xebata Celîlê Celîl û Zîna Celîl a di radyoyê de dike, ev herdu kes tenê yek se’etê di radoyê de nexebitîne.

Piştî ku Casimê Celîl ji radyoyê derdikeve, keça wî Cemîla Celîl tê beşa sitranbêjiyê û dikeve şûna bavê xwe, ew jî bi serokatiya bavê min.

Her kes dizane ku bavê min 24 salan û dêya min 27 salan di radyoyê de kar kiriye, ya xwe jî nabêjim ku min 4 salan kar kiriye; evê kitêbê qet behsa vê xebata malbeta me, a zêdeyî 50 salan nekiriye.

Danûstandina Moskoyê bi qasî 24 salan bi awayekî rasterast, bi bavê min re bû.

Ez texmîn dikim ku ev pirtûk an bi nezanî, an jî bi zanebûn hatiye çapkirin da ku radyoya me reş bike.

Kitêb çawa hatiye nivîsîn, Zerî Înanç bi Celîl re rûndine û Celîl jî ji serî heta binî derew lê kiriye.

Aniha çend nivîskar hene xwe dane ber nivîsîna pirtûkekê ku tê de dê rastiya dîroka radyoyê diyar bikin û di demeke nêzîk de derdikeve.

Min du hevpeyvîn bi Cegerxwîn re kirin, yek jê se’et û nîvek e, ya din jî 40 deqe ye. 

1381671_747412501951449_698558925_n

-Di sala 1982‘yê de, te di yek rojê de du hevpeyvîn kirin. Yek bi Seydayê Cegerxwîn re, ya din jî bi Profêsor Qanatê Kurdo re. Eger tu bîrdanka xwe tev bidî û ji me re serpêhatiya herdu hevpeyvînan bibêjî…

Herdu hevpeyvîn min di yek rojê de kirin, ji ber ku Cegerxwîn çûbû bal Qanatê Kurdo li Lênîngradê.

Qanatê Kurdo telefonî min kir û gote min ancex tu li vira karibî rastî Cegerxwîn werî. Wê hingê min kurê Cegerxwîn “Azad” jî nas dikir, li Moskoyê wî jî ji min re got ku Cegerxwîn hatiye.

Min du hevpeyvîn bi Cegerxwîn re kirin, yek jê se’et û nîvek e, ya din jî 40 deqe ye.

Bi Qanatê Kurdo re jî bi qasî 40 deqeyan min hevpeyvîn kir.

Wê demê hin pirsgirêk û alozî jî li ser hevpeyvîna min a bi Cegerxwîn re çêbûn, ji ber hin Kurdên hesûd digotin ku Cegerxwîn ne Kurdê Sovyetê ye û nabe em propogendayê jê re bikin, lê ji ber ku ez di radyoya kurdî da wek berpirsyarê beşê bûm, min ew hevpeyvîn belav kir.

Ji bilî vê yekê jî, wê demê Ordîxanê Celîl jî hebû û li bal Qanatê Kurdo kar dikir. Qenat jê re gotibû ma ji ber çi tu jî bi Cegerxwîn re hevpeyvînê nakî, gotibû: “Ez bi biyaniyan re nakim”.

Ez bi serê xwe ji Êrîvanê çûm Lênîngradê û min 5 hezar km derbas kirin, da ku hevpeyvînê bi Cegerxwîn re bikim. Ji ber min dizanî ku mirovên wiha tiberk in.

Kirina van herdu hevpeyvînan wekî deynekî di stûyê min de bû. Kesên ku dixwazin ji bo van herdu hevpeyvînan pesnê min bidin, dibêjim bila ew “wan kesan rexne bikin, ên ku wê demê ji dest wan dihat û nedikirin”.

-Di navbera te û Kamûran Bedirxan de hinartina peyaman hebû, we her duyan ji hev re peyam dihinartin. Te û Kamûran çi ji hev dixwest û we çi ji hev re digot?

Min bi rêya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kamûran Bedirxan nas kir. Wê hingê Mîr Kamûran pirsa pirtûkekê kir, îcar min gelek pirtûk jê re hinartin. Wî jî bi rêya peyamekê bersiv da û min jî bersiv da… bi vî awayî me çend peyam ji hev re şandin.

Kamûran Bedirxan di peyameke xwe de ji min re dibêje eger hemû Kurd wekî te bûna, niha me çar Kurdistan lêkiribûn, ne yek.

Ez dizanim ku Kamûran Bedirxan ji bo her Kurdekî girêdayî çand û zimanê xwe, wiha kiriye û ew handêr kiriye.

Ji beriya 30 salan ez hatim Rojavayê Kurdistanê û min çend xortên zana dîtin, yek ji wan Konê Reş bû, yek jî Dildarê Mîdî bû.

 

-Tevgera wêjeyî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji serdema Hawarê ve û hetanî roja îroj, tu çawa dinirxînî?

Jixwe Hawar, Hawara we ye û nivîskarên wê piranî ji Sûrî bûn.

Eger ez hinekî dûrî mijarê herim, Kurdewarî û welatparêziya herî mezin li ser asta her çar parçeyan, min li Rojava dîtiye.

Hetanî bi siyasetmedarên Kurdistanê yên parçeyê din jî dema ku bazdayî bûne, li Kurdên Rojava bi salan bûne mêvan û baş qedrê wan hatiye girtin.

Şerê ku aniha li Rojava dibe jî, şerekî mêrane ye. Şerkerên aniha li Rojava şer dikin, zarokên welatparêzan in. Ewan ciwanan dixwest malên xwe biparêzin, xaka xwe biparêzin û parastin.

Lê wisa çêbûye ku êdî çek û hêz zora aqil dibe.

Ji beriya 30 salan ez hatim Rojavayê Kurdistanê û min çend xortên zana dîtin, yek ji wan Konê Reş bû, yek jî Dildarê Mîdî bû.

Bi daxwaza min çend camêr bi min re hatin û em çûn Şamê bal Apo Osman Sebrî. Lê mixabin min nekarî hevpeyvînê pê re bikim.

-Di dawî de, tu ji civata rojnamevan û rewnakbîrên Kurd re, çi dibêjî?

Ez jî wekî we hemiyan im.

Bingeha Hawar û Roja Nû ji bal we bû.

Kurdên herî zana jî yên wekî Cegerxwîn û Nûretdîn Zaza ji nava we derketine. Eger Kurdewariyek bi min û te re hebe, ji xwîna wan derbasî damarên me bûye.

Em ji berhemên wan fêrî Kurdewariyê bûn.

Sipasiya we dikim…

Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 71′ê de hatiye weşandin. 2017.12.15

العدد 713

records Source:http://buyerpress.com/kurdi/?p=11951

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev