Nameyên evînî -9

Nameyên evînî -9

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a nehan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro çend fikirên ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Dibe ji wan nameyan hinek ji Nurayê ra hatibin şandin. Wê demê qîmetê wê nameyê bilind dibe, ji ber ku emê hîs bikin, ku rêvebira vê beşê ne tenê bi pênûsê nivîsîye, lê bi dil ruh û hîsan va jî.

 

…..

Cana min, kirinên te û tu ne eynî kes in. A muhîm tu yî, ne kirin û emelên te ne.
Dema tu li tundurustîya min difikirî – ew tu yî. Dema peyaman davêjî – ew ne tu yî.
Jîyana berî te ber çavên min ne xirab bû. Jîyana piştî te îzbat kir, ku jîyana min a berî te ne jîyan bû.

…..

Ezîza dilan, tu pir ciwan hez dikî. Dilê min difûrfire. Hema ew e, ku mirovan mecbûr dike bi on-line ser hev bengî bin.

…..

Dilê min, hebûna te cî li gelek tiştên din teng kirîye. Tu di navbenda dilê min da nî, dora dil evîna me ye, dora evînê bêrîkirin e, dora bêrîkirinê kêfxweşî ye. Cî ji tiştên din ra nema.

…..

Ezê li benda te bim: niha jî, paşê jî, gelek salan jî, hemû jîyanê jî.
Wek ku di helbestekê da tê gotin, hezar gul li cihanê hebin, gulek tenê besî min e. Gula min Nura min e, Nura min jî gula min e.
Çavên te yên ciwan maç dikim, destê te digirim û bi xwe ra dibim her deran.
Roj baş ji Nura min ra!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev