Ev çîrokeke rast e

Ev çîrokeke rast e

Yaqûb Kurmanc


Rojekê ez li gel malbata me çûne gundekî nêzîkî bajarê Makûyê ku seredana kesekî bikin, ji ber ku teze li girtîgehê azad bûbû. Dema em gihîştin ber derî, li gor asayê min li dêrî da, da ku kesek were dêrî veke. Piştî demeke kurt zarokekî temen biçûk, 8 an 9 salî hat derî vekir!!!
Ez: Dembaş
Zarok: mirr û mat!!!
Ez: Kî/kê li malê ye?
Zarok: dîsa tiştek negot!!!

Min bi birayê xwe pirsî, gotê: -Dibe ev zarok nikare biaxive an pirsgirêkek din heye.
Piştî demekê mezinê malê hatin pêşwaziya me kirin û em bi hev ra çûne hundir û piştî mêvandariya wan, ez cihê xwe de neqiribîm û jê dêûbavê lawik pirsî:
-Bibore, ber dêrî me çi ji lawik pirsî, wî bersiv neda. Gelo nexwe pirsgirêkeke wî di xeberdanê de heye?!!!!
Çi bêjin baş e!!!!?
Zarokên me Kurdî nizanin!!!!
Ez ecêb mam.
Min ji wan ra gotê çawa ew Kurdî nizanin?!!
Wan got: welehî em bi zarokên xwe ra Farisî xeber didin, da ku li ku derê biçin serê wan bilind bibe û bikarin xwe bi rêve bibin.
Min bi dêûbavê wan ra got: Ne tenê jibo wan serbilindî nîne, belkî jibo wan serberjêrî ye.
Her kes ku zimanê xwe yê dayîkê nizanibe, ew nezan e û em dikarin bibêjin man û nemana wî wek hev in. Yanî tu ne zindî yî.
Belê, mixabin heval û hogirno, min xwest vê yekê ji we ra bêjim.
Hene hîn malbat li navê gelê me de ji ber bêagahiyê bi zarokên xwe ra Farisî an Tirkî diaxivin û ji bo wan hînbûna ev zimanana serfirazî ye.
Sed na belkî hezar carî mixabin.
Tawanbar kê ye?!
Sedem çi ne?!
Her kî, her çi bibin.
Ew aloziyeke mezin e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev