Çend xal li ser dewleta Dostekî

Çend xal li ser dewleta Dostekî

Miohemed Zekî Mihemed

Pêvajoya jiyan û dîroka gelê kurd ji berî zayînê ta niha diyar dike, ku bi dehan dewlet û mîrnişînên kurdî rabûne û her wiha hilweşîne mîna Mîtanî, Mîdî, Eyûbî, Dostekî, mîrnîşiya Botan û Soran û hwd.

Lê, sebaretî nivîsandin û çespandina van bûyeran di pirtûkan de pir kêm e, ev jî vedigere kêmasiya dîroknivîsên kurd ên wê serdemê, nemaze di sedema Împeratoriya Îslamî de.

Ji ber ku gelek dîrokzanên hebûn mîna Bavê Hnîfa yê Deynûrî, Kurê Esîr ê Cizîrî û Kurê Xelkan ê Erbîlî….. ku 10% pêve ji dîroka gelê xwe nenivîsandine.

Lê, dîrokzanên kurd ên ku xwe westandine û hêz û dema xwe di rajeya (xizmeta) gelê xwe de terxan kirine ev in: Ehmed Kurê Yûsiv Kurê Ezereqê Fariqî, Kurê Mistewfî kurê mubarekê Erbîlî û Şeref Xanê Bedlîsî ye.

Lê, di çerxê bîstan de zaniyar û dîrokzanê kurd Mihemed Emîn Zekî bû yê ku dîroka kurdî ji nû ve vejand û dergehê vekolînê li pêşiya ronakbîr û rewşenbîrên kurd vekir.

Piştî van gotinên ku li jor hatî, ez dixwazim çend xalan li ser dewleta Dostekî diyar bikim:

  • Dewleta Dostekî li ser destê Mîr Bad Kurê Dostik di sala (972) hatiye damezrandin, ta sala (1086)an Z berdewam kiriye.
  • Siyaseta wê ya derve li ser bingeha pêkvejiyaneke aştiyane bi dewletên herêmê re ava bû.
  • Siyaseta hundirî li dadmendî, perwerî û wekheviyê ava bû, ewleyî têde parastî bû, vajeyî dewletên herêmê ku ji tirs û ne ewleyî yê û ergêran tije bûn.
  • Pirsa herî mezin û nirxdar a ku dewleta Dostekî ji dewletên herêmê cuda dikir, wekheviya di navbera misilman û xiristiyanan (filehan) de bû.

Hêjayî gotinê yê ku dewleta Dostekî di Kurdisatana Navîn de hatibû damezrandin, lê Kurdisatana Navîn ne bi tevayî di bin desthilatdariya wê de bû.

Sînorên di bin desthilatdariya wê de, hemî xaka di navbera van wilayetan de bû: Diyarbekir, Sêrt û pareçek ji wilayeta Mûşê tevî Erdîş a ku girêdanên wê bi wilayeta Wanê re bûn, parçene wilayeta Elzak- Elezîz, Xerpût, Hisin Ziyad û Wilayeta Orfa (Ruha) û parçeyek ji wilayetên herêma Sûriyê ji Serê Kaniyê ta çemê Dicleyê bû û bajarên ku îro di navbera wan de ev in: Dirbasiyê, Amûde, Qamişlo û Dêrik e.

Paytexta dewleta Dostekî Meyafarqîn bû, bajarên wê yên herî girîng ev in: Diyarbekir, Silîvan, Cizîra Botan, Erzen, Bedlîs, Xelat, Erdîş û Hesenkêf.

Dîrokzanên hemî gelên cîhanê, bûyer û nûçeyên baş û xerab ku bi serê wan nivîsandine û dinivîsînin.

Ji ber vê yekê erk û stûbariya hemî nivîskar û rewşenbîrên gelê me ye mîna hemî gelên cîhanê dîroka gelê xwe bininvîsin, ev dîroka ku gelek pîlan û dav jê re têne vedan ta ku wê tune û bincil bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev