
Nivîskarê mezin piştî mirinê jî bi me ra ne!
Yaropolk Reş[1]
Van rojan pirtûka nivîskarê kurdayî mezin Keremê Reş “Qiralên Rohilatê” bi zimanê rûsî derket!
Di vê pirtûkê da xuliqîn, dîrok, kûltûra û paşeroja kurdan û Kurdistanê bi awayekî dagirtî û têr û tije raberî we tê kirinê, piranîya malûmatîyên di wê da hûnê li tu cîyan nebînin, ew derheqa kurdên di dem û dewranên buhurî û welatê me da berhemeke bêhempa ye.
Keremê Bekirê Reş Rohilatzan, pedagog, karmendê civakê, xudanê berhemên wisan e, ku tesîreke mezin li ser civaka Yekîtîya Sovyet û Rûsîyayê kirîye. Ew gelek salan bûye sêkrêtarê Yekîtîya Nivîskarên Rûsîyayê.
Keremê Reş ji binemala kurdan a kevinare û qedîm Kemalî ye, ku koka wê binemalê digihîje heta Qiralê Mîdîyayê Gaumate, ku 500 salan berî Z.Î. jîyaye.
Pirtûk li vira heye: Ridero https://ridero.ru/books/vostochnye_koroli/ , meriv dikare belaş bi beşên pêşin yên pirtûkê ra bibe nas, dikarin ji wir bikirin, vêrsyona êlêktronîyê daxînin (bi formata EPUB, FB2, MOBI), dikarin vêrsyona reş û sipî tembe bikin (sparîş bikin). Di meha çileya paşin da ew pirtûk êdî wê li dikanên pirtûkan yên êlêktronîyê LitRes, Bookmate, Ozon и Amazon bêne firotan.
Eger pirsên we ser meseleya pirtûkê hebin, dikarin bi min ra bi vê navnîşanê bikevine nava pêwendîyan https://www.facebook.com/yarr.rash
Riataza
[1] Xudanê vê nivîsê kurê nivîskarê mezin Keremê Reş e.