Henek jî bi kurdî xweş in

Henek jî bi kurdî xweş in

Yasemîn Elban

DERDÊ ŞIVAN

Hebû tunebû, rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran û bi tevê pepûk û xîzanan, ji xeynê dizên xiyaran be. Di dewr û zemanekê de padişahek hebûye. Rojekê derdek lê bîter dibe. Çiqas hekîm û lokmanê wî welatî hene tînin ser, lê tu kesek ji derdê wî re çareyek nabîne. Bi vê ewayê dem û wext di serra derbaz dibe. Paşa roj bi roj dihele, dibe ta û derzî. Rojekê yek saloq dide ku tenê hekîmekî kal û feqîr maye ku nehatiye ser. Bi lez diçin wî jî tînin. Hekîmê kal li paşê dinêre û dibêje:

-Çareya derdê wî ev e, ku hûn biçin kirasê yekê bê derd û bê kul bînin, lê bikin dê ew bi hikma Xwedê qenc bibe.

Hemû xebatkarên koşkê diçin kolan bi kolan, bajar bi bajar li kesekê bê derd digerin. Lê bi ser ve nabin, ji kî dipirsin bi derd, bi kul û keder in. Dawiya dawî rastî şivanekî tên, dêna xwe didinê ku şivan carina dike fîkînî, carina jî ji xwe re sitran û kilaman dibêje. Diçine li ba şivan û jê re meseleyê dibêjin. Şivan axîneke kûr ji kezebê dikişîne û dibêje:

-Welle hema ê min jî ew derdê min ew e ku binkirasekî min tune ye.

 

KUNDIR

Du feqeyên hevalbend icazeta xwe digirin û du gundê nêzikî hev melatiyê dikin. Herdu gundên ku mela lê melatiyê dikin, li gundekî her roj, rojê sê dana kundir dixwin, li gundê din jî her roj goşt û birinc dixwin. Rojekê herdu heval têne li ba hev û behsa jiyana xwe dikin.

Yek ji wan dibê:

-Em her roj goşt û birinc dixwin.

Yê din jî dibê:

-Wele em rojê sê dan kundir dixwin. Ji xeynê kundirê em tiştek naxwin!

Hevalê wî dilê xwe pê dişewitîne û dibêje:

-Were em em cihê xwe bigurînin, tu were li gundê min melatî bike, ezê jî bême gundê te.

Herdu mela cihê xwe digurînin û dest bi karê xwe dikin. Danê nîvro ji mela ra xwarina kundirê tînin datinin li ber. Mela li kundirê dinêre û dibêje:

-Wey ez tu carê nikarim kundir bixwim, ma qey hûn kundir dixwin?

Gundî diheyîrin û dibêjin:

-Erê ma qey çi bûye ji kundirê ra?

Mela dibêje:

-Heyran, ma qey hûn nizanin ku ew xwarina Pêxemberan e? Ew xwerineke pîroz e, ji xeynê Pêxemberan kesek xwarina kundiran nikare bixwe!

Gundî dibêjin:

-Ma em çi bixwin?

Mela dibêje:

-Goşt û birinc bixwin.

Ji wê rojê pêde di wî gundî de kesek kundir naxwe.

 

BEG Û XULAM

Rojekê begê malê diçe zozanan. Qasek di ser de derbaz dibe xulamê wî tê ziyaretiya wî. Bi hatina xulamê xwe pir şa dibe. Piştî xwarin û vexwarinê, ji xulam re dibê:

-De ka bêje maliyên me çawa ne, kes nexweş tuneye?

Xulam dibê:

-Kuçikê we cihimî.

Beg dibê:

-Kuro ew wekî şêrekî bû, çawa cihimî?

Xulam dibê:

-Qet pirs neke, hestiyê gayê we yê belek di qirikê de ma!

Beg dibê:

-Kuro gayê belek çima mir?

Xulam dibê:

-Na ew nemir, wî ji bo mewlida bavê te şerjê kirin.

Beg dibê:

-Kuro bavê min pir silamet bû, ew bo çi mir?

Xulam dibê:

-Na welle qet nexweş nebû, ew pir ber mirina diya te ket, ji ber wê mir.

Beg li çokên xwe dide û dibê:

-Kuro diya min jî mir?

Xulam dibê:

-Welle wextê ku jina te zarok anî, ew bi zaroka xwe ve mirin. Diya te jî ji kerba wan beicî.

Beg dike qêr û dike hewar û dibê:

-Kuro tu nabêjî mala te şewitiye!

Xulam dibê:

-Welle ew jî şewitî, lê gundî gihîştinê, zû vekuştin!

(beicîn: qeherîn)

 

TIRA MELA

Rojekê melayekî peşiya cemaetê qame digire, nimêj dike, gava ku xwe qusê erdê dike, diçe secde, zor pê dikeve, bayek bi ber dipeke. Mela gelek ber xwe dikeve, ji şerman diçe binê erdê. Piştê ku cemaet belev dibe, bi lez û bez diçe mala xwe ji wî gundî bar dike û diçe gundekî dûr. Sal û zeman di ser de derbaz dibe. Pir bêriya gundê xwe dike, rojekê xwe bi xwe dibêje: Ez ê biçime gundê xwe, gelek sal di ser de derabz bû, niha wan tira min ji bîr kirine.

Radibe tevdîra xwe dibîne, berê xwe dide rê bi ber gundê xwe ve diçe, gava digihije binê gund rastê şivanekî tê, piştê silav û kêfxweşî didin hev mela dibêje:

-Tu çend salî yî?

Şivan dibêje:

-Welle ez salên xwe nizanim, lê diya min dibêje ew sala ku melayê gundê me di mizgeftê de tir kiriye, tu wê salê hatî dinê.

Mela pişta stûyê dixwîne û cardin paşve vedigere û diçe.

 

SIYASETA DÎN

Feqîyekî îcazeta xwe ji Erebesitanê digire û tê Wanê. Roja înê diçe xutbê, rûdinê û guhdariyê mela dike. Bala xwe didê ku gotinên mela tev şaş û derew in. Ew jî radibe ser xwe û dibêje:

-Gelî cemaetê melayê we tiştek nizane û tiştê dibêje jî tev derew in.

Melayê mizgeftê dibêje:

-Kuro ev zindiq e hatiye ketiye nav me. Wî bigirin têr bikutin.

Cemaet êrişê feqî dikin û têr lê dixin. Feqî bi zor û bela xwe diavêje derve. Feqî diçe difikire û xwe bi xwe dibêje: ”Welle min di cihekê de xwe şaş kiriye.” Cardin vedigere diçe Erebîstanê li ba melayê xwe. Ji melayê xwe re qala wê meselê dike. Melayê wî lê vedigere û dibêje:

-Rast e, tu ji dîn hîn bûyî lê tu siyaseta dîn hîn nebuyî!

Mela vê carê dersa sîyaseta dîn dideyê. Piştê dersa wî diqede, cardin vedigere û tê Wanê. Roja înê dîsa diçe wê mizgevtê, guhdariyê mela dike. Piştê ku weaza mela diqede, feqî radibe li ser xwe û dibêje:

-Gelî cemaetê, min îcazeta xwe li Erebîstanê girtiye, ez mela me, lê min di dinyayê de melayekî ji melayê we çêtir nedîtîye. Ey cemaet kî ji we bikare mûyekî mela jê bike, bixe berîka xwe, dê ew biçe cinetê. Cemaet tev bi mela vedidin her yek mûyekî wî jê dikin. Di demekê kurt de mela dibe wekî dîkê perpitandî.

 

GOVEND

Rojekê çend ciwanên kurd dibin yek teyareyekê direvînin. Hêl û hewarek dikeve nav millet. Kes nizane dê çawa bikin ku teyareyê ji destê wan bistînin. Ji wan yek dibêje:

-Ka em biçine li cem pisporekî kurd, dibe ku ew rê û rêbazek bide ber me.

Çend kes dibin yek û diçine li ba pisporekî kurd û jê re meseleyê dibêjin:

-Em naxwazin xwîn birêje. Em dixwezin bê qeda û bê bela teyareyê bi paş ve bigirin.

Ji ber ku pisporê kurd jî nedixwest xwîna wan birije, berken dibe li wan vedigere û dibêje:

-Ji wê hêsantir çi heye! Ji xwe dinya û alem dizane, ku gelê kurd ji dîlan û govendê hez dikin. Hema dehol û zirneyekê bibin li ber derê teyareyê lêxin, êdî we şixul pê tune.

Ew jî bi lez diçin deholvanek û zirnevanek dibin datînin ber deriyê teyareyê, deholvan li deholê dixe, zirnevan li zirneyê dixe û gava dengê dehol û zirnayê diçe guhê ciwanan, ew çekên xwe datînin erdê, her yek ji wan destmalek digirin, dihejînin û dibêjin:

-Hop şayêê, hop şayêê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev