Radyoya Ria taza sersala we ya nû pîroz dike!

Radyoya Ria taza sersala we ya nû pîroz dike!

Guhdarên eziz! Ma cend saet û sala 2018 we dergê me hemûyan veke.

Çend saetan şûnda dîroka mirovahîyê li kenarê sala nû re derbaz bibe. Li piranîya welatên Cîhanê bi germî pêşwazîyê li sersala nû ya zayinî dikin. Xelqên gelek welatên Cihanê, peyçûyên ayînên cuda jî bi Xirîstîyanan re vê cejnê pîroz dikin. Sala 2017an jî bû rupêlekî dîrokê. Her car dema sal ser hev de tê, em dibêjin oxir be ji te re sala kevin, niha jî em oxira xêrê sala çûyî re dixwezin û bi hêvî sala 2018 dinhêrin.

Guhdarên delal, çend saetan şûnda emê pê li sala nû bikin, werin em xem û fikirên xwe yên giran teslîmî sala çûyî bikin. Emê jî bi vê weşana xwe ye îsaline dawiyê ve bi eşq û kilam, bi helbest û şêran bibin mevanê we.
Muxdarê çend deqeyan emê jî tevî eşq û şaya we bin, derheqa xêr û qenciyên nû bifikirin, niqoyî li dinya mûzîkê, sitran û poêzîyaye bin.

Werin em bi dilekî fire û beşereke xweş rastî sala 2018 an bên!

Di vê bernameyê de xebatkarên malpera Ria taza: Yura Nabîyêv, Têmûrê Xelîl pîrozbahîyên sala nû jibo xwendevan û radyoguhdarên xwe bi rêya têlêfone ji Moskovê û Stockholmê, dişînin.

Xûşk û birayên delal, bila sala 2018 an ji bo we hemûyan bibe sala bextewarîyê û serketinên mezin. Bila sala nû bibe sala serxwebûna Kurdistanê û sala tifaqê û pêşketina nirxên netewî ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan. Bila sala nû we re aşitîyê û xweşbextîyê bîne.

Fermo, guhdarîya bernameya pêşkêşî pîrozkirina sersala nû, sala 2018 an bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev