
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane bersîva 3 pirsan bi vî awahî da.
Pirsa Canbêzera Feto û bersîva Nura Şane
Pirs 1: – Hinek rojnamevanên kurd hene derheqa merivên baş da xirab dinivîsin, lê derheqa merivên xirab da baş dinivîsin û derewan jî nakin. Ew çawa dibe?
Bersîv 1: – Merivê baş dikare ji sedî 95 baş be, 5 xirab be. Ew rojnamevan eger wî mirovî hiz neke, tenê derheqa wan 5 selefan da dinivîse. Merivê xirab jî dikare ji sedî 95 xirab be, 5 baş be. Ew rojnamevan eger wî mirovî hiz bike, derheqa wan 5 selefan da dinivîse.
Pirs 2: – Hinek kurdên me hene, ku bi roj di rêstoranan da firaqan dişon, an jî karê paqijayê dikin, êvaran jî dinivîsin. Bi bawerîya te, ew firaqşo ne, an nivîskar in?
Bersîv 2: – Ewên, ku berhemên hêja dinivîsin û ji bo xwedîkirina mala xwe bi mecbûrî firaqan dişon, ew nivîskar in. Lê ewên, ku karê wan firaqşûştin e û ji bo navekî derxin, “pirtûkan” dinivîsin, ew firaqşo ne û ji berhemên wan bîna xwerinên genî tê.
Pirs 3: – Tirk erdê Kurdistana Bakur erdê xwe dihesibînin. Lê ji bo çi ye, ku perçê erdê tirkan şên û dewlemend e û wek welatên Ewropayê pêşketî ye, lê perçê erdê kurdan kavil û xopan e û wek welatên Asîya paşketî ye?
Bersîv 3: – Ji ber ku tirk jî zanin, ku rojek ji rojan ew erd wê ji dest wan derkeve û bikeve destê xwedî – kurdan. Êdî çima wê wî erdî şên û dewlemend bikin?
Riataza