PÎROZKIRINA ŞEVA SERSALÊ LI NIK ZAROKÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

PÎROZKIRINA ŞEVA SERSALÊ LI NIK ZAROKÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Ferîd Mîtanî

Ev cejina gelê me ji ber qelema nivîskar Ferîd Mîtanî derketîye, ku piştî sohbeteke serwêrîya redaksyonê bi wî ra dibe ew bibe nivîskarê malperê yê herdemî. Niha em sipasîya xwe ji wî ra dibêjin bo vejîn û parastina edetekî meyî xweş û ev nivîs gaveke bona yek ji lîstik-şahîyên me ji windabûnê xilaz bikin.

Dibe ku piraniya neteweyên hev-ol ku baweriyê bi yek olê tînin, cejnên xwe yên olî bi yek şêwaz û bi yek terzî pîroz dikin.

Lê li nêva Neteweyê Kurd, hemî cejn û rojên pîroz ên heyî (çi ji bîr û baweriyên Kurdan bin, çi jî ji olên Yekxwedayî bin) kiras û rengekî Kurdewar li wan hatiye kirin, da ku ew cejn û roj bi Kurdiyeke xwerû bêne pîrozkirin.

Em aniha di destpêka sala nû de ne.

Para herî mezin ji welatên cîhanê û di nava wan de Kurdistan jî, li gorî Salnameya Zayînî roj û mehên xwe dihejimêrin û ji êk vediqetînin.

Îcar li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li devera Cizîrê, ne tenê ciwan û mezinên Kurdan, lê belê zarokên Kurdan bi xwe jî bi terz û awayê xwe pêşwaziya evê rojê dikin, ku destpêka saleke nû ye.

Gelo zarokên Rojavayê Kurdistanê çawa vê rojê pîroz dikin?

Nerît û edeta ku aniha li jêrê binivîsim, dibe ku ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, lê belê li hin deverên din ên Kurdistanê jî li kar be.

Piştî bendewariyeke germ û bi xiroş, êdî şeva Sersalê hat…

Di êvara şeva Sersalê de, hejmarek ji zarokên kolanê li êk û din kom dibin û piştî gengeşeyeke dirêj û danîna çend pîlanan, êdî ew koma zarokan zarokekî ji nêva xwe hildibijêre, da ku wî bike Qirdikê (Meymûn) Sersalê.

Paşê tevahiya wan zarokan li dora ewî Qirdikî kom dibin.

Hin ji wan rih û simbêlên wî bi hiriyê, yan jî bi teniyê çêdikin. Hin jî destek ji cilên pînekirî lê dikin û bi kevnik û terîşkan wî dixemilînin. Hin caran gopalekî jî dixin destê wî.

Bi vê yekê, ew Qirdikê Sersalê ji reng û dirûvê xwe yê rastîn derdikeve û dibe wekî qeşmerekî ku bi girêdana xwe pir balkêş e.

Eger zarokên gundan bin, helbet dê li tevahiya malên gundiyan bigerin; eger zarokên bajar û bajarokan bin, dê li kuçe û kolanên taxa xwe û taxên derdora xwe jî bigerin, hetanî ku ji qedeman bikevin.

Ne ku li taxeke bajêr an jî li aliyekî gund bi tenê, lê belê li her taxeke bajêr û li her aliyekî gund, komeke bi vî rengî ya serbixwe çêdibe ku ew jî xudan Qirdik e.

Dê her komeke zarokan Qirdikê xwe bide pêşiya xwe û her zarokekî jî dê kîs û tûrikê xwe bide milê xwe, da ku mal bi mal derbasî hundir bibe.

Çawa ku ew zarok derbasî hundir dibin, tev de bi hev re evê sirûda jêrîn dibêjin:

 

Dem û dem

Kîskê qedem

Qirdikê qudoş

Sitl û beroş

Mehmê reşoş

Tûrê kayê

Ji ba Xwedê

Hilweş erdê

Tûr qetiya

Ka rijiya

Xêr bariya

Erd bû giya

Serê salê

Binê salê

Xwedê kurekî bide kevaniya malê

Kevaniyê destzerînê

Dest bavê binê kulînê

Para qirdik vir de bînê

Heçê bide Xwedê bide

Heçê nede mar pê vede

 

Di pê xwendina evê sirûda biawaz re ku zarok di ber re direqisin û dîlanê dikin, êdî çavê zarokan li xudanê\a malê dimîne ku tiştekî bide wan. Hin mal pere û diravan didin, hin mal şekrok û qidamkan didin, hin ji wan mewîj û bindiqan didin û hin jî meywe û şîraniyê didin…

Piştî gerreke dûr û dirêj û qedandina şeveke xweş, dê zarokên her komekê li cihekî rûnin, da ku kîs û tûrikên xwe vala bikin û daneheva şeva Sersalê li hev û din leva bikin.

Di roja îroyîn de ev edet li nava bajaran winda bûye, eger hebe jî dê ji bêyî Qirdikê Sersalê be û tenê bi xwendina du-sê malikên sirûdê be.

Li nava gundên devera Cizîrê jî kêm-zêde tê dîtin, lê careke din rengê xwe yê resen ji dest daye.

Ne tenê şeva Sersalê, lê belê hemî cejn û rojên pîroz, li nik Neteweyê Kurd bi awayekî ciyawaz tên pîrozkirin.

Di dawî de dikarim bibêjim: Saleke xweş ji we tevan re hêvî dikim.

Sirûd: Ji pirtûka “Sirûdên Lîstokan ji Folklorê Zarokan” – Salihê Heydo

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev