Nameyên evînî -10

Nameyên evînî -10

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a dehan e.

Xuya ye evîna kurdî a ser asta bilind, ku Nura Şane heta niha ser evîna du evîndarên bajarî amade dikir û di rûpelên malpera me da çap dikir, bi dilê gelek xwendevanên me ye û vê carê ji bajaran derketîye, heta gihîştîye gundekî kurdan jî. Lê asta evînê û kurdîya evînê ser heman dereceya bilind in.

Em îro nameyeke evînî ya nivîskar Yücel Aslan (Koçer) çap dikin ku wî ji evîndara xwe ra şandîye. Di wê da hûnê xênji evînê bi zargotina me, bi erf-edetê milet ra jî bibin nas, belkî çend gotinên kurdî jî bikevin bîra we, ku we gelek salan bi kar neanîne.

 

****
Min xwest ez îşev bersîva nameya te bidim
Qet qidûmê min tunebû heya niha
Lewma ez ewqas dereng mam
Ez berya ku ji te re binvîsim
Min careke din nameya te xwend
Her gotineke te re
Min hêsireke sor, yeke gevez rijand
Ne gotinên te yî hestiyar xilas bûn
Ne jî hêsirên min ên belengaz
Min dît nameya te yê şil bibe
Heyfa min pê hat, min lûr kir da ber serê xwe
Ez bi wî dilê tije vegeriyam li ser nameya xwe
Gotinên min di qirika min de rêz bûne
Mîna wan mîhên dikevin koriyê
Rê nadin hev pênûsê de bên xwarê
Tu zanî ez aniha di bin wê dara bîhê de me
Ewa nepeniya gund
Dara ku qîz û xort bihara diçûn lê bindarûkê
Gelo ew dara pejal tê bîra te
Yek caran min ji te re gezo lê dihanî
Rojekê jî piştî baranê, danê esrê
Me hev dît, em çûn bin wê darê
Min navê te kolabû bi kêra xwe ya şivaniyê
Li ser aliyê rojhilatê
Çiqilê darê ser min de xar dibin
Tu yê bê bêhna te jê tê
Dar jî mîna evîna me mezin dibe
Ketiye nav libatê
Min wetrê belgê darê pirsa te ji min dikin
Dibêjin Qemera te yê çi wextê bê
Dikenim, nameyê nîşan didim bi destê xwe yî rastê
Kenê ber lêva min re hemû dar hev dicivin
Û bi hev re dikin gaziyê
Belgê dara dilebitin bi eşqa me ra
Dikevin nav pêşbaziyê
Xwezil rojekê xeberek bihata ji min re
Tu vegeriyayî ji wî welatê xerîbiyê
Min ê baqek belgê wê darê

Qevdek jî beybûnên biharê

Hilda bihatama ber lingê te pêşwaziyê
Me yê dîsa dest bida hev em ê biçûna bin wê darê
Ew dara ji bona min û te bûye nîşana bextewariyê
Wa nameya min jî êdî qediya ez ê zûtirkê
Bidim nameger, nahêlim wextê êvarê
Halê min ê ku nameke din bixwîne
Tu bawer be nemaye vê carê
Şûna namê dixwazim êdî tu werê
Te ev nameya girt bikeve nav tevgerê
Amade be, xwe bide ser rêya vegerê
Bêyî te ev rih yê vî qalikî derê
Xwe bighîne sekerata min Qemerê
Tu dereng nemîne Qemerê
Tu dereng nemîne Qemerê…

Fotoyê bi nivîsê ra: ji Zinar Soran 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev