Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -5

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -5

Welat Agirî

Gundekî kurda; bi hezaran kîlometir ji welêt dûr û heftsed salî zêdetir ji kurd û kurdistaniyan cuda…

Em xwe dighînin gund, Rifet bi zimanê birawî dibêje min: “Bira, ev xan û manên ku tu dibînî, hemû yên kurdan in”. Ez dibêjim: “Ma qet malbatên beloç û peştûnan li vir najîn”? Dibê: “Belê hene, hene lê kêm in, hebe-tunebe çend malbat in”.

Kuçe û kolanên gund gelekî teng in, em nikarin bi otomobîlê di tê re derbas bin. Seyîd erebê dikişîne bin darekê lê ez nizanim çi cure dar e. Zarokên kurda di wan kuçeyên teng de krîket û hin lîstokên din dileyîzin. Ev gund jî wek hemî gund û navçeyên Beloçîstanê ji keskahiya xwezayê bêpar maye. Her der ax e û her derê rengê axê serdest e. Kevir û kuçik, gelî û newal, deşt û çiya…

Em hersê, li benda Ebdirehmên in, em mêvan in, ew jî mazûvan e. Rifet dibêje: “Ebdirehman hevalê min ê zaroktiyê ye, me bar kir, em ji gund derketin lê ew man”. Çend deqe di navberê de derbas dibe-nabe, zilamek ji dûr ve dixuye. Rifet dibê: “Wa tê”, erê ew kesê tê Ebdirehaman e.

Di nav şalwar û qamîsên beloçan de, xortekî kurd, xortekî hêja. Ya hevsalê min e yan jî hebe hebe salek-du sala ji min mestir e. Hat! selam da, yek bi yek em hemêz kirin, kêfxweşî da me. Pey re Rifêt gotê: “Ebdirehman tu zanî! Ev birayê me ji Kurdistanê hatiye”. Serê xwe bilind kir, bi beşereke xweş li min nihêrî ku çavên wî dikeniyan. Dîsa xêrhatina xwe ya germ û jidil dubare kir.

Me ereba xwe li bin siya darê hîşt û em ber bi malê meşiyan. Ebdirehmên derî xist, zilamekî derî vekir ku ez pey re hînbûm ew xebatkarekî wan bû. Em derbasî oda mêvana bûn. Odeke ne zef mezin ne jî piçûk. Ode bi xalîçeya hatibû raxistin û ji bo rûniştinê jî mînder û belgî…

Di qulçikekî odê de destek nivîn hatibûn raxistin û di nav nivînan de kalemêrek dirêjkirî bû. Heke ne xelet bim, şêst û pênc- heftê salî bû. Dema em dîtin, rabû rûnişt, pişta xwe da balgî. Em çûne cem, me merhebatî dayê. Ebdirehmên got: “Eva bavê min e, ev çendeke hinekî aciz e”. Erê apê Şewket nexweş bû. Bi birawî hal hewalê me pirsî. Kurê wî gotê: “Bavo ev bira ji Kurdistanê ye û bi brawî jî nizane”. Dema bihîst ku ez ji Kurdistanê hatime, rabû ser xwe, ez hemêz kirim. Ji hêst û axaftinên wan de xuya bû ku, ji bo wan, ez ji mêvanekî zêdetir wek ferdekî malbatê bûm.

Bi rûniştina me ve, ew zilamê derî vekiribû, dîsa kete hundur û vê carê li ser sinîkî sê qedeh av hebû. Ev edet li her derê Pakistanê heye, dema mêvan tên beriya her tiştî aveke sar pêşkeş dikin. Me ava xwe vexwar. Apê Şewket, dirêj dirêj li min nihêrî, pey re got “Hûn çawa nin, hal û rewşa we çawa ye”? Bi “hûn” ê qesta wî em kurdên welêt bû.

Min jê re behsa herçar perçên welêt û kurdên Avrûpayê û Sovyetê kir. Bi dilxweşî û bê deng ez guhdarî kirim. Got: “Berzanî û Telebanî nêzîkê we ne”? Min got ez ji bakur im û min jê re hinekî behsa başûr û federaliya kurda kir. Haya wî jê hebû. Ji bakur zêdetir sîyasetvanên başûr nas dikir. Min ji wan pirsî, ka gelo sedem çiye ku hûn bakur zêdetir başûr dinasin. Kekê Seyîd cewab da: “Li Îraqê, em dikarin bêjin dewleteke kurd heye û ev dewlet jî kêm an zêde kurda di dinyayê de dide nas kirin û ji wê jî girîngtir kurda dike legal”.

Ebdirehmên got: “Bira! Tu zanî êdî zeman ne wek berê ye. Em niha bi saya stalayta (dûvelang) bi hêsanî kanalên kurda dişopînin. Elfabeya kurdên Îraqê û ya me gelekî nêzîkê hev e. Û di medyaya navnetewî de gelek xeber ên derbarî kurda derdikevin, em dixwînin, temaşe dikin”.

Erê gelek tişt derbarî başûr de dizanîbûn ku min go hebe tunebe ew kurdên Beloçîstanê ji başûr hatine vira. Ez vegeriyam apê Şewket û min jê pirsî: “Apo, we ji başûr koç kiriye û hatina vira”?  Apê Şewket keniya, got: “Na em ji rojava hatine”. Erê, birastî bersîveke ecêb bû. Hefsed sal berê ji rojava derbasî Beloçîstanê bûne. Min got: “Apo hûn ji kîjan eşîrê ne?”,  Wî jî li çavê Seyîdî nihêrî lê bersîvek nedan. Apê Şewket got: “Wele ez jî nizanim ka em jî kîjan eşîrê ne. Bapîrên min behs dikirin lê gelek zeman derbasbû”. Lê peyre ez hîn bûm ku kurdên Beloçîstanê ji eşîra Bermekiyan in ku ev eşîr eşîreke rojavajê welêt e.

Çaya ma hat ber me, çaya şîrî çêkiribûn û Ebdirehmên got: “Bira ev şîrê medeka ye ha, bi şîrê medeka çay xweştir e”. Lê ji bo min vexwarina vê ne hêsan bû. Rûnê şîr li ser çay bûbû wek toyê qatix ku mirov nikaribû vexara.

Me çay vedixwar lê di aqlê min de hê jî eşîra Bermekiyan û rojava mabû. Min go: “Apo ka sedem çi bû ku hûn heftsed sal berê ji rojava rabûn hatin vira”.

Apê Şewket cixara xwe vêxist ku cixare li ser cixarê dikişand, got: “Şer hebû, em hatin alikariyê, em hatin alikariya kurda. Em hatin û êdî venegeriyan”. Ez hinekî fikirîm ka gelo heftsed sal berê li vê coxrafiyê şerê kê hebû. Lê min tiştek jê dernexist. Apê Şewket dewam kir: “Em hatin alikariya Ebu Muslîm Xorasanî ku Xorasanî qumandar û şerwanekî kurd bû”.

Em ê nivîseke din de rêwitiya xwe bidomînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *