Fîstanê melleyan û şoreşa milletên Îranê

Fîstanê melleyan û şoreşa milletên Îranê

Rewşa Îranê û Kurdistana Rohilatê bi çavê nivîskarê malpera me

Mehmed Salih Bedirxan

Beriya 30- 31ê Adara 1979an yanî giştpirsiya “Komara Îslamî ya Îranê” dirûşme û sloganên weke “serbixwebûn, azadî, grev, serhildan” seranserê Îranê rapêça bûn. Çalakî û xwepêşandanên dijî serweriya Şah Mohammed Rezayê Pehlewî bi encam bibûn. Daxwazên Bereya Neteweyî û Demokratîk ya nûnertiya milletên Îranê dikir hatibûn cî. Raperîn û serhildana, çîna karker û rûşenbîran daxwazên jinan ê weke beşdarî di hilbijatinan de, boykotên xwendekaran ê li dijî sansur û fişara  li zankoyan,  çalakiyên çepgiran û xebatên  kurdan yên ji sala 1978an de destpêkiribûn di 16 Çileya 1979an da hatibûn cîh. 16 Çileya 1979an, Şah Mohammed Rezayê Pehlewî hemû tişt li dû xwe hiştibû û çûbû Misirê.

Bo Îranê êdî serdemeke nû dest pê dikir, Musavî Xumeynîji Fransayê hatibû Îranê û şoreşa milletê Îranê rengekî îslamî werdigirt.  Musavî Xumeynî rêberê cemaeta îslamî ya Îranê piştî şikestina şah û giştpirsiya 30-31ê Adara 1979an êdî bibû (Welayetî Fiqih) ango wekîlê Nebî Mehdî.  Şexsiyetên weke, Morteza Motteharî, Husên Elî Montezerî, Elî Şerîetî, Elî Xamaney hevrêyên nêzîk ê Musavî Xumeynî bûn û dest bi vedîzayna dewleta qedîm a Îranê dikirin.

Li aliyê din Bereya Neteweyî û Demokratîk a li dijî şahê binemala Pehlewî dicengiya, rûberûyê serweriya nû ya Îranê dibû.  Rejima îslamî bi hezaran kesî digire û zindanî dike. Herwiha Xumeynî li dijî kurdan fetwayan belav dike û dadgehan datîne. Husên Elî Montezerî, rêhevalê Xumeynî û serkêşê Komara Îslamî ya Îranê di bîranînên xwe de aşkere dike ku di sala 1979an de zêdetir ji 30 hezar endamên Mûcahîdînî Xelq hatibûn îdamkirin.

Li şûna serweriya binemalî ya Pehlewî êdî serweriyeke fundamentalist a mezhebî liser hukim bû. Weke gelek rejîmên Rojhilata Nêzîk ayettullahên Îranê jî serqalî mûkimkirina sîstema xwe bûn. Saziyên weke, Meclîsî Şorayî Îslamî, Şorayî Negahban, Şorayî Teşxîsî Meslehatî Nîzam, Defterî Teblîxatî Îslamî hatin vekirin.

Jêrxana mezhebî û dînî herwiha fîstanê aryanî yê rejimê li erdnîgariya pirpêkhateyî û pirrçandî ya Îranê fesilandiye teng e û nema lê tê.Zêdetir ji hefteyekê ye li seranserê kolanên Îranê, dirûşmeyên “bimre diktator, azadî, mirin bo dîktator” berz dibin û xwepêşandana xelkê tûşî şer û pevçûnan jî dibin. Ligor ajansên îranî heta niha zêdetir ji 30 kesî mirine.

Gelek hokarên nerazîbûna xelkê Îranê li dijî rejimê hene. Em dikarin destêwerdana Tehranê li karûbarên Yemen, Sûriyê, Iraq, Behyren, Lûbnanê, mirina zêdetir ji 6 hezar serbaz û leşkerên îranê li şerê navxweyî yê Sûriyê, bihabûna kelûpelan li nava bazarê, nebûna sîstema qanûnê û giranbûna bacan, bêadaletiya di dabeşkirina mîzan û muçeyê de– di sala 2017an de ji sedî 65ê bûdçeya Îranê ji Spayê Pasdaran re hatibû terxan kirin – weke sedemên serekî destnîşan bikin.

Rejimê heta niha bo serkutkirin û feşkilandina xwepêşandanan Besîc û polîs daxistine kolanan. Pevçûn di navbera xwepêşandera û Besîc, polîsan de rû didin. Paşrewê Xumeynî ango Vîleyetê Fiqihê niha Elî Xamaney beriya bi çend rojan gef li xwepêşanderan xwar û aşkere kir ku ew bo ajandeyeke din kar dikin û dê gurmiskeke hesînî li wan bidin.

Li aliyê din rayedarên Amerîka û Îsraîlê jî piştevaniya xwe bo xwepêşanderên Îranê anîne ziman û amaje bi wê yekê kirin ku zilma rejima ya li ser milletê Îranê êdî nayê qebûlkirin. Pirsiyar ev in? Gelo dê Îran jî bibe weke Sûriyê û Lûbnanê? Gurubên çekdar wê li Îranê jî bêne dîtin?

Heger çalakî û greva karker û xwepêşanderan berdewam bikin guman tê de nîne Tehran dê bergiriyên tûnd beramber xwepêşanderan bistîne û hejmara mirina sivîlan zêde bibe. Pêwîstiya xwepêşanderan demildest bi piştçeperekê heye heger ji xwe repiştçeperekê  peyda nekin wê ew daxwazên wan ji aliyê rejima dest û devbixwîn bê serkutkirin.Na heger piştçepereke mukim û qayîm bê dîtîn wê şoreşa millet dawiyê li şoreşa melleyan bîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev