DU AZMÛNÊN KEDKARÊN KURDIYÊ

DU AZMÛNÊN KEDKARÊN KURDIYÊ

Husên Duzen, nivîskar

Nivîskarê malpera me birêz Husên Duzen vê roja şemîyê me dide fikirandin û belkî fikirên wî ji bo gelek kesên xalifî û bê hemdî xwe ji zimanê xwe dûrketî bibin riya vegera ber bi koka xwe, esilê xwe.

Berî bi kêliyekê ez li ser cûdatiya kedkarên kurdiyê yên li bakurê welêt û yên li derveyî welêt hizirîm. Ligel ku quretî bi herdu beșan re heye jî quretiya yên bakurê welêt bi min bêtir hat. Hûnê bibêjin çawa û çima?

Piraniya derketiyên ji welêt, li sirgunê, di hoyên dijwar de bi alavên bisînor fêrî nivîsîna kurdiyê bûn. Her weha zanyariyên xwe yî di warê wêjeyê de jî di ser zimanên biyanî re û di mercên dijwar de bi dest xistin; kêm kesan ji wan derfeta xwendina zanîngehan dîtin. Rastnivîsa kurdî jî bi derfetên xwe yî bisînor fêr bûn. Vê yekê hișt ku afrîneriyek, nefsbiçûkiyeke ji bo zanînê jî bi wan re çêbibe. Ligel qureyên heyî jî beșekî mezin ji kurdên li derveyî welêt ji vî cûreyî ye.

Li welêt piștî dirêjayiya salan derfeta xwendin û nivîsandina kurdiyê pêk hat. Kêm zêde xebateke di vî warî de pêk hat. Di salên 1990î de hin xebatên berbiçav jî hatin kirin. Kesên ev kar dikirin jî bi derfetên bisînor dikirin, lema bi kedeke mezin karê afrîneriyê pêk dianîn.

Piștî ku dewletê dest avêt kurdiyê, TRT6 vebû û di hin zanîngehên Tirkiyê de beșên kurdolojiyê vebûn, rewș li bakurê welêt hat guhertin. Gelek xabatên akademîk di van zanîngehan de hatin amdekirin.

Di ruhiyeta kedkarên kurdiyê de jî bûyerekê xwe derxist pêș: quretî! Ew zarokên ku bi dirêjahiya salan zimanê wan qedexe bû, gelekên ji wan ji bo her peyveke kurdî çoyek li kefa destê wan ketibû, niha mîna xwendekarên zanîngehan kurdî dixwendin, tezên di warê kurdolojiyê de dinivîsandin. Vê hișt ku quretiya bi vî nifșî re navberekê bixe nav kedkarên kurdiyê yî derketî û yên li zanîngehên Tirkiyê fêrbûyî.

Bêguman ziman û wêjeya kurdî ji van herdu azmûnan jî sûd wergirt. Ger ne ji quretiyê ba, dibe ku encameke balkêștir ji senteza van herdu azmûnan derketa.

Xwedê xêrke, me her tișt halkir, ma quretî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev