Rojbûna te pîroz be, serbilindîya miletekî û welatekî!

Rojbûna te pîroz be, serbilindîya miletekî û welatekî!

Nadirê Kerem di 86 salîya xwe da jî li ser kar e!

Têmûrê Xelîl

Dibêjin Xwedê aqilmendî dide hinek kesan, lema ew di jîyanê da deng didin. Lê aqilmendîya Nadirê Kerem ewqas pir e, ku Xwedê jî nikare ewqas bide. Rojbûna te pîroz be, sitûna miletê me û welatê me apê Nadir!

Akadêmîk Nadirê Kerem ewqas mezin e, ku serekê Akadêmîya Endezarîyê ya Komara Qazaxistanê Bakîtjan Jûmagûlov pirtûkeke bêhempa ser jîyan û karê wî nivîsîye. Em li jêr perçeyek ji wê pirtûkê raberî we dikin, ku tê da nimûneyên gelek balkêş hene, wek: çawa akadêmîk Nadirê Kerem xwe gîhandîye “bavê miletên Sovyet” Î.V.Stalîn û ji wî destûra xwendinê sitendîye, ku çawa serokkomarên Qazaxistanê Kûnayêv û Nazarbayêv di heyra wî û karê wî da bûne, ku çawa zimanê malê bi saya wî û xanima wî a delal doktor Helîma Emo herdem kurdî bûye, ku çawa zarokên wisa aqilmend perwerde kirine, ku di nav wan da Barîyê Nadir doktor, bizîşkê di komarê da eyan e, lê lawê wî û xanima wî a delal Narîna Kinyazê Hemîd – Arif xuya ye wê ewqas deng bide, ku emê behsa xelata Nobelê bikin,  ku çawa di dema Rêfêrêndûma bo serxwebûna Kurdistanê di nava hemû kurdên Sovyeta berê da hevkarîyek saz kirîye, ku çawa li Amêrîkayê ders daye zanyarên mezin, ku çawa dema xwendina xwe ya li Moskvayê li kurdan gerîyaye û navê serokê milet yê hemû deman Mustefa Barzanî ji xwe ra kirîye sîmvola jîyana xwe.

Bakîtjan Jûmagûlov dinivîse:

Rehên dîrokî yên kal û bavên mêrxasê pirtûka me li Kurdistanê ye, lê ew li welatê biçûk – li gundê Kîkaçê, navçeyeke Azirbêcana ku ser sînorê Tirkîyê ye sala 1932an wek zara malê a 8an ji diya xwe bû, ku zaroka berî dawîyê bû ji malbeta penaberê ji bakur-rohilata Tirkîyê, lê welatê wîyî mezin – Qazaxistana rengîn e, welatê merivên dilvekirî û bi sidqê qenc. Di cotmeha sala 2012an da 75 salîya bi destî zorê sirgûnkirina binecîyên kurd ji Pişkavkaza Sovyet ber bi Qazaxistanê û Asîya Navîn temam bû.

-Ez pênc salî bûm,- akadêmîkê Akadêmîya Zanyarî ya Komara Qazaxistanê, sêkrêtarê sereke yê wê dayîreya zanyarî ya sereke li komarê, Nadirê Kerem NADIROV bi bîr tîne,- lê vagona trênê di bîra min da rind maye, ku erdê wê ji textên rizî û qulqulkî bûn, ji wan qula berf dikete hundur, bayê sar li rûyê me dixist. Him balkêş bû, him jî tirs ketibû dilê me, em demeke pir dirêj çûn, bona ji warê bax û rezan bigihîjine qûmistanan. Birayekî min ez danîme ser berfa pûk. Hinekan dipirsîn, gelo we ser berfê çi ji hevdu ra digot: ”Me ji hev dipirsî em hela li Yekîtîya Sovyet in, an jê derbaz bûne?”. Rêberên me ser malikekê xwendin: ”Taraz”. Bi vî awahî Qazaxistan kete nava jîyana kurdên nexwendî, tirsîyayî, zêrîyayî, talankirî û bêxwedî. Eger ewana li Sîbîrîyayê bûna, belkî qedera wan xirabtir bûya… Bîranîna sereke ji zarotîyê li warê em lê diman – birçîbûn e. Yek jî çarix in, ku hetanî 12 salîyê min pê kirine, reng û rûyê merivên me yên xemgîn, nexweşî, mirina kesên ber dilê me ezîz gelek em êşandin. Salekê berî bi destî zorê sirgûnkirina me bavê min ji jîyana zehmet wefat bû, nuxurîyê birayan Ebdulle alî diya me dikir. Di hezîrana sala 1938an da karmendên polîsên Qazaxistana Başûr hatin wî birin, cîyê wî jî ji me ra negotin…

Nadir ji kurdan yek ji yê pêşin bû, ku dibistana qazaxî ya navîn xilaz kir, gelek dixwest xwendina xwe berdewam bike, lê tenê piştî salekê jê ra li hev hat, ew jî bi destûra Î.V. Stalîn ya şexsî kete Înstîtûya Pedagogîyê ya Kizil-Ordayê, di ser da jî mehekê ji hemûyan derengtir.

…Daxweza bidestxistina zanebûnan rehetî nedida Nadir, ji bext ra jî li welêt bûyerên dîrokî diqewimîn. Yekîtîya Sovyet, ku birînên Şerê Wetenîyê dikewand, bi bawerî dikete ser riya zanyarîyê, têknîkayê, perwerdeyê. Li Qazaxistanê îndûstrî gumreh pêş diket, xwelîya xopan dihate bêcerkirin, êlîta zane dihate sazkirinê. Lê destûra kesên bi destî zorê sirgûnkirî (wek Nadirê Kerem) tunebû bêy destûra serokatîya warê jîyanê ji wira derkevin, her gaveke wan ya bêy destûr bi tundî dihate cezakirin, heta cezayê hebiskirina 25 salan jî didane wan.

Buhara sala 1956an destpêka nermbûna rewşê ya dema Xrûşçov bû, ji bo kesên sirgûnkirî hinek asteng rakirin. Mamostayê gund yê sade Nadirov, ku sê salên karê ku li wî diket qedand, xeyala xwe bi cî anî û nasname sitend, ku tê da mohra nuxsankirinê ya ”bêy destûra derketina ji warê xwe…” tunebû û yekser berê xwe da paytextê welêt – Moskvayê, aspîrantûra Înstîtûya Pedagogîyê ya Dewletê ya ser navê V.Î.Lênîn.

Hate qebûlkirin, wek her kesî, bi xwe (dîsa ji hemûyan derengtir, ji ber ku li dibistanên miletîyê dersên zimanê dereke ne didan; lazim bû bi lez mamostayekî peyda bikin ku wî fêrî ziman bike, bona bi kêmanî hinekî almanî zanibe), bêy nas û dostan, bêy piştgirîya komarê, lê êdî çend gotarên wî li kovarên hemtifaqîyê çap bûbûn derheqa mêtodîka dersdayîna kîmîyayê da.

Nadirê Kerem Nadirov – zanyarê neftkîmîyayê, ku di cihana zanyarîyê ya Sovyet da dêmekî eyan e, kubarîya civaka zanyarîyê-endeziyarîyê ya Hevalbendîya Dewletên Serbixwe ye, navê wî li cihanê jî deng daye: akadêmîkê Akadêmîya Miletîyê ya Komara Qazaxistanê (1983), akadêmîkê Akadêmîyayên endeziyarîyê yên Navnetewî û Miletîyê (1991), Serketîyê Perwerdeya Miletîyê ya Rûsîya Federal (1967), xelatgirê Dewletê (1980) û Karmendê emekdar yê zanyarîyê yê KSS Qazaxistanê (1982), Hunurvanê YKSS (1985), Neftzanê hurmetlî yê YKSS (1991), endeziyarê bêhempa yê sedsala 20î (2000), xwedîyê gelek xelat û navên bi qedir yên dewletên din.

Karê zanyar û teşkîldarê ulm yê gelek salan dewraneke tam e di şuxulê bingehdanîn, pêşketina komplêksa neft-gazê ya Yekîtîya Sovyet û Qazaxistanê. N.K.Nadirov weke 10 salan (1977-1986) bûye sêkrêtarê zanyarî yê sereke li Sedirtîya Akadêmîya Zanyarî ya KSS Qazaxistanê û bi wî karî ra tevayî ji sala 1975an heta sala 1984an bûye serekê Înstîtûta neft-kîmîyayê û medenên xwezayî (ÎNKûMX) ya Akadêmîya Zanyarî ya KSS Qazaxistanê li bajarê Gûryêvoyê (niha navê bajêr Atiray e).

Ji sala 1983an zanyarê mezin ji zanyarên neft-kîmîyayê kesê tekane bû, ku hatibû hilbijartin wek akadêmîkê Akadêmîya Zanyarî ya KSS Qazaxistanê (niha navê wê Akadêmîya Zanyarîyê ya Miletîyê ya KQ ye); di nav zanyaran da tenê ew layîqî navê ”Zanyarê neftê yê hurmetlî yê Yekîtîya Sovyet” bûye: di dema Sovyet da di eynî wextê da hatîye hilbijartin wek endamê du Şêwrên zanyarî yên Akadêmîya Zanyarî ya YKSS – ji alîyê neft-kîmîyayê û katalîzê da, li gelek welatan zanyarîya di hêla neftkîmîyayê da ya YKSS û Qazaxistanê raberî gelek welatên cihanê kirîye.

Di salên 1987-2000î da N.K.Nadirov serokatî li beşa Qazaxistanê ya Înstîtûya Yekîtîya Sovyete zanyarîyê-lêgerînêye neftê ya ser navê A.P.Krîlov ya Wezîreta senaya neftê û gazê ya YKSS kirîye (ev yek îzbata dereceya keda wî ye di nav ulmê Sovyet da), bûye cîgirê pêşin yê serekê Yekîtîya zanyarî-senayî (YZS) ya bi navê ”Kazneftbitum”ê.

Di wê dema dîrokî ya biryardar da karê akadêmîk N.K.Nadirov ewqas pir û kardar bû, ku sala 1991ê bi biryara tevayî ya Wezareta senaya neftê û gazê ya YKSS û Komîtêya Navbendî ya Sendîkaya xebatkarên senaya neftê û gazê û çêkirinê ya YKSS Nadirê Kerem (nûnerê yekemîn di zanyarîya karê neftê da) layîqî navê bilind ”Karmendê neftê yê hurmetlî li YKSS” bû.

Gorî malûmatîyên Navbenda înformasyona zanyarî-têknîkî ya Komara Qazaxistanê. Akadêmîk N.K.Nadirov – yek ji zanyarên Qazaxistanê ye, ku zêde behsa wî tê kirinê; di nav berhemên wî yên ulmî da zêdeyî 1200 xebatên zanyarî û 8 nûjenîyên ulmî (ev nimûneya yekemîn e di Qazaxistana serbixwe da), 31 monografîya, 10 pirtûkên hînbûnê hene. Zanyarê me xwedî 250 patent û bawernameyên şexsî ye, bûye konsûltantê zanyarî yê 12 dîsêrtasyonên doktorîyê û serekê zanyarî yê zêdeyî 50 kesên ku doktora xwe ser têknîkayê, kîmîyayê, fîzîkayê, matêmatîkayê, bîologîyayê, aborîyê, pedagogîyê pewan kirine. Bi redaktorîya akadêmîk 54 berevokên zanyarî û nivîsên konfêransan hatine çapkirinê.

Sala 1991ê akadêmîk N.K.Nadirov yek ji wan kesên pêşin bû, ku kete nava 26 bingehdarên Akadêmîya Qazaxistanê ya Endeziyarîyê û ji sala 1997an heta niha cîgirê pêşin yê serekê Akadêmîya Endeziyarîyê ya Gelêrîyê (AMG) ya Komara Qazaxistanê ye, serekê Navbenda Zanyarî-endeziyarîyê ya bi navê ”Neft” e. Di meha cotmehê sala 2003an serekê Navenda zanyarî-lêkolînerîyê ya ”Neft”ê bi ”Mêdalyaya Zêrîn ya SPI” ya Yekîtîya Navnetewî ya piştgirîkirina senayê (Fransa), lê sala 2004an eynî wê navendê navê ”Marşalê zanyarîyê”da wî û bi Mêdalyaya Napoleon va xelat kir.

Heta niha jî înîsîatîva ku mêrxasê pirtûka me sala 1996an raber kirîye, îzbatîya tekane ye di ulmê Qazaxistana nûdemê da. Wê demê ew endamê şêwra zanyarî-têknîkî ya Wezareta senaya gaze û neftê ya Komara Qazaxistanê bû û ev pêşnîyara xwe raberî Wezîrê zanyarîyê – Prêzîdêntê Akadêmîya Zanyarî ya Komara Qazaxistanê V.S.Şkolnîk kiribû: girêdayî bi wê yekê ra, ku li Qazaxistanê berî sedsalê dest bi deranîna neftê kirine (sala 1999an) û bi berçavgirtina wê yekê, ku pêrspêktîvên dewleta me wek ”dewleta neftê” pir xurt in, destûrê bidin kovareke bi navê ”Neft û gaz” derxin.

Bi biryara sedirtîya Wezareta zanyarîyê û Akadêmîya Zanyarîyê ya KQ (fermana hejmara 209 ya 13ê çirîya pêşin sala 1998an) çar hejmarên pêşin yên cêribandinê li ser bingehê ku wê mesrefên xwe derxin, hatine derxistinê wek serdazêdekirina ”Dokladên Akadêmîya Zanyarî ya Komara Qazaxistanê”. Dû ra kovar bi fermî hate qeydkirin wek kovareke serbixwe û ji wê rojê virda bi tîrajeke baş, bi statuya weşana zanyarî-têknîkî ya di wî çiqlê ulm da li Qazaxistanê ronahî dibîne. Nadirê Kerem bingehdar û berpirsyarê sereke yê kovara ”Neft û gaz” e, ku roja îro bi heqî ketîye nava jimara weşanên zanyarîyê yên bi rêytîngên bilind.

Sala 2011an hatine testîqkirinê: wek nîşana qîmetkirina emekê bêhempa yê N.K.Nadirov ber dewletê û ulm da, cara pêşin di jîyana zanyarê ser dereceya dinyayê da Xwendinên Nadirovîyê yên Navnetewî yên hersale bidine derbazkirinê alîyê pirsgirêkênBi zanyarî-têknologî pêşdabirina komplêksa neft-gazê” da. Ewana bi tevgelîya wî (taybetmendîya wê di wê yekê da ne) li Zanîngehên welêt yên navdar û welatên din bi serketî têne derbazkirin, lê Xwendinên Nadirovîyê yên çaran kirine nava bernameya Konfêransa Navnetewî û li Înstîtûta kîmîya neftê ya beşa Sîbîryayê ya Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî (bajarê Tomskê) hatine derbazkirin.

Wêneyê vê nivîsê îzbatek e, ku Nadirê Kerem di nav miletê me da hevkarî û hevduhezkirineke xurt çê kirîye. Di wê da ez û Nadirê Kerem dema pîrozkirina 70 salîya akadêmîk û welatparêzê mezin Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv da. Di wê pîrozîyê da kurdên binavûdeng ji gelek welatan amade bûn, wek prfêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan, berpirsyarê sereke yê malpera Riataza Yûrayê Şamil Nabîyêv, rojnamevanê emekdar yê Rûsîyayê Prîskê Mihoyî, rojnamevan Salihê Kevirbirî, dengbêjê li cihanê navdar Şivan Perwer, dengbêj Derwêş Serhedî û Kurmanc Bakurî, komeke stiranê ya ji Kurdistana Bakur û yên din amade bûn.

Desteya rêvebir ya malpera Riataza rojbûna serbilindîya kurdan û Kurdistanê, kubarîya çend miletan û çend welatan Nadirê Kerem bi dil û can pîroz dike û jê hîvî dike ji bo xatirê miletê me dirêj bijî… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *