Pirsa we û bersîva me – 64

Pirsa we û bersîva me – 64

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva 3 pirsan da.

 

Pirsên Aramê Çerkez û bersîvên Nura Şane

 

Pirs 1: – Serokê rêxistineke kurdî ya bi jimara endamên xwe va gelekî mezin, çi biryarê digire, hemû endamên wê bi yekdengî qebûl dikin. Gelo ev demokratî ye, tirsonekî ye an xwexapandin e?

 

Bersîv 1: – Di rêxistinên demokratîk da eger serok şaş be, çend aqil dij derdikevin û nahêlin biryara wî bi ser keve. Lê eger serok rast be, çend dîn dij derdikevin. Îcar xuya ye, ku di nav vê rêxistinê da, ku tu bahs dikî, ne mirovên aqil hene, ne jî yên dîn. Di van rêxistinan da tirsonekî û xwexapandin serdest in.

 

Pirs 2: – Ev gotina “serokê netewî” tê çi maneyê?

 

Bersîv 2: – Ew tê wê maneyê, ku ew serekê netewa kurd e. Îcar, eger tu ewî ji xwe ra serok nahesibînî, tu ne kurd î. Lê eger tu ji sedî sed kurd î, tê wê maneyê, ku ew ne serokê hemû kurdan e.

 

Pirs 3: – Hinek nivîskarên kurd nexwendî ne. Dema ji wan ra dibêjî “nexwendî”, dibêjin: “Meriv dikare nexwendî be, lê aqil be. Lê merivên aqil jî dikarin nexwendî bin”. Gelo tu ji van kesan ra çi bersîv dibînî?

 

Bersîv 3: – Merivê nexwendî dikare xwedî tiştekî be: dikare aqil be, lê her nexwendî ye. Lê yê xwendî dikare xwedî du tiştan be: xwendî ye û dikare aqil be jî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev