“Xanîyê Şîn”a Tahir Taninha derçû!

“Xanîyê Şîn”a Tahir Taninha derçû!

Ji Weşanên “Lîs”ê berhemeke delal

Kawa Nemir

“Xanîyê Şîn” romana yekem a Tahir Taninha ye. Di 2016’an de kurteçîrokên wî bi navê “Lata Lêron” ji Weşanxaneya Lîsê derketine.

Romana “Xanîyê Şîn” behsa malbatekê dike ku gundê wan hatiye şewitandin. Neferên malbatê koçî Diyarbekirê dibin, li Taxa Baglarê bi cî dibin. Li vê taxê di jîyana xwe de berdewam dibin. Roman behsa çend rojên meha Mijdarê, dawîya sala 2000’î dike. Binevşê ji Taxa Baglarê ti caran derneketiye û hez nake ji wir derkeve jî. Êdî hez nake here gund jî, li taxê, di xanîyê şîn de ase maye.

Mêrê wê Cembelî, keça wê Norin, kurê wê Tajdîn hewil didin ku Binevşê biherine taxên din, biherine gund. Çi qasî hewil didin, jîyana wan, serborîya wan wan jî li Taxa Baglarê, di xanîyê şîn de asê dike. Evînên şikestî, dinyayeke cîyê bêhêvîtîyê, rabirdû, jîyaneke zor û zehmet malbatê di taxê de, di malê de asê dike.

Roman şayesa kûçeyên teng, mirovên ku li taxê dijin, yên ku koç dikin, yên li ber malên xwe rûniştî dike. Xewnên ecêb, rabirdûyên tevlihev heta bi malzarokê, jîyana ciwantîyê, dawet, mil bi mil, serdestîya mêran, zordestîya dagirkeran ji devê yekem, ji devê sêyem têne vegotin. 

Xanîyê Şîn
Tahir Taninha
Roman, 88 rûpel
Çapa pêşîn, Berfanbara 2017’an
Weşanxaneya Lîs, Amed
 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *