Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -6

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -6

Welat Agirî

Trenên ku ji herêmên din tên û diçin paytextê Beloçîstanê, di gundê kurda re derbas dibin. Ev riya hesinî ji îngilizan maye ku wextekî Pakistan û Hindistan koloniyên îngilizan bûn. Mesafa di navbera îstasyona trenê û gund de kîlometrek heye tuneye. Li îstasyonê komên însanan û kelmelên wan. Jin, mêr, mezin, piçûk…boxçe, valêz, çente, dîk, mirîşk, kar, bizin… Erê li Beloçîstanê mirîşk û bizin jî bi xwediyê xwe re derdikevin geşt û seyehatê. Lêbelê ji wan re kompartimana business (bîznis)ê qedexe ye û ew jî dibin hevrêyên kesên ekonomîk ên economic class ê.

Em li mala apê Şewket rûniştine. Apê Şewket nexweş e. Lêbelê ew dibêje ez ne nexweş im heyran, bes hinekî aciz im.

Bi vê gotina apo re, dibe piste pista Seyîd, Rifet û Ebdirehamn. Kek Rifet di bin simbêlan de dikene û bi beloçî dibêje:

“Em zanin tu ne nexweşî û hê li ser xwe yî nako (apo), lê te ev mîrata berda, sê sondê qesemê tu yê deh sala ciwantir bibûyayî.”

Tişta bala min dikişîne peyva “qesemê” ye. Ew jî vê peyvê bi kar tînin lê “sê sond” pêve nîn e. Bi tenê bi qesemê sond dixwin û sondxwarina xwe saxlem û qehîm dikin.

Apê Şewket bêyî ku bersîva Rifet bide, bi destê çepê simbêlên xwe badide û simbêl jî ji dûmana cixarê zer bûne. Serê xwe bilind dike û yek bi yek li me herçara dinêre û dîsa vedigere ser Rifet:

“Ê bavê min, ka ev mîrata cixarê jî nebe, ez ê di mal de çi bikim? Bi serê te kim ez ê biteqim, bifetisim.”

Aliyê kîlerê dengê tas, kevçî û beroşan tê. Jinên malê haziriya xwarina mêvana dikin. Ez ne birçîme lê di aqilê min de xwarin heye. Dikim ku derbarî xwarinên wan de bipirsim, lê hin tiştine din dikin navberê ez jî dev ji pirsên xwe berdidim.

Pirs gelek in, beriya hatina herêma kurda, min pirsên xwe di telefona xwe de yek bi yek rêz kiribûn. Hinek pirs jî di dema axaftina me de tên hişê min û wan jî li ser pirsên din zêde dikim.

Hersê xortên me derbarî cixare, nexwaşî û xortaniyê de ketibûn galegal û sohbeteke germ, ku bi pirsa min ve sohbet qut kirin û guhê xwe dan cewaba apê Şewket.

Min go, “apo te got em ji Rojavayê Kurdistanê rabûne hatine Beloçîstanê. Gelo mezinên we ji kîjan şeherê Rojavayê bûn, di destê we de malûmat hene?”

Got, “em ji Helebê ne, erê bav û kalên me digotin em ji Helebê derketine hatine. Lê bi xwedê ez nizanim ka Heleb li ku ye. Em ji hev dûr ketine xorto, ji hev dûr… Du dûrahî ketine navbera me; yek zeman e, ku bi sedan salan e em ji hev bê xeber in û ya dudya jî cîh û war e, ku em bi hezaran kîlometir dûrî hev in.”

Apê Şewket biheq bû û rast digot. Derfet û îmkanên îro, panzde-bîst sal berê jî tunebûn. Xasma ji bo Beloçîstanê îro jî bêderfetî û bêîmkanî bi her alî ve berdewam e. Hezar heyf û xebînet, em îro jî yanî di vê sala 2018an de, nikarin bêjin li Beloçîstanê teknolojî pêş ketiye, em nikarin bêjin çûyinhatin hêsan e, em nikarin bêjin perwerdehî heye û gelek kêmasiyên din…

Apo axîneke kûr kişand û axaftina xwe domand, “ez xwe dizanim nizanim li Beloçîstanê me û ji xêncî vê herêmê jî min tu cîh û war nedîtine. Ger niha tu pirsên xwe li şûna kalemêran, ji ciwana bipirsî, tu yê bersîveke çêtir werbigirî ku xwendin û nivîsandina ciwana ya me çêtir e û haya wan ji kurda jî heye, ji dinyayê jî heye.”

Kurdên Beloçîstanê ji êla Bermekiyan in, ku nizanim îro li rojava eşîreke bi navê Bermekî heye yan tune. Hevalekî gotibû, li Anatoloyîya Navîn, hin kurdên bi navê bermekî hene, lê nizanim çiqas rast e.

Ebdirehman kete navberê û got “de rabin heta firavînê em hinekî gund bigerin, serîkî bidin Serdar Yar.”

Min got “Wele ez jî dixwazim gund bibînim, ez ê kêfxweş bim, lê Serdar Yar kî ye.”

Got: “Mezinê me ye”.

Jixwe pirseke min jî ev bû. Min go: “Yanî Serdar Yar serokê kurdên Beloçîstanê ye?”

Got: “Na na, ne serokê hemî kurdan e, lê mezinekî me ye û hemî kurd qedr û qîmeteke mezin didinê.”

Min got: “Ê baş e! bira. Lê madem mijar vebû bihêle ez pirsa xwe bipirsim. Di nav we de kesekî wek serok an jî mezinê hemû kurda heye?”

Ebdirehman got: “Ez çawa bêjim? Li vê herêmê her kes malxwê mala xwe ye. Lê kurdê herî naskirî Mîr Asim Kurd Gailo ye. Mîr Asim Kurd parlementerekî kurd e û em dikarin bêjin wekîltiya hemû kurdan dike. Ew jî ji vê herêmê ye lê ji bo kar û barê xwe, niha li Quettayê rûdinê”.

Bi vê bersîvê ve, em amade bûn ku derkevin û serîkî bidin Apê Serdar Yar. Beriya derketinê, min got: “Kek Seyîd, ez dibînim ku hûn salwar û qamîsên Beloçiyan xwe dikin. Di rojên taybet de, cil û bergên we yên ji Beloç û Peştûnan cuda hene?”

Got: “Na em ji bilî salwar û qamîs tiştekî din li xwe nakin. Haa! du cure salwar û qamîs hene. Yên kesên dewlemend gelekî fire ne, delingên wan di erdê re dişiqitin, lê yên feqîr û belengazan teng û kin in”.

Erê ev gotinên kek Seyîd bûn, ku mirov dikaribû ji kincên wan derxista ka kî dewlemend e, kî belengaz e. Û dîsa li Beloçîstanê tiştekî balkêş heye, ku mirov nikare bi hêsanî kesekî bi şal û îşlik bibîne. Heke yekî wisa bibînî jî teqez ew kes xerîbek e.

Em ê di gotareke din rêwîtiya xwe bidomînin û pirsên xwe bipirsin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *