Nameyên evînî -11

Nameyên evînî -11

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a yanzdehan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyeke evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatîye şandin. Ew ne tenê bi pênûsê

hatîye nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

****
Xweliya binê lingê te bo min melhem e, ezîza min.
Te riya evinê bo min vekir. Tu serî heta lingan Evîn î. Ez bona te dikarim bibim dîwar jî, ban jî, kevirê bingehê wî xanîyî jî ku jîyana te tê da derbaz dibe. Dema lazim bibe dikarim bibim dergevanê wî xanîyî jî, bes tenê bo her ro tu ber çavên min bî.
Cihan gelek biçûk bûye, ji ber ku hemû cihana min tu yî. Mirov ewqas kêm bûne, ji ber her miroveki min tu yî.
Tu ruhê min i, ez dikarim ruhê xwe bidim te. Ezê 2 ruh çi bikim?
Hezkirina ji Nurayê ji hezkirina hunermendîyê, sînemayê, pirtûkan gelek xweştir e. Çiqas hebûna min hebe ezê bixime nava karê hezkirina Nurayê. Ezê bo çi bikime nava çêkirina qesreke çendqatê, erebeyeke modern, kincên bi kalîte, xwerina bi niştecîyên behrê û şerava buha, dema ew hemû bi hev ra wê ewqas zewqê nedine min, çiqas ku Nura min dide min.
Ma qey erebeya sade wek erebeya modern min û Nura min ji warekî nabe warekî din? Gelo xwerina sade wek xwerina buha min û Nura min têr nake? Hela di ser da, li qesrê razan tirsa dizan heye, lê li xanîyê sade tune.

Bingeha evîna me ne aqil e, ne zanebûn e, ne qama dirêj û kin e, ne pozê dirêj û biçûk e. Bingehê evîna me EVÎN e, ku dikare evînên hemû kesan pûç derxe.
Mirov dema hûnermendiyeke kûrfikir dibîne, an fîlmeke xweş mêze dike, an pirtûkeke bi dilê xwe dixwîne û ji wan lezeteke gelek mezin dibîne, ma qey dest û dev û şaneyên bedena xwe bi kar tîne? A min û Nura min jî wisan e û tiştek jî zêde. Ji ber ku hezkirina hûnermendiyê, filmê, pirtûkê yekalî ye, ya min û Nura min dualî ye.
Şev baş jîyana min a nû destpêbûyî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev