Ronîkirinek li ser weşaneke nû

Ronîkirinek li ser weşaneke nû

Êzdî û Êzdiyetî Li Bakurê Rojavayê Sûriyê

Mihemed Zekî Mihemed

Li dema dawî, li Rojavayê Kurdistan û li bajarê Qamişlo pirtûkeke nû bi navnîşana ((Êzdî û Êzdiyetî Li Bakurê Rojavayê Sûryê)) ya nivîskar û zimanzanê kurd Dr. Mihemed Ebdo Elî ku bi navê Rozad Elî navdar e, ji alî weşanxaneya DARê ve ronî dîtiye.

Pirtûk ji 230 rûpelên navîn û ji sê beşan pêk tê, naveroka wê jî eve:

Pêşgotin – beşê yekem: Êzdîtî li Çiyayê kurmênc. – ”Lêkolîna yekem”, -”Lêkolîna duyem”. Beşê duyem: Dîroka Êzdiyan li Çiyayê Kurmênc. – ”Lêkolîna yekem”, -”Lêkolîna duyem”.

Beşê siyem û jêder.

Nivîskar di pêşgotina xwe de weha li ola Êzdî nivîsiye:

((Em karin bêjin, ku ola Êzdî jî di vê pêvajoya ramyarî û çandeyî de cihê xwe digre, ew jî di heyama şaristanî ya rojhilatî de hatiye afrandin û nasîn. Gelek rêwresm û baweriyên olî di hundirê wê de hene, ew jî ji kûraniya dîrokê de dikşin, gelek ji wan baweriyan jî, mîna yên olên bi ”Kitab û bi Pêxember” in.

Hêja ye em bêjin jî, ku wargehê jidayîkbûna ola Êzdî navenda welatê Kurda ye, hemû bawermendên wê jî Kurd in, berger û laveyên wê jî bi zimanê Kurdî hatine afrandin û têne gotin.)).

Li ser çanda rêzgirtin û hezkirinê di ola Êzdî de aniye zimên:

((Lêbelê wek me li jor got, ola Êzdî jî wek bilî xwe, gelek olbaweriyên olênkevn di xwe de parastin, carina delametine nû jî dane wan, wek nimûne pîrozkirina Êgir û Rojê, wekî ku roniya Xwedê û pakiya wî dinimandin, gelek tiştên din jî, li ba Êzdiyan wek xwe mane.

Lê tiştê herî balkêş ew e, ku Êzdî rêzdariya hersê olên ezmanî Cihû, Filef û Îslamê, ku li herêma Rojhilata Navîn daketine, digirin û pîroz dibînin.)).

Ji gerdeşên Êzdîtiyê ”tachiliye” nivîskar wan destnîşan dike û yên ku li herêma Efrînê jî hene li ber çavan datîne:

” Mîrê Êzdiyan Tac Ĥileyan dide hin Êzdiyên ku ji ola xwe re dilsoz in, û gerek e ew ji pileya şêxan bin.

Beşên Tacĥileyê ev in:

1- Tac: Ji bo dana serî ye.

2- Kulik: Kumekî biçûk e, di bin Tacê de tê danîn. Gerek e her Êzdiyekî oldar kumikekî di bin desmalê de bidê.

3- Kemberbest: Kembereke rîsî ye.

4- Mêzer: Êzdiyên oldar li Şengalê û li Welat Şêx wê didin serê xwe. Berê, Êzdiyên Na.Efrînê jî ew didanê, lê niha tenê Êzdiyên navsal û Şêx Husên şêxê Êzdiyên Efrînê wê didê. Mêzer carina bi “Şe’r yan ‘Igal” jî bi nav dibe

5- Cube: Cila govde ye, ji pêşiyê ve vekiriye, du piyên wê yên dirêj hene, bin çengên wan qulkirî ne, bawerî heye, ku ew mîna cilên kahinên Zerdeştî yên kevn in.

6- Keşkûl: Percakî rîsî ye, mîna Keşkul, Quf yan Zembîleke biçûk e, lewre carina jê re Zembîl jî tê gotin.

7- Elekanî: Piştek e, li nava mirov tê gerandin. Ew ji deziyên rîsî yên lihevbadayî hatiye çê kirin, ji her deziyekî re Peng tê gotin( ), Şêx Husên dibêje, ew ji 72 pengan hatiye hûnandin, û dora 2 mitran dirêj e.

Heft Tac Ĥileyên pîroz hene, ew heft Firîşteyên Nûranî li ser zemînê dinimînin. Hejmara wan bi qaserî ya Senceqan e. Wek tê zanînîn, Senceq jî heft frîşteyên mezin li ezmên dinimînin, û li serê wan Melek Tawis e. Ew Nûraniyên ku Tac Ĥile wan dinimînin ev in:

1.. Şêşems. 2. Şêx Mend. 3. Şêx Nasirdîn. 4. Şêxobekir. 5. Şêxesen. 6. Şêxê Fexra. 7. Şêx Sicadîn.

Ev Tac Ĥile li navça Efrînê hene:

–                     Heft Tac Ĥile li Gu.Qîbarê li ba van malan hene:

Navê bapîrk                                        Xwedanê Tac Ĥilê

Şêx Mend                                                 Mistoyê Dewrêş

Nasirdîn                                                    Henanê Heskê

Şêşems                                                      Menanê Ce’fer

Şêşems                                                      Mehmûdê Keleş

?                                                                Wehîdê Evdê Hesen

Şêxobekir                                                 Heyderê Xelîl

Şêkobekir                                                 Bekirê Şêx Nasir

Li ser Cejn û rojên pîroz di Êzdîtiyê de baş axivye tenê emê navên wan rêz bikin:

  • – Cejna Sersalê.
  • – Cejna Xidir Ilyas.
  • – Cijna Rojiyê / Cejna Êzîd: – Cejna Biçûk,
  • – Cejna Çelê Rojiyê: Cejna Qurbanê.

Rêbertiya civakî û pilavaniya olî di êzdîtiyê de diyarkirye: – Pileya şêxan, -pileya Pîr, – pilya Mirûd .

Hin gerdişên Êzdiyan:

–         Hilanîna Biskê,-Mirin, -Sinetkirin, -Zewacî, -Kirîftî, -Kinc û qiyafet.

Zanayên ola Êzdî li navça Efrînê:

–         Şêx ‘Elî kurê Şêx Berkêt (1930-1994)

–         Şêx Mihemedê Kalo:

–         Şêx Husên kurê Şêx Hesenê Şêx Birîm.

Pîrozgehên ÊzdiyanLi navça Efrînê:

  • Pîrozgeha Şêx Berkêt.
  • Pîrozgeha Çêlxanê.
  • Pîrozgeha Melek Adî.
  • Pîrozgeha Şêx Rikab.
  • Pîrozgeha Parse Xatûnê.
  • Pîrozgeha Şêx Qeseb (Qesab).
  • Pîrozgeha Şêx ‘Elî.
  • Pîrozgeha Şêx Hemîd.
  • Pîr Cefer.
  • Pîrozgeha Ebû Ke’bê.
  • Pîrozgeha Şêx Seydî.
  • Pîrozgeha Menên.
  • Hecerka Şêx Husên.

Di derbabrî hin nerînên têvel li ser ola Êzdî weha nivîsî ye:

((Li dema me, nêrînên têvel li derbara ola Êzdî têne gotin. Hin dibêjin ola Êzdî ji bermahiyên olên Arî û Mezopotamiyayî yên kevn e. Hinek jî wê bi hêla Zeredeştiyê ve têvedidin. Hin din jî dibêjin, Êzdîtî Firîşteyê Xinaniyê, rojê û êgir pîroz dike. Hinekan jî gotiye, ku ew rêolek e, ji Îslamê veqetiye û şopa Yezîd lawê Mi’awiyeyê Umewî dajo. Û gotinên bilî wan jî hene û tê kirin.

Lê li gor zanînên me ji ola Êzdî re, nêrînek ji wan nêrînan rastiya zelal ne gotiye. Çinkî piraniya wan gotinan, zanîn û gotinên çepûrast ji vir û ji wir anîne, hin jî ji jêderên ne Êzdî birine, hin din jî ji jêderên Êzdî ku pir sivik û rûkî ne hatin wergirtin. Lewre, rastiya baweriyên Êzdîtiyê û koka wan a dîrokî bi zelalî ne hatiye naskirin û nasandin. Belkî ji ber wê jî, piraniya xelkê, gelek Êzdî jî di nav de ne, hîn rastî û koka Êzdîtiyê, binsaziyên ramanên wê yên felsefî, rêwresm û perestvaniyên wê yên bingehîn baş nas nakin.)).

Me hin mînak ji pirtûkê li ber destê xwêneran danîn ango tenê ronîkirin e.

Hêjayî gotinê ye, ku pirtûkek dewlemend e, bi dehan mijar, wêne û belgeyên hêja û nirxdar di derheqa Êzdî û Êzdîtiyê de li Rojavayê Kurdistanê di nava xwe de dihewîne, diyar e ku nivîskar pir westiya ye û gund bi gund li herêma Efrînê griya ye ta ku agahiyên li ser Êzdiyên wê komkirin e, ji bilî wê palgêrî li ser dora 25 jêderên dîrokî yên nirxdar kiriye. Di dawiyê de em vê pirtûkê li hemî zana û rewşenbîran pîroz dikin, ked û cefaya nivîskar spas dikin ku pirtûkeke hêja li pirtûkxaneya kurdî zêdekir, û rêya lêkolînê li pêşiya nifşê nû dûz kir. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *