Weşanxaneya Lîsê “Morîyên Nenê” ya Xelîlê Çaçan weşand!

Weşanxaneya Lîsê “Morîyên Nenê” ya Xelîlê Çaçan weşand!

Hediyayeke bêhemapa di rojbûna serokê Radyoya Kurdî a Rewanê da

Weşanxaneya Lîs a ku ev sêzdeh sal e di warên curecur de bêtirî sê sed berhemên bi Kurdî weşandine, li gel rêzên pirtûkan ên din, bi berhevkirin, amadekirin, weşandin û çapkirina gencîneya serdema Kurdên Yekîtîya Sovyetê berdewam e. Di vê çarçoveyê de, Lîsê dest bi çapkirina hemû berhemên nivîskî yên Xelîlê Çaçan (Mûradov) ê radyokompozîtor, nivîskar, berhevkarê folklorê û kedkarê çanda Kurdan kir û ev berhem bi dorê gihiştine ber destên hemû xwînerên, şanoger û lêkolînerên Kurd.

 

Xelîlê Çaçan Mûradov ê nivîskar, radyokompozîtor û serokê 24 salan ê Radyoya Kurdî ya Rewanê û kedkarê çanda Kurdên komarên Sovyetê, nivîskar û berhevkarê pirtûkên bi navên Kilamên Cimaeta Kurdan (zargotin, 1963), Du Poêm: Memê û Eyşê & Zembîlfiroş (destan, 1965), Gotinên Pêşîyan (zargotin, 1967) Qiseyên Cimaetê (zargotin, 1972), Morîyên Nenê (kurteçîrok, 1976), Memê û Eyşê (pîyes, 1978) û Cewahirên Kurdî (zargotin, 2010, Lîs) û her wiha, xwedanê gelek gotaran, serhatî (kurteçîrok) jî nivîsîne û ev kurteçîrokên wî di sala 1976’an de li Yêrêvanê li jêr navê Morîyên Nenê cara pêşîn hatine weşandin, ya ku dibêje:

 

“Rojekê, wexta ku Xeberdanêd Kurdî yêd Radyoya Yêrêvanê elam kir ku deqeyekê û bi şûn de radîokompozîsîyaya serhatîya V. Papazyan a Lûr De Lûr bibihên, nevîyêd Nenê; Qazê û Sêvdîn qerar kirin radyohildanokê bitemirînin, dengê wê dernexin, çimkî her carekê, wexta ku pîrika wan vê serhatîyê dibihê, ji destpêbûna wê heta ku kuta dibe, digirî…”

 

Weşanxaneya Lîs Morîyên Nenê ya Xelîlê Çaçan cara duyem bi serbilindî pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî ya neteweyî dike, ya ku bi zimanê xwe û tevn û raçandina xwe ve sade û şêrîn e û neqilkara heyamên jibîrbûyî ne û di nava wê de pirr bi zelalî tê dîtin nivîskarê Kurd paşmakgirê çîrokbêjîya nûjen e, her di wê hewildanê de ye wekî serhatîya takekesî bîne û bigihîne perên kurteçîroka nûjen a nivîskî.

 

                      Morîyên Nenê

                      Xelîlê Çaçan

                      Kurteçîrok, 99 rûpel

                      Amadekar: Têmûrê Xelîl

                      Edîtor: Kawa Nemir

                      Sermaweza 2017’an

                      Weşanxaneya Lîs, Amed 

                      ISBN: 978-605-9295-51-9 

 

Xelîlê Çaçan (Mûradov) * Nivîskar, rojnamevan, berhevkarê kilam û stranên Kurdî û berpirsyarê kedkar ê Radyoya Kurdî ya Rewanê. Di 11’ê meha Rêbendanê ya sala 1924’an de li Komara Ermenistanê, li gundê Karwanserayê (niha bi navê Sedûn) ê ser bi navçeya Artîkê ve ji dayîk bûye. Mûradov bi eslê xwe ji êla Rojkîyan e, bav û kalên wî ji gundê Hesencano yê Dîgora Qersê, ji Bakurê Kurdistanê, di dawîya sedsala 18’an de hatine û li wê devera jidayîkbûna wî akincî bûne. Tê gotin ku binemala wî di salên Şerê Ûris-Tirk de, di 1827-28’an de ji Bedlîsê bar kirîye û hatiye devera Qersê.

 

Xelîlê Çaçan Mûradov dibistana seretayî li gundê xwe kuta kiriye, paşê li Yêrêvanê di Dibistana Partîyê ya Bilind de, bi dû re jî di Înstîtûta Pedagojîyê de xwendiye. Wî di pey xwendina bilind re li navçeya Elegezê, heta sala 1949’an, şeş salan serokatîya komsomolan kiriye. Paşê jî, di navbera salên 1950-57’an de serokatîya Beşa Kûltûrê ya Komîteya Şuxulkirinê ya navçeya Araratê kiriye. Wî ji sala 1957’an heta 1981’ê, an ku heta mirina xwe, bîst û çar salan serokatîya Radyoya Kurdî ya Rewanê kiriye, ku bi saya serê vê xebata xwe ya demdirêj û berfireh di warê berhevkirin, tomarkirin û pêşkêşkirina gencîneya kilam, stran û radyokompozîsyon (şano-pîyes) ên bi Kurdî de karekî yekta kiriye, bi milyonan Kurdan li van berheman guhdarî kiriye û îro hemû Kurdên cîhanê li vê fonda vê radyoya navdar guhdar û xwedî û xwedan in.

 

Xelîlê Çaçan Mûradov, ji bilî karê xwe yê nemir ê di radyoyê de, rojnamevan, nivîskar û berhevkarekî bi têra xwe ye.* Her wiha, Xelîlê Çaçan Mûradov gelek gotar jî nivîsîne.

Malbata Xelîlê Çaçan Mûradov yek ji malbatên Kurd î rewşenbîr e, ên ku di sedsala 20. de xizmeteke şayanî behsê ji ziman, çand, wêje û rojnamevanîya Kurdî re kirine. Hevsera wî, Eznîva Reşîd ji sala 1955’an, ji destpêka radyoyê heta sala 1982’yan, peyvkara Radyoya Kurdî ya Rewanê bûye. Kurê wî Têmûr rojnamevan, nivîskar û wergêr e, bêtirî bîst salan di rojnameyên Rya Teze û Golos Kurda (Dengê Kurd) de û di Radyoya Kurdî ya Rewanê û Radyoya Dengê Rûsyayê de kar kiriye. Mîdîyaya keça Têmûrê Xelîl rojnamevan e, keça Kurdan a pêşîn e, a ku Fakûlteya Rojnamegerîyê ya Zankoya Moskovayê kuta kiriye, gotarên wê di weşanên bi navên Dengê Azadî, Armanc, Rya Teze û Sûdarûşkayê (bi Rûsî, Moskova) de hatine weşandin.

 

Xelîlê Çaçan Mûradov ê kedkarê mezin ê ziman, çand û radyogerîya Kurdî, di 13’ê Sermaweza 1981’ê de li Yêrêvanê çû ser heqîya xwe. Meqbera wî li gundê wî Karwanserayê ye.

 

Li ser meqbera wî ev risteyên helbestkar û wergêrê mezin, Fêrîkê Ûsiv, hatine terişandin:

 

Ev Xelîlê Çaçan e – li vir

Pal daye bê deng û hes

Yê ku belayî dinê dikir

Kêlm û kilam, deng û behs

 

Berhemên wî:

– Kilamên Cimaeta Kurdan (zargotin, 1963, Yêrêvan)

Du Poêm: Memê û Eyşê & Zembîlfiroş (destan, 1965, Yêrêvan)

Gotinên Pêşîyan (zargotin, 1967, Yêrêvan)

Qiseyên Cimaetê (zargotin, 1972, Yêrêvan)

Morîyên Nenê (kurteçîrok, 1976, Yêrêvan)

– Memê û Eyşê (pîyes, 1978, Yêrêvan)

– Benê min qetîya (kurteçîrok, 2007, Doz, Stembol)

– Cewahirên Kurdî (zargotin, 2010, Lîs, Amed)

* Weşanxaneya “Lîs”ê hemû berhemên Xelîlê Çaçan Mûradov bi edîsyoneke birêkûpêk çap dike.

 

Ji alîyê Redaksyona Riataza da:

Sipas ji bo weşanxaneya Lîsê, bi taybetî jî bo Lal Laleş û Kawa Nemir bo van xebatên bêhempa.

Di van dawîyan da di hinek weşanan û heta kitêbeke Zerî Înançê da jî, ku weşanxaneya Weqfa Îsmaîl Bêşikçî çap kirîye, karê radyoya kurdî a Rewanê bi awayekî bê bingeh bi navê hinek kesan va girê didin, lê di rastîyê hemû karên di radyoya Rewanê da di hemû wextan da hatine kirinê, bi navê serokê wê yê 24 salan va girêdayî ye, ji ber ku berî wî jî, piştî wî jî hema bêje karê berbiçav nehate kirinê. Berî Xelîlê Çaçan berpirsyarê radyoyê tunebûne, tenê du salên destpêkê yên radyoya testî da (1955-1957) bersîvdarek hebûye, ku dû ra derxistine û Xelîlê Çaçan kirine serok. Piştî Xelîlê Çaçan jî Sovyet hilweşîya, ji 12 xebatkaran man 2 heb, dema radyoyê ji 90 deqeyî dakete 30 deqeyî, satalite a xurt ku Kurdistan bi wê weşanên radyoyê guhdarî dikir, rakirin. Ango, berî Xelîlê Çaçan Muradov û, piştî wî jî, serok hebûne jî, lê radyo hema bêje tunebûye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev