“Me Tekmîl Dikir Ziman û Dewlet” -1

“Me Tekmîl Dikir Ziman û Dewlet” -1

Gotareke kardar û kêrhatî ji nivîskarê malpera me

Mela Mihyedîn

Dema mirovên pêşî derketin ser rûyê dinê bi awayekî êltî û koçbertî tevdigerîyan, tu hêst û bawerîya wan ya hevpar nebû. Ya ku wan bi hev girêdida menfeet û bavikên wan bû. Ne ziman û ne jî netewîtî li gel wan hebû. Tirsa wan ji xwezayê bû û ji xwe re Xwedayên tekildarî xwezayê diafirandin.

Piştî çandina genim û niştecihbûna mirovan pêre pêre gellek tişt hatin guhertin. Êdî hêdî hêdî bawerîyên Yek Xwedayî (Monoteîzm) derketine pêş û li şûna bawerîyên Pir Xwedayî (Polîteîzm) cih girtin. Li gel yek Xwedayîtîyê pir Xwedayîtî jî didome lê wek berê popûlerîteya wê nemabû. Êltî û baviktî jî bi demê re cih dide bajarperestîyê. Bajarpersert, hawîrdorê bajarên xwe bi bedenan dorpêç dikin ku bi rehetî axa xwe muhafaza bikin.

Mirovên bajarperest ji bo ku bajar û bawerîya wan bi ser bikeve gellek caran bi cîranên xwe re ketine şer û bi vê yekê gellek komkujî qewimîne.

Lê mirov bi xêra peresînê (evolution) bi demê re bi aqil dibin û ji şaşîyê xwe vedigerin. Peresîna mirovan di dewra Ronesans, Reform û di Şoreşa Fransayê de zexm dibe û mirovên berê bi awayekî aqilane hay ji netewbûna xwe, hay ji zimanê xwe dibin û ji bo van herduyan dest bi xizmetan dikin.

Li Îtalyayê Dante Alîgharî, Li Almanyayê Leîbnîz ji bo zimanê xwe yî netewîyê gellek xizmet kirine û bingeha zimanên xwe yê netewîyê hazir kirine. Li ser zimanê netewî nasnameya xwe ya netewî ava kirine.

Dîrok xwe dubare nake lê gellek caran sedem û encamên bûyeran dişibin hev. Hewceye em dîrokê baş fêr bibin û em ji xwe re ji dîrokê şîretan bigrin ku em nekevin nav şaşîyan û ev şaşî ji me re nebin zebanî.

Bi heman awayî Kurdistan û hemwelatîyên wê jî di eynî xeta dîrokê de derbas dibin. Sedsala 20an û ya 21ê ji me Kurdan û ji Kurdistanê re serdema navîn (serdema reşî û tarîtîyê) bû. Piştî serdema navîn ango piştî zivistanê timî bihar û xweşî tê. Lê hewceye ku em bingeha vê bihar û xweşîyê ji xwe re amade bikin ku ji bo pêşerojê hem em, hem zarokên me û hem jî zurîyeta me feydeyek baş jê bibînin.

Lewma şertê pêşî ji me re Ronensansîst û Reformîst pêwîst in. Gel û dewletên Europê bi xêra van ronensansîst û reformîstan gihaştin xêr û xweşîyê. Hemceye em jî wekî wan li aqilmendên xwe xwedî derkevin û wana derxin pêşberî civaka xwe. Li her derî hewceye em reklama wan bikin ku fikrên wan zû belav bibe. Her çiqasî em zû bikin xebat, ew çend em ê zû bighîjin welat.

Pîrê dubeytîyan Baba Tahir, şêxê evînê Melayê Cizîrî, zimanperest Ehmedê Xanî û yen din… van camêran temela ziman û nasnameyê danîne û ya din dikeve ser milê me teva. Hewceye em xanîyê xwe li ser vî temelê saxlem ava bikin.

Teyrên Ebabîl nayên hawarê û “Hawar” 15’ê gulana sala 1932an olan da. Ma hîn hûn li benda çi disekinin.

Xanî rê nîşanî me daye:

“Ger dê te meqsûdek hebî, lazim divê lê bî bi lez

Xesma te me’bûdek hebî, daîm di emrê wî bibez”

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev