Tevger û berteka civakî û siyasî dijî rêjîma Îranê

Tevger û berteka civakî û siyasî dijî rêjîma Îranê

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 32

 

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Îro di yekem bernameya xwe ya „Civak û sîyaset” ya sala 2018an de em cardin sersala hemû guhdarên radyoya Ria taza û hemû gelê kurd pîroz dikin, hêvîdar in sala nû sala aşitîyê, xweşîyê û bextewarîyê be ji bo temamîya miletê me. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 32an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.
Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernameya me wê bala we bikişîne, gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, ev du heftyan zêdetir e li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî rêjîma Îranê xelkê sivîl serî hildabûn û xwepêşandanên mezin pêk dihatin. Xwenîşandan û nerazîbûnên ji 28ê meha kanûna sala bihurî li dijî gendelî, bêkarî, rewşa jîyanê û ne dadperweriyê li 43 bajar û 21 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bibûn. Herwisa ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê ev çend salên dawiyê hewl da li Rojhilata Navîn bibe xwedî kontrol, ku ev yek jî li Îranê bû sedema têkçûna darayî û aborî. Di heman demê de rewşa aboriyê ya xelkê xerabtir bû û desthilata Îranê di demeke wisa de guh neda xelkê û budceya leşkeriyê bi qasî ji sedî 43an zêdetir kir. Xelkên piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derketin kolanan û siloganên tund li dijî desthilatdarên Îranê wek “mirin ji bo Xamaneyî“ bilind kirin. Rêjîma Îranê jî li dijî xwepêşandanên xelkê sivîl milîs û alîgirên xwe li kolanên bajarên Îranê belav dikir û xwepêşandanên piştgiriya rêjîmê bi wan dide kirin. Di navbera hêzên ewlekarî û xwenîşanderan de alozî çê bûn û li gorî amaran heta niha bêhtirî 25 kes hatin kuştin û bi sedan birîndar bûn û weke 3700 kes hatin girtin. Bi gotina perlamêntarekî Îranî heya niha jî hejmareke mezin ji xwendevanan di nav wan girtiyan de ye û hejmara ew xwendevanên ku di rojên derbasbûyî de, di bin îşkencê de jiyana xwe jidest dane, sê xwendevan in.

Herçiqas berpirsên Îranê radigihînin ku wan rewş kontrol kirîye jî, li gor agahiyên ku opozîsyona Îranê û çavkaniyên li herêmê belav dikin, xwepêşandan hê jî berdewame . Çil salên dirêj desthilatiya komara Îslamî ya Îranê bi ser civaka Îranê de sîyaseta zordariyê û dîktatorî û perçekirina xelkê Îranê dimeşîne. Li Îranê întêrnêt û mêdya civakî ji aliyê rêjîmê ve hatiye qedexekirin. Lê belê çavdêrên siyasî dibêjin, ku hêviyên mezin li ser wan nehatine girêdan, ku ew sîstêma desthilatê li Îranê biguherînin, lê ew gaveke erênî bû û bi kêmanî desthilata siyasî ya hundir hejand.

Mijara bernameya me ya îro derbarê xwepêşandanên li Dewleta Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî rêjîma Komara Îslamî ya Îranê ye, herwiha li ser rewşa dawî ya siyasî û aborî ya niha ya Îranê, ku bûye sedema nerazîbûneke berfireh li seranserê wî welatî.

Bernameya “Civak u sîyaset” ya Radyoya Ria taza bersîva pirsên mijarê xweye îroyîn ji endamê komîteya nawendî û berpirsyarê têkeliyên dîplomasiyê PDK Îranê, ku di heman demê de pisporê Îranê ye, Mihemed Salih Qadirî pirsî û wî jî bersiva me da.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê.

Mihemed Salih Qadirî kîye? 

Jînenîgarî:

Mihemed Salih Qadirî sala 1965ê li Gundê Çariyê “keleha serhildana Simkoyê Şikak” girêdayî bajarê Selmas û Urmîyê ji dayîk bûye. Ji ber rewşa aloz, paşî şorêşa 1979 li Îranê û destpêkirna berxwedana Rojhilatê Kurdistanê, ewî nekarî ji qonaxa nawendî zêdetir ji xwendinê berdewam bike û ji sala 1982 tevlî xebata rizgariya Rojhilatê Kurdistanê bûye û heyamê 35 sal e bê navber pêşmergeyê Kurdistanê ye û di nav refên hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “PDK-Î ” de bo azadiya welat dixebite û niha jî weke endamê komîteya nawendî û berpirsyarê têkeliyên dîplomasiyê PDK Îranê li Hewlêrê wazîfedar e. Mihemed Salih zewicîye û xwedîyê 5 zarokan e.

Vê demê di gel malbeta xwe li bajarê Hewlêrê dijî.

Birêz Mihemed Salih re ji stûdyo radyoya Ria taza li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên birêz Mihemed Salih Qadirî bikin.


Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Ria taza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev