KURD-WELATPARÊZ-KURDISTAN

KURD-WELATPARÊZ-KURDISTAN

Berwar Berwarî

Kesê welatê xwe hez dike, ji bo welatê xwe bi ked û fedekarî xebat dike û welatê xwe diparêze ji wan kesan re dibêjin welatparêz. Welatparêzî helwesteke dil, wijdan û fedekarîyeke ewqas kûr e, mimkûn e ku mirov di her hêla civaka Kurd û Kurdıstanê da bibîne. Welatparêz caran şivanek e, caran xwendevanek, karkerek, nivîskarek, melayek, serokek, sîyasetmedarek, hunermendek, dayikeke Kurd e…
Ji bo wê jî ne her siyasetmedarekî Kurd, her nivîskarek, her hunermendek, her kesekî Kurd welatparêz e.

Gelo ji kî ra dibêjin welatparêz?

Welatparêz di nav civaka xwe da kesên herî hişyar, ji bo nirx û netewa xwe jî, ji herkesî herî zêdetir fedekar in. Di çekdariyê da li pêş in. Ji bo şer, berxwedan, serhildan û parastina axa welat kesên can feda ne. Li bakurê welat û di zaravaya kurmancî da her çiqas navê “welatparêz“ bê karanîn, li başur û rojhêlatê welat jî bi navê NIŞTIMAN PERWER tê nas kirin.

Kesên welatparêz, ji bo xebata welatê xwe, xwe birçî, têhn û bêxew dihêlin. Welatparêz ne bi axaftin, nivîs, bang û qîran tê nas kirin. Rihê welatparêzan, jin jî be, mêr jî be bi rûkenîya xwe, xwe şikênandin û bi moral û kêfxweşiya xwe, xwe dide dest.
Kurd hezar sal e bindest, Kurdistan sed sal e bi destê dagirkeran ve hatiye çar parçe kirin. Ji bo vê divê Kurd weke îro, tenê bi çekdarî ne mimkûn e pêşeroja xwe saz bikin.

Dayika me ya mezin, dayika me ya hemî Kurdan, Kurdistan bi hêvîya azadiyê ye.

Di dewlet û pergalên dijminên me da zarokên 5 salî hêj berî sibê saet 6-7 an ji xew radikin û dibin, dibistanên pergala asîmîlasyon û yên entegrasyonê. Êşa me Kurdan mixabin bi emrê biçûk destpê dike û heta bi girtî û êsîrên 80 salî berdewam dike.

Gelî welatparêz û Kurdistanîyan!
Îro rewş û halê miletê Kurd dîyar e. Bi vê nivîsê hewce nake ez zêde dirêj behsa derd û meseleyên me bikim. Lê ji bo xebata welat, gelek girîng dibînim ku nivîs û nîqaşên bi vî rengî pir hebin. Ji ber ku ji bo tekoşîna miletekî, netewekê ji bo xebat, doz û dawa xwe divê beriya her tiştê hişyar, xîretkar û xebatkar bî. Welatparêz di sazkirina xebata welatê xwe da kesên pêşeng, mamoste û fedekar in.
Lê mixabin ez li her çar parçê Kurdistanê ji xeynî têkoşîna çekdaran, di xebata siyaset, nîqaş û pêşketina miletê Kurd da ji bo tifaq û yekitîyeke stratejîk xebatek û welatparêzên bi xîret nabînim.
Ji xeynî enîya siyaseta Kurd di nav civaka Kurdan û di xebat û hewildanên rewşenbîrên Kurd da jî mixabin ti xebat naxwiyê. Xebatek hebî jî hinde welatparêzên fedekar, tena serê xwe û mixabin ne bi xebatên ji bo rojên pêş in…

Li Kurdistanê, metropolên Tirkîyê, ji şer û xebat revînî, bi hêvîya çûna Ewropa, xwendevanên tenê bi derdê eşq û peran, dewlemendên tenê xeberdanê û heyranê pere û malê dinya, rewşenbîrên nezan û yên tenê bi helbestkariyê, karker û xebatkarên ne xwenda. Civatên “welatparêziyê“ yên qehwe, bar û yên înternetê. Li aliyekî belengaz û tekoşêr in miletê Kurd û Kurdistanê û li aliyê din jî kesên bûrjûwa biçûk, bêxîret, kole, tirsonek, nezan, sixtekar, xayîn hw…

Di civaka Kurdan da çalekî û hewildan tinene, lê tu dinêrî komek bazirganên kurd (tucar esnaf), “rewşenbîr“ û hw… xwe ”welatperwer“ bi nav dikin, her kesek ji xwe ra mixabin li ser navê welatparêzî û li ser nirxên “Kurd û Kurdistanê“ piyaseyek çêkiriye. Lê ev ne rewşeke dirist e!

Gelî heval û hogiran, gelî welatparêzên ezîz!
Azadî, serxwebûn û serkeftina miletê Kurd û Kurdistanê bi hişên pivoyan ne mimkûn e pêk were.
Divê welatparêzên Kurdistanê vê dewra paşiyê jî derkevin meydanê û rola xwe ya netewî, nirx û erkên welatparêziyê ji bo xebata welat bixebitînin…
Ji me hemîyan dîrok û dayika me ya mezin Kurdistan xebat û xîret dixwaze…
Ne dema xew û revê ye..
Dem dema azadiyê ye…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *