Mem û Zîn -5

Mem û Zîn -5

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 122an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê destana “Mem û Zîn” bi 5 beşan va raberî we bikin. Îro beşa 5an e.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 122

Mîr bi cindîyan va zû bi zû, bi lez ji bêx derketin ber bi Qeretajdîn û xênî çûn. Ma Zînê û Memê; wextê Zînê ji bin qapût derket, çawa merî ewê têke nav sîtile ava kel, wisa xwê daye. Ew rabû, xwe çarşev kir û ber bi malê çû. Bekir jî çûbû serê riya Zînê, xwe kiribû quleke sûran. Memê rabû ber bi agir û xanman çû. Zînê ku çû, dîna xwe dayê Bekir wê di qula sûrê da ne, Zînê bi kilamkî got:

 

-Herê Bekiro, xudanê fêl û finazan,

Tu hey rûvîngê devê van sazan,

Çira dibî bayîsê bext û mirazan?

 

Memê çû gihîşte agir û xênî, dîna xwe dayê agir bi xênî ketîye, cindîyên Cizîrê tijî ser xênî bûne, ji tirsa Qeretajdîn vî alî, wî alî direvin, diçin û tên. Memê go:

“Welleh, ezê du gilîyan bêjime agir, herkê ez maşoqê surê bim, agirê vêse, lê ne maşoq bim, xwe ya min û Zînê derew e”, go:

 

-Herê agiro, ber kelêyo,

Nav min û te da emir-şura Xwedêyo,

Te ji xanmanê birangê min çi dibêyo?

Herê agiro, bê nav û nefes,

Bes xanîyê me ra bibez,

Şewata tu ser, wisa jî ez.

Herê agiro, bê îtbaro,

Te ne mal e, ne jî halo,

Bese gurr be tev şemalo.

Ew ber xwe hilkişand dezmal e,

Avîte nava mêlît agir e,

Wê sehetê temirand yekcar e.

Qeretajdînê ruhbîn e,

Soranîya hêşîn ji kalên dertîne,

Çend qûrînîyan radikişîne,

Cindîyekî Cizîrê dora xwe nabîne.

 

Ewana ji hev bela bûn. Her kesek çû mala xwe. Her çar birayên şîrhelal jî çûne mala xwe. Mîr Seydîn çû dîwana xwe da bi tenê rûnişt. Bekir dîsa çû cem û geveztî kir. Mîr go:

-Bekir, bes e vê geveztîyê bikî, Zînê xûşka min e, lê bûka wan e, hergê ewana qebûl dikin, emê jî qebûl bikin. Lê feqet min hê tiştekî qelpîyê di Memê da nedîtîye, tuyê wisa bikî, emê rokê koka mêran li hev bînin, heta-hetê bibe nisûbetî.

Bekir go:

-Mîrê min, ez xweyê xîreta xwe me, çawa rast e, ez rast dibêjim, heta Zînê di mala te da ye, ew namûsa te ye. Lê wextê çû mala Qeretajdîn, idî çawa dikin, ew şixulê wan e. Xêncî wê yekê, tu îro bişîne pey Memê, bira bê mala te, wextê qahwe gerandinê bira Zînê qahweyê bigerîne. Hergê ewê fîncana Qahweyê da Memê û kenîya, berê xwe guhast, bi xwe bizanibe ez rast dibêjim, lê eger ne kenîya, bizanibe ez derewan dikim.

Mîr gurra Bekir kir, şande pey Memê û hersê birayan, go:

-Zînê, Memê nexweş e, were fîncan û peyalan bigerîne.

Dîwana mîr bi kimkimî rûniştibû. Zînê qahwe gerand, wexta hate sirîya Memê, ewê fîncanek da Memê, berê xwe guhast û kenîya. Lê berî hingê Qeretajdîn dezmala xwe kiribû kêwrîşk, wextê Zînê kenîya, ewî avîte ber Zînê, ku xelq bêje Zînê bi dezmala wî kenîya ye. Wextê Zînê kenîya, berê xwe guhast, Bekir got, go:

 

-Kê dîtîye qîzên kubar û eyanan fîncanan bigerînin,

Fîncanekê ser xulamê bavê da bînin,

Xulam parsû sitûr be,

Di dîwana mîr da fîncanê welgerîne,

Lazim e ew xwe di lengerê giran da bibîne.

Mîr birû û sînem tev hev kir,

Go: -Gelî emekheraman, zû rabin,

Memê ji min ra birîndar kin,

Dil û cegerê wî serê soranîyê va xar kin.

Mîna gurên har rabûne hev –

Erfat û egît gişk ketine tev,

Memê go: -Mîr, idî tu merev.

Hindav da rabû Memê delal e,

Belgîyê dîwanê ji xwe ra kir mertal e,

Soranî kişand ji kalên yekcar e,

Wê cegerê mîr bîne xwar e.

Go: -Mîr, heta tu min birîndar kî,

Ezê sêsidî ji te giv û dar kim,

Çarsidî di rewaqan da xwar kim,

Berê ewil te reda kim.

Qeretajdînê aqiljîr

Soranîya hêşîn kir hidîr.

Avir bi mêranî dane mîr,

Go: -Teze ji xwe ra bike tivdîr.

Erfan û Çekan in,

Ewana zengilê şeran in,

Bi dil pişta Memê Alan in.

Hindava xwe da rabûn erfat û egît,

Kesekî ji her çar bira lezet ne dît;

Bira Memê tev xwe hilanîn

Ji dîwana mîr deranîn.

Ewana derketin çûne wê da,

Du siyar ecele hatin rê da,

Ferwara seferîyê nav destan da.

 

Wextê Qeretajdîn çav bi siyaran ket, dîna xwe dayê hespê herduyan jî boz in, wê di xwêdanê da qemer bûne. Hukumekî seferîyê zimrût kirî di nav zilfê da ye. Anîn û dane destê Qeretajdîn. Wextê ewî vekir û xwend, fem kir, ku eva ferwara mîrê Belg-Mixarê ye, ser mîr Seydîn nivîsîye:

Di nava bîst û çar sehetan da ez ji te dixwezim donzdeh hezar eskerên siyarîyê. Qeretajdîn û herdu birayên xwe seresker bin. Bi neqedandina vî hukumî, wisan e, serê te çû.

Mîrê Belg-Mixarê dîreka temam mîrên dinyayê bû. Qeretajdîn hukum hilda û vegerîya dîwana mîr Seydîn. Dîna xwe dayê yek wê dibê: “Minê qir bikira”, yek dibê: “Minê lêxista”. Qeretajdîn hukum da mîr, go:

-Han ji te ra vî hukumî, idî paşê “qir dikin”, “lê dixin”, çi dikin, bikin.

Qeretajdîn dîsa paş da vegerîya çû mala xwe.

Wextê mîr li hukum nihêrî, qidûmên wî şikestin û gote Bekir, go:

-Xwedê mala te xirab bike, tu ji berê da geveze yî, nepak î, tu dijminayê dikî orta me û wana. De, ku Qeretajdîn û bira nîbin, ezê donzdeh hezar siyar ji ku peyda bikim? Kê ji mala xwe siyar be? Dengê hersê şêran ji nav Cizîrê nayê, lê wê çawa be? Serê min çû.

Bekir gote mîr, go:

-Mîrê min, ez dizanim Qeretajdînê mîrîtîyê ji dest te bistîne. Were em herine mala wî xwe bavêjinê, tu bêje wî, ku Zînê bûka we ye, hûn razî ne, ku bidine Memê, ez jî razî me. A hingê ewanayê qayîl bibin.

Mîr û Bekir çûne mala Qeretajdîn, mîr wisa jî gotê.

Qeretajdîn qayîl bû, gote mîr:

-De, tu kerem ke mala xwe, idî ew şixulê min e.

Mîr û Bekir çûne mala xwe. Qeretajdîn, Erfan û Çekan rabûn siyar bûn û nav Cizîrê gurzên ataşî ba kirin, gotin:

-Herça xweyî hesp e, sibê zû li meydana şêr hazir be.

Cindîyên Cizîrê hinek ji wan şev ranezan, di êvar da hatin li meydana şêr sekinîn. Ne donzdeh hezar dîhar bûn, lê panzdeh hezar top bûn. Sibê şebeqê da Qeretajdîn da ser Bekir, go:

-Gere tu eseyî bi me ra bêyî, yanê na ezê serê te lêxim.

Bekir çiqas xwe ba kir, lavayî kir, axir ew jî tev esker çû. Lê Qeretajdîn tenbî da xatûn Perîyê, go:

-Miqatî Memê be, heta ez vegerim, paşê emê dewata wî û Zînê bikin.

Esker çû. Bekir rê va xwe avîte Erfan û Çekan, go:

-Îzina min ji Qeretajdîn bixwezin, ez vegerim. Ez merîkî bê ratib im, xênji wê yekê idî Zînê jî dergîstîya Memê ye, ezê çi gevezetîyê bikim.

Ewana teherekî îzina Bekir xwestin, Bekir vegerîya mal. Bekir çû cem mîr, dîna xwe dayê mîr wê bi tenê di dîwana xwe da rûniştîye. Ewî gote mîr, go:

-Mîrê min, tu çira tenê rûniştîyî? Yekî mîna Memê Ala zavayê te ye, gazîkê bira bê cem te, tu û ew bi hev ra xeberdin, bira bîna te jî derê.

Mîr gazî Memê kir û anî cem xwe. Ji xwe ra xeberdan, qise kirin. Demek sekinî, Bekir go:

-Mîrê min, hûn du maqûl in, ji xwe ra tiştekî bînin pê bilîzin, pê mijûl bin, bira bîna we derê.

Ewana kişik anîn û dest pê kirin.

Bekir go:

-Hûn du hakim in, hûn gerekê bi şert kişik bilîzin.

Mîr go:

-Emê ser çi bilîzin?

Bekir go:

-Ezê gilîkî bêjim, lê gere hûn qebûl bikin; go ku mîr bir, emê şamdilxwez hesab kin, lê wextê Memê ji mîr bir, emê sibê da Zînê siyar kin, bibine mala Qeretajdîn peya kin, heta ew tên.

Mîr jî, Memê jî gilîyê Bekir ra qayîl bûn. Ewana dest bi kişikan kirin. Ê…, ne mîr, ku ezrahîl jî bihata, nikaribû kişik ji Memê bibira. Memê nehişt mîr çavên xwe veke.

Bekir çû cem qîza xwe, go:

-Lawo, tu remilê bîne, veke, ka axirîya Memê û mîr wê çawa be?

Ewê remil vekir, go:

-Bavo, ku tu Zînê nebî pêş çavên Memê nedî sekinandinê, mîr cem Memê çawa zarek. Lê wexta Memê li Zînê binihêre, ewê xwe şaş bike, mîrê ji wî bibe.

Bekir bi lez çû cem Zînê, go:

-Zînê, were dîwana mîr. Mîr û Memê kişik dilîzin, wexta Memê ji mîr bibe. Şertê wan jî ew e, wê sibê te siyar kin û bibin ji Memê ra, eva yeka jî dîsa min kir.

Zînê rabû, xwe xemiland, mîna bazirganên Hemikê û Hemayê, hat pêş çavên mîr di ber da sekinî. Bekir dîna xwe dayê, ku ma du dest Memê ji mîr bibe. Ewî gote mîr, go:

-Mîrê min, rabin dewsa xwe li hev biguhêzin, bira kêfa we bê.

Ewana rabûn cîyên xwe bi hev guhastin. Zînê ma pêş çavê Memê. Wextê Memê Zînê dît, idî şaş û heyrî li Zînê nihêrî. Mîr temam kiş kir û ma destek, ku ji Memê bibe.

Bekir go:

-Mîrê min, ca derbekê li hev bixurin, bira ernên we rabin.

 

Mîr go:

 

-Memê, min tu birî, ha dibirî,

Li mala metê hasê kirî,

Bizanibe, ezê te bavêjime zîndana kevirî.

 

Memê go:

 

-Mîrê min, ne min jî tu dibirî,

Li mala metê hasê dikirî,

Min qe ne digo ezê te bavêjime zîndana kevirî.

 

Heta Memê bi xwe hesîya, mîr ew dest jî jê bir û rabûn kiş ji ortê hildan. Ji xwe ra dîsa mîna berê xeberdan, Bekir go:

-Mîrê min, lê we derheqa şert da xwe kerr kirîye; hûnê çawa bikin? Xwe hûn ne zar in? Eva şert e we lîstîye.

Mîr go:

-Bekir, xwe ne tenê îro ye, emê hê gelek caran bilîzin. Memê jî wê ji min bibe, ezê jî ji Memê bibim. Di nav me da şert ne hewce ye.

Bekir go:

-Lê wextê Memê kiş ji te bibira, bi namûsa te ra bilîsta, ew pak bû? Wisan e tu bênamûs î.

Mîr gurra Bekir kir, Memê avîte zîndana darînî.

Zînê çi kir? Ewê ji zîndanê heta mala xwe leqem çê kir. Şev û ro Memê bire herema xwe, ji xwe ra kêf û henek kirin, xwerin, vexwerin.

Bekir çû cem qîza xwe, go:

-Lawo, ca remila xwe bîne, ka axirîya Memê wê çawa be?

Qîzê li remilê nihêrî, go:

-Bavo, xwe Memê ne girtî ye? Zînê ji zîndanê leqem lêdaye heta mala xwe. Niha Memê şev, ro di nav sîng û berê Zînê da ye.

Bekir çû bi çavên xwe dît, berê xwe da dîwana mîr, go:

-Mîrê min, min berê jî digo xûşka te namûsa xwe avîtîye erdê, lê te digo Bekirî geveze ye. Hal û hewalê wê û Memê awa.

Mîr go:

-Memê bavêjine zîndana kevirî.

Memê avîtine zîndana kevirî.

De bira Memê ji xwe ra di zîndana kevirî da be. Zînê şev û ro xurê wê girî û hêsir bû. Nêzîkaya şeş mehan Memê di zîndanê da ma û tê da nexweş ket. Bekir dîsa çû cem qîza xwe, go:

-Lawo, axirîya Memê wê çawa be?

Go:

-Bavo, hindik ma Qeretajdîn bê. Lê ku mêr herin Memê ji zîndanê derxin, Memê wê sax bimîne, lê ku jin derxin, Memê wê bimire.

Bekir çû cem mîr, go:

-Were em Memê berdin, min bihîstîye Qeretajdîn wê bê.

Mîr gote Bekir:

-Here Memê ji zîndanê bide azakirinê.

Bekir çû cem Zînê, go:

-Qîzap, min îzina azabûna Memê ji mîr xwestîye, were here azake.

Zînê rabû carîyên xwe û şirîtek hilda û çû ser devê zîndanê li Memê kire gazî, go:

-Ez hatime te berdim.

Memê di hundur zîndanê da bi kilamkî gote Zînê:

 

-Herê Zînê, tu werd î, tu werd î,

Malxirab, tu nehatî min berdî,

Ez dizanim tê min der dî.

 

Zînê go:

 

-Gelî carîyan, bavêjine bîrê şirîta zirav e,

Mavêjine nava Memê minî delal e,

Koka mala bavê min derê yekcar e.

Go: -Gelî carîyan, bavêjine bîrê şirîta sipî ye,

Bavêjine nava Memê minî cindî ye,

Memê minî bi zelûlî girtî ye.

 

Wextê Zînê şirît avîte zîndanê, Memê avîte nava xwe, Zînê û carîyan bi hev ra hilbirîn. De, qewata jinan… Memê bi şirîtê va ba bû, heta kişandin, pişta Memê şikest. Memê derxistine der va, ewî carekê li çavên Zînê nihêrî û texdîr da.

 

Zînê go:

 

-Gelî carîyan, binihêrin Zînê bena, bişkojan,

Ezê hewara xwe tême şexsê berjan,

Memê mirîye, Zîn nagihîje denê nava rojan.

Go, hûn binihêrin benî û guharan,

Ezê hewara xwe tême şexsê berweran,

Memê mirîye, Zîn nagihîje denê êvaran.

 

Zînê û carîyan cinyazê Memê birin, nav xwelîyê da heq kirin. Zînê gote carîyan, go:

-Idî herine malên xwe. Ezê ser tirba Memê bibime qertel.

Xatûn Perî jî xan û manê xwe û bejina xwe reş û şîn xemiland.

Bekir çû cem mîr, go:

-Malxirab, tu çira wisa qidûmketî yî? Rabe em herin ji xwe ra bigerin.

Mîr û Bekir çûn gerê, mîr ser tirba Memê qeretûyê Zînê dît. Ewî nizanibû Zînê ye, go:

-Bekir, Xwedê hebînî tê herî ser tirba Memê, ka ew çi qeretû ye ser tirbê.

Bekir çû ser tirbê, dît eva Zînê ye. Cara mayîn ew vegerîya cem mîr û gotê:

-Mîrê min, Memê mirîye jî, hê ji destê xûşka te xilaz nabe.

Dilê mîr şewitî, mîr çû ser tirbê, cem xûşkê, go:

 

-Herê Zînê, ho ye, ho ye,

Ezê nav Cizîrê da daynim kaşholo ye,

Yekî bibîn eva ji te ra Memo ye.

Go: -Birao, koçika bavê min mezin e,

Belkî top lêkeve, welgere ji bin e,

Kê dîtîye girtîyê hebisan berde jin e.

Go: -Birao, çiqas cindîyê Cizîra Botan e,

Hemû li cem min bav û bira ne,

Xênji nefsa Memê Alan e.

 

Zînê go:

 

-Bira, hemîn te gurra Bekirê geveze kir, bûyî bayîsê me. Ezê niha wefat bim, lê gunehê min li situyê te be, tê tirba Memê vekî, pişta min û wî bidî hev. Ez zanim Qeretajdînê bê û tirba me veke, hergê te dît berê me di hev da ye, xwîdanê zipik-zipik ser me ra avîtîye, xwe bizanibe em aşiqên surê ne. Lê ku wisa nebû, gunehê min li situyê te be, tê cinyazê me bavêjî çolê.

Zînê di cî da wefat bû. Mîr boy gotina wê ew cem Memê heq kir.

Cahab hat, go:

-Welleh, Qeretajdîn tê bi rê ye.

Mîr û Bekir çûn xwe kirine mishebxanê, derî ser xwe dadan. Qeretajdîn bi esker va nêzîkî li Cizîtê kirin. Ji dûr va bi dûrebînê li şeherê xwe û xan û manê xwe nihêrî.

 

Qeretajdîn dûrebînê ber çavên xwe digerîne,

Xatûn Perîyê mîna qertelekê li rewaqa jorîn dibîne.

Go: -Weylê min malxirabî,

Xan û manê min heznî û şîn e.

Erfan dûrebînê hiltîne,

Li ber çavên xwe digerîne,

Memê û Zînê nabîne.

Çekan dûrebînê ji wan distîne,

Li ber çavên xwe digerîne.

Go: -Welleh halê malê tunîne.

 

Ewana bi ecele leqîyan, ber bi malê hatin. Hatine nêzîkî şeher. Kal û pîrên şeher rabûn pêşîya Qeretajdîn da çûn, ku destê xwe nedine cimaetê, bêjinê ku rast e Memo û Zînê bi rehma Xwedê mirine.

 

Çiqas kal û pîrên Cizîra Botan e,

Milên wanî li bin eba ne,

Go: -Mirina Memo û Zînê bi rehma xudan e.

 

Qeretajdîn go:

 

-Ezê aşê ecelê bigerînim,

Serîyan dewsa hebên gênim biwerînim,

Zû kin, Memê û Zînê ji min ra bînin.

 

Erfan go:

 

-Ezê aşê ecelê kar kim,

Serîyan dewsa hebên gênim xar kim,

Zû bikin, Memo û Zînê ji min ra peyda kin.

 

Çekan go:

 

-Ezê soranîyê derînim,

Serîyan ji milan bifirînim,

Xan û mana ser hev da welgerînim,

Heta Memo û Zînê nebînim.

 

Cimaeta Cizîrê hemûyan gotine wana, go:

-Welleh, mirina Memo û Zînê bi rehma Xwedê ye. Tu kesî ew nekuştine.

Esker hat ser tirba Memo û Zînê hêwirî û Qeretajdîn tirb da vedanê. Îzina mîr û Bekir jî dan. Ewana jî ser tirbê hazir bûn. Wextê derê tirbê vekirin, cimaetê dîna xwe dayê ku berê herduyan bi hev da ne, xwîdana zipik-zipik ser wana ra avîtîye, nûr û neder ji wan diçe.

Bekir jî serê xwe ser tirbê xwar kir û go:

-Welleh, Memo û Zînê hê sax in, ne mirine.

Wextê ewî wisa got, Qeretajdîn şûrek li situyê Bekir da, serê wî firî alîyê tirbê yê dinê, cendekê wî ma di cî da. Lê niqitkeke xûna wî kete tirbê, orta Memê û Zînê. Ew niqitka xûnê nav herduyan da bû dirîyeke incûz, şîn bû. Heta niha jî dibêjin: ser tirba Memo û Zînê du gulên bedew û bi bîn hêşîn dibin, lê dirîyeke nepak û tûj di orta herdu gulan da nin, nahêle ew gulana nêzîkî hev bin.

Tirba Memo û Zînê serê riya Cizîrê ye, nêzîkî birca Belek e, çiqas merî ewê dirîyê dibirin û dew ser koka wê da dikin, ku şîn nebe, lê gava sal tê wê wextê, dîsa şîn dibe.

Wêderê her kesek çû malên xwe, lê mîrê Belg Mixarê jî mîrata Cizîrê dabû Qeretajdîn. Her birayekî çengeleke zêrîn jî li serê wan da bû, çawa mêrxasên fêriz.

Paşî wê yekê Borê Memê bi xwe ji borxanê derket û ber bi Mixurzemînê çû. Çû cem Al paşa, çawa qewimî bû, yek bi yek gotê.

Paşê Al paşa eskerekî giran civand, çû li ser bajarê Cizîrê da girt. Qebîla mala mîr Seydîn temam da ber xezayê. Tenê merîkî mala wana sax ma. Ew jî ne Cizîrê da bû. Ji silsileta wî niha merî hene.

Qebîla wana ji wê malê di nav êla Millan da zef in.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev