
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane bersîva 3 pirsan da.
Pirsên Perîxana Alan û bersîvên Nura Şane
Pirs 1: – Van dawîyan hate belûkirin, ku kurdekî meyî aqil û welatparêz bi dewleta tirkan va hatîye girêdan. Ev yek hîç nakeve serê min. Gelo ew çawa dibe?
Bersîv 1: – Dewletek ku dikeve nava miletekî, yên aqil hildibijêre, ji bo ku înformasyonên giranbuha jê bistîne û yê welatparêz hildibijêre, ku şika tu kesî li ser tunebe û her kes wek te bêje: ”Ev yek hîç nakeve serê min”.
Pirs 2: – Gelo ji kurdan kê pirtir bi tirkî diaxivin; ewên ku bi kurdî baş nizanin?
Bersîv 2: – Na, ewên ku bi tirkî baş nizanin!
Pirs 3: – Ferqa di navbera hinek xwendevan û hinek nivîskaran da çi ye?
Bersîv 3: – Hinek xwendevan dixûnin, lê nanivîsin. Û hinek nivîskar dinivîsin, lê naxwînin.
Riataza
sıpası jı we hemıyanu nura şané ra