Tevrabûnên li Kurdistana Îranê -2

Tevrabûnên li Kurdistana Îranê -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Tevrabûnên li Kurdistana Îranê”. Beşa yekê me berî heftêyekê çap kiribû. Ev beşa duduyan e.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 122

Êkspêdîsyonên leşkerî yên ji bo ji holê rakirina sêparatîzma eşîretan bi armanca bêçekkirina eşîretan dihatine derbazkirin û pê ra jî di hêla aborî û sîyasî da zor li wan dikirin. Ew di sala 1923an da dest pê bûn. Hukumetê li ser axên eşîret lê diman dest bi çêkirina riyan û pêşdabirina pevgirêdanê kir. Bi wê ra tevayî sala 1924an li herêmên Îranê yên başûr-roavayê hilbijartinên Meclîsê dihatine derbazkirin, ku bona qewînkirina hukumê Tehranê bûn li ser serokatîya derebegîyê-eşîretîyê. Konsûlê Sovyet li Kêrmanşahê nivîsî: ”Hilbijartinên li Kurdistanê, Lûristanê û Hemedanê ji alîyê komên milkedar-rêaksyonêrên mezin bi leşkeran ra tevayî hatine kivşkirinê û derbazkirinê û ewana ji bo namzadên xwe zêde hereket ne kirn, ji ber ku dijberên wan yên kêm-zêde xurt tunebûn”. Bi gotina wî, çend serekên eşîretên kurdan yên ji hukumetê ra dest didan, di Meclîsê da hatine hilbijartinê (Zengene, Kelhor û yên din), ku di bin destên wan da bi dehan gund hebûn û hatinîyên xwe yên mezin bi gênêral û karmendên farizan ra parve dikirin (Mîr Kol, apê wî – Selar Eşref, Mîr Mehsûs û yên din)[1]. Herwiha firsendeke wisa jî dihate bikaranînê, wek berîhevdana eşîretan û ji bo wê li Roava û Başûr-Roavaya Îranê bingehê wê yekê hebû: eşîretên miletên êtnîk yên cuda-cuda, ku li ser axa tomerî bi hev ra dijîtin (eşîretên turkan, îranîyan, ereban), bi zimanê ji hev cuda dipeyivîn û ser dînên ji hev cuda bûn[2].

Lê dîsa jî bi van mêtodên hinkûfî Rohilatê va ji hukumeta Riza xan ra li hev nehat pirsgirêkên kurdan û yên eşîretên êtnîkîyê yên din çareser bike. Zora lûran birin, lê serekê wan Poşt-e Kuha, ku alîgirê Şêx Xezal bû, revî Îraqê û îdî ji wir hîvî ji Riza xan kir wî efû bike. Serdar Reşîd jî bi hîvîkirineke wisa berê xwe da serekwezîrê Îranê. Lê Şêx Mehmûd Barzincî, ku wisa xuya ye ew serok ji dest cezakirinên Riza xan xwe li bal wî veşartibûn, têlêgrameke taybetî ji Meclîsa Îranê ra şand û tê da hîvî dikir, ku gelê kurd ji hukumdarîya Brîtanîyayê û ereban xilaz bikin[3].

Dijwar e meriv texmîn bike ka di van bûyeran da çiqas rastî heye, lê ji şikberîyê der e, ku demek gelek dirêj lazim e, ku zora kurdan û eşîretên li Başûr-Roava Tehranê bibin. Sala 1925an li herêmê aramîyek hebû, lê saltira din dîsa dest bi tevgeran bû.

Di buhara sala 1926an da carek din li Lûristanê dest bi serhildanê bû (eşîretên Papî-Zehrê, Bayremowu, Xurşîwend, Medhunî). Sebebê serhildanê dijwarîyên bi xurek va girêdayî bûn, ji ber ku wê salê ekin di rûyê hişkîyê da kêm bû. Ew serhildan axeke mezin hilnegirte nav xwe û zûtirekê têk çû[4]. Havîna sala 1926an li erafê Kurdistana Îranê serokekî herî bi nav û deng ji dewrana şorişa salên 1905-1911an, birayê Şah Ehmed – Selar od-Dowlê xuya bû[5]. Ewî kurdên Kêrmanşahê di bin ala careke din testîqkirina hukumê Qeceran rakire ser pîyan û di nav demeke kurt da bajarên Serdeşt û Senne (Senendec) zevt kir.

Di nav demeke kurt da hemû serekên kurdan yên navdar yên Başûr-Roava Îranê û navçeyên Îraqê yên nêzîkî wira bin ala Selar da berevî ser hev bûn, komîtêyeke kurdî hate sazkirinê bona karên tevayî li ser axa Farizistanê bi rê va bibin. Ev kes ketine nava wê komîtêyê: ji Îraqê – Şêx Mehmûd Barzincî, Şerîf beg, Zîya ed-dîn beg, Kemal beg, Remzî beg; ji Îranê – piranî serekên herêma Kêrmanşahê bûn: Cefar Sultan, Mehmûd xan, Dizlî, Huseyn xan Text, Emîr Mesûd, Memed Maleh xan, Ebdurehman xan, Key Xosrov xan, Cangîr xan, Begîr xan, Omer xan Îlhanî, Hebîbûlla Resûl axa, Ebdul Qadir xan, Simko û Serdar Ceng. Ji Poşt-e Kuha li Lûristanê bigire heta Azirbêcana Navbendî (ya Îranê) dest bi şerê dijî leşkerên hukumetê bû. Ûsyanvanên kurd derba sereke li riya Bexdayê-Hemedanê dixistin, bona derbazî Kêrmanşahê bin, ku berê çend caran hindik mabû biketa bin hukumê kurdan. Dîtindaran destnîşan dikirin, ku serhildan ”bi aqilane û serketî hatîye teşkîlkirin”, û sebebê wê jî dijderketina di hindava desthilatê da, rewşa aborî ya xirab û daxwaza damezirandina dewleta kurdan ya miletîyê bû li ser axa Farizistanê. Behs bela bûbûn, ku desthilata Brîtanîya dagîrkar ya li Îraqê jî alîkarîya kurdan kirîye û xudêgiravî pevgirêdanên gelek serekên serhildanê bi karmendên îngilîs ra hene[6].

Gerekê bê gotinê, ku nivîsên çapemenîyê derheqa daxwazên ûsyanvanan bona li ser axa Îranê dewleta kurdan damezirînin û ji alîyê îngilîsan da rêvebirina tevgerên kurdan bê bingeh in, belgeyên bi îzbat tunene û dûrî aqilan in. Sazkirina dewleta kurdan li ser axa Rohilata Nêzîk, an jî li her welatekî wê herêmê di wan deman da ne gorî sîyaseta Londonê bû, ne di hesabê îngilîsan da bû û Lozanê ew yek îdî nîşan daye. Eger em bêne ser Îranê, em dikarin bêjin, ku piştî Riza hate ser textê şah, îngilîs ketibûne wê heyrê, ku bi wî ra ziman bibînin, bona zirar negihîje berjewendîyên wan (berî gişkî jî berjewendîyên bi neftê va girêdayî).

Rewş li Tirkîyê ne wa bû. Ewê hela sîyaseta di dema sultanîyê da dimeşand, ku kurdan bi kar bîne bona qewînkirina sînorên Tirkîyê-Îranê. Û rastî jî, di destpêka meha îlonê sala 1926an da eşîreta Pişder serî hilda, wana Serdeşta ser sînor zevt kirin û terefdarên Simko yê berê – eşîretên Mameş û Mangur hatine hewara wan[7]. Lê tevgera kurdan li Başûr-Roava Îranê xurttir ne bû. Saler wek berê nikaribû bi ciddî serokatî li serhildanê bike. ”Kalê sewdaserî, nîv normal ji bo kara xwe bi hukumeta Îngilîs ra tewlebazî dikirin” – qedirê wî bal gelek kurdan haqas bû (behsên, ku ew ji îngilîsan bertîlan distîne, belkî jî ne rast in). Kêm kes piştgirî didane bangawazîyên wî yên derheqa wê yekê da, ku binemala Qeceran careke din bê ser hukum û qeydên berî şorişê dîsa hebin. Di encamê da Saler îdî di îlona sala 1926an da ûsyanvanên xwe hîşt, çû Îraqê û îngilîsan ew li Erbîlê bi cî kir[8]. Wan deman serhildana Cefer Sultan pêş diket, lê desthilata Farizistanê bi dijwarîyeke mezin zora wê bir û Cefer jî, wek çend serekên kurdan yên din, revî Îraqê[9]. Li wir îngilîsan ew kirine bin çavdêrîya xwe.

Bi vî awahî, Îngilîs tevî wê rewşa sazbûyî bûbûn, lê ne alîyê kurdên Îranê bûn, wek ku gelek kes difikirin, lê eksî wê. Ji bo Londonê pirsa sereke berjewendîyên kompanîya neftê ya Îngilîs-Farizistanê bû û ew wî çaxî dikaribûn kefîlkirî bûna, eger bi şahê nû ra hevfemkirin hebûya. Di çapemenîyê da malûmatî xuya bûn, ku ji bo piştgirînekirina Saler wê ”li ser axa bi neftê va dewlemend” ya herdu alîyên sînorê Îranê-Îraqê, ji Xaneqînê bigire heta Mendelîyê, ardimîyê bidine Brîtanîyayê. Û di demeke kurt da meseleya Saler ji holê rabû û destûr dane wî vegere Tehranê[10].

Îzbatîyên bi bawer tunene, ku di navbera şah û brîtanîyan da lihevkirinek hebûye û herwiha îzbatîyên wisa jî tunene, ku îngilîsan helan daye kurdan, ew rakirine serhildanê. Lê malûmatîyên bi bawer hene, ku desthilata şah û serokatîya Brîtanîyayê li Îraqê ya xwe kirine yek bona şerê tevgera kurdan li Îranê bikin û bi tevayî derkevine himberî wê xeterê.

Di meha çirîya pêşin sala 1926an da baylozxaneya Îngilîs li Tehranê bi komîsarê sereke yê Brîtanîyayê li Îraqê ra problêma destpêneketina Îraqê girêdayî serhildana kurdan ra guftûgo kir. Hate destnîşankirinê, ku şah ji bo wan bûyeran ketîye tefekûrîyê û ji Îraqê alîkarîyê dixweze. Îran bi vê pirsê ra girêdayî ji Îraqê xwest, ku ew di hindava Îranê da zêde dost be[11]. Piştî mehekê qasidê Brîtanîyayê rastî şah hat û di wê rasthatinê da herdu alî li ser pirsa kurdan li hev kirin: Brîtanîya tewqê xwe tam ji Saler kişand, şah jî razî bû Îraqê nas bike[12].

Bi vî awahî, tevbûna Îngilîs di nav karê tevgera bi serokatîya Saler bi wê yekê va xilaz bû, ku di navbera hukumeta şah û desthilata Brîtanîyayê da lihevkirinek saz bû, û Saler wek serok ji holê hate rakirin, vê carê ji binî va.

Serhildana Simko ya nû, ku hema wan deman qewimî, bala îngilîsan kişand. Di gulana sala 1925an da konsûlê Brîtanîyayê li Tewrêzê Worell seredana çend warên bakur-roava Îranê kir (Culfa, Xoy, Salmas, Ûrmîya), ango wan navçeyan, ku Simko li wir serhildan rakiribû. Çend malûmatîyên neîzbatkirî hene, ku îngilîs tevî karê berîhevdana Simko û çend serekên warên ser sînor bûne û lema jî di payîza sala 1926an da serhildana wî têk çû û ew revî Îraqê (bi hinek salixên din, ew revî Tirkîyê)[13]. Ev hemû derheqa wê yekê da dibêje, ku di nerazîbûnên di navbera Tehranê û eşîretên kurdan da (herwiha yên mayîn jî) îngilîs herdem pişta Îranê girtine.

Di dema mehkembûn û arambûna desthilata Riza şah kurd li herêmeke Îranê ya din jî serî hildan – li Xorasanê, ku li wir ji gelên kêmjimar turkmen û kurd diman. Li vira serhildana turkmenan-kurdan ya duduyan destpê bû, ku cara pêşin di salên 1920-1921ê da xuliqî bû[14]. Eşîretên kurdan Şadellu û Zeferenlu, ku li ser axa xantîyên nîvserbixwe – Bocnûrdê, Kuçanê û Şîrwanê diman, ku dikete bakur-rohilata Îranê, bi xurtî derketine dijî sîyaseta zordestîyê û helandinê, ku hukumeta Riza xan ji dawîya sala 1923an dida derbazkirin û karmendên fariz ecêb û nenere dianîn serê milet, di hêla bikaranîna xwelîyê da zor li wan dikirin, bac û vêrgî zêde dikirin.

Ji bo Tehranê têkbirina serhildanê ne karekî hêsa bû. Kurd bi turkmenan ra tevayî şer dikirin, û gelek ji wana de`w dikirin, ku komara Turkmenistanê ya xeyalî, ku di gulana sala 1924an da bi serokatîya serekê Ceferbayê Osman axûn li gundê Emîn Çalê hatibû sazkirin, bi Turkmenistana Sovyet ra bikin yek dewlet. Kurdan û turkmenan bi hev ra çend opêrasyonên serketî dane derbazkirin, di nav wan da êrîşên li ser Astrabadê (Gorgan) û h.w.d.[15]. Desthilatê hewil dida dubendîyê bixe navbera kurd û turkmenên serîhildayî û serekê kurdan yê bi nav û deng Moazzeze (Azîzollahxan Serdar Moazzez), ku welîyê Bocnurdê bû, ser demekê anî alîyê xwe. Piştî wê bîn hate ber Tehranê û ew bêhinvedan hate bikaranînê bona hêzên xwe rasterê bikin û leşkerên xwe yên cezakirinê fêrî emelên berk bikin, bona bikaribin dijminayê bixine di navbera eşîretên Şadellu (serekê wan Moazzez bû) û Zefernelu da, ku li Kuçanê û Şîrwanê diman. Eva yeka firsend da hêzên hukumetê rewşê ji bo kara xwe biguhêrîne. Di tîrmeha sala 1925an da li Meşhedê bi jimareke mezin ûsyanvanên bi serokatîya Moazzez hatine darvekirin, lê di çileya pêşin sala 1925an da zora ûsyanvanan birin, di çirîya pêşin sala 1926an da ocaxên berxwedanê yên dawî ji holê hatine rakirin (lê hinek komên çekdar heta havîna 1927an berxwedana xwe berdewam kirin)[16].

Tevgera kurdên Xorasanê, ku ne li ser herêma xwe diman, ji tevgera kurdan ya hemtomerî qetîyayî bû, rengê miletîyê wernegirtibû û lema jî dikare bê navkirinê wek perçekî pirsa kurdan. Lê bûyerên li Kurdistana Xorasanê beşeke giring ya pirsa êtno-eşîrîtê ya Îranê ye û ew pirs tesîr li ser problêma kurdan li wî welatî û ji sînorên wê der dikir. Bi tevayî, dema pêşin ya serkarîkirina Riza şah bi carekê va sertbûna rewşê li hemû herêmên welêt yên kurd lê diman, deng da. Ew rewş demeke dirêj wisa sert û dijwar ma.

Riataza

[1] Dîsa li wir, beşa 7a, çente hejmar 1, defter 106, belge 190, 205, 209. Belgeya derheqa hilbijartinên 5an yên di Meclîsê da li beşa konsûlîyê ya Kêrmanşahê, 05.02.1924.

[2] Vostrov A. Eşîretên Îranê û sîyaseta hukumeta Îranê di hindava eşîretan da.- Nivîsên derheqa pirsgirêkên miletîyê-dagîrkarîyê da. 1936, hejmar 34, rûpel 194.

[3] AVPRF, fonda Beşa Rohilata Nêzîk, 1921-1925, çenteya 6a, defter 106, belge 442. Farizistan, naveroka çapemenîyê ya meha çileya paşin sala 1925an.

[4] Serhildana eşîretan. – BPSV. 1931, hejmar 10-11, rûpel 143.

[5] Derheqa emelên Selar di dema buhurî da; binhêre: Lazarêv M. S. Pirsa kurdan (1891-1917), rûpel 170, 183, 184, 188, 252-254, 271, 294, 319, 350.

[6] Serhildana eşîretan, rûpel 155; Longrigg St. H. Iraq, 1900 to 1950, rûpel 159.

[7] OM. 1926, hejmar 9.

[8] Serhildana eşîretan, rûpel 155; Longrigg St. H. Iraq, 1900 to 1950, rûpel 159.

[9] Jîgalîna O. Î. Tevgera kurdan li Îranê, rûpel 59-60. Binhêre herwiha: Arfa H. Under Five Shahs. London-Edinburgh, 1964, rûpel 203; NEI. Hejmar 796, 19.08.1926, rûpel 177; hejmar 801, 23.09.1926, rûpel 328.

[10] Serhildana eşîretan, rûpel 158-159.

[11] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 223, belge 104-105, hejmar 502. Nivîsarnasîya baylozê Brîtanîyayê li Tehranê ji bo Wezîreta karên der, 10.10.1926, kopîya.

[12] Dîsa li wir, belge 108-109, hejmar 235. Têlêgrama qasidê Brîtanîyayê li Tehranê ya ser navê Wezîreta karên der.

[13] Dîsa li wir, dexle 221, belge 162-163, 173-174. Şnadinnameya konsûlê Brîtanîyayê li Tewrêzê ya 07.05. û 05.081925; dexle 150, belge 175. Înspêktorê admînîstratîv li Erbîlê ji bo şêwirmendê Wezîreta karên hundur li Bexdayê 16.11.1926; AVPRF, fonda Beşa Rohilata Nêzîk. Rêfêrêntûra derheqa Farizistanê da, beşa 4a, çente hejmar 1, defter 105, belge 538.

[14] Binhêre: Jîgalîna O.Î. Tevgera kurdan ya miletîyê li Îranê, rûpel 46-50; Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsa kurdan, rûpel 221-222. Derheqa rewşa êtno-dêmografîyê ya eşîretên kurdên Xorasanê (di nîveka salên 20î da jimara wan 220 hezar bû, ku dikire yek ji 8 parên tevaya jimara binecîyên herêmê), binhêre: AVPRF, fonda Beşa Rohilata Nêzîk. Rêfêrêntûra derheqa Farizistanê da, para 4a, defter 105. Jîyana hundurîn ya Farizistanê di salên 1920-1926an da, belge 369, para 7a, çente hejmara 1ê, defter 106, belge 237, 242.

[15] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 221, belge 108, hejmar 529. Têlêgrama karmendê leşkerî yê Brîtanîyayê (li Meşhedê) ji bo serekê barêgeha sereke (li Simlayê) ya 13.03.1925.

[16] Alêksêênkov P. Serhildana Turkmenan-kurdan. Çapa 2an, Taşkend, 1935, rûpel 3, 29-32, 38-46, 53-57, 63-71, 75, 77-83; Bêrêzkîn V. Li besta Gurgenê. Nivîsa derheqa serhildana turkmenan-kurdan di salên 1924-1926an da. M.-Taş., 1931, rûpel 23; Rûsînov D. Î. Turkmen û kurdên Farizistana bakur-rohilatê (nivîseke erdnîgarî û civakî-aborî). – Bêrêzkîn V. Li besta Gurgenê, rûpel 146-150; Ataêv X. Tevgera turkmenan ya azadîyê li Îranê (1917-1925). Aşx., 1970, rûpel 69-85; Jîgalîna O. Î. Xantîyên kurdan yên Xorasanê di dema Qecerên dawî da. M., 2002, rûpel 184-214.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev