Henek jî bi kurdî xweş in

Henek jî bi kurdî xweş in

Yasemîn Elban

GA Û GOLIK

Rojekê sê mêvan diçin dibin mêvanê yekî timakar. Kebaniya malê radibe ji bo wan xwarin dipêje. Piştê hinek sohbet û muhbetan sifre tê erdê. Hersê rûdinên li ser sifrê û dest bi xwarina xwarinê dikin. Çend kevçî li xwarinê didin. Xwediyê malê dêna xwe didê ku mêvan pir birçîne û dê ew zêde xwarin bixwin.

Xwe bi xwe dibêje: ”Bi Xwedê ez hîlabaziyek nekim, dê ev hersê efud tu tişt ji me re nehêlin. Ez ê li ser sifreyê rabim, belkî ew jî şerm bikin êdî nexwin. ”Piştê du – sê kevçiyan weke ku têr xwaribe xwe li ser sifreyê dide alî. Ji mêvanan yek hay ji kiryarên wî dimîne, lê vedigere û dibêje:

-Ji bo çi tu wisan zû ser sifreyê rabûyî?

Mazûban dibêje:

-Kuro min hingê xwar ez bûme ga!

Mêvan dibêje:

-Kuro em hîna nebûne golik, tu çi zû bûyî ga!

 

HESO

Heso şivânê gund bû. Pismamekî wî dimire û jina wî dimîne jinebî. Heso mirovekî odlar bû ji ber vê yekê dizanîbû ku di misilmantiyê de ku jinek bimîne jinebî, guneh e û eger ku mêrekî bi wê jinê re bizewice xêr e. Çend roj difikire bi dû re biyar dide û li ba melayê gund dibêje:

-Mela ez dixwazim xêrekê bikim.

Mela dibêje:

-De bêje ka tu yê xêrekê çawa bikî?

Heso dibêje:

-Ez dixwezim Wesê ya ku ev çend sal e maye jinebî li serê xwe mehr bikim.

Mela dibêje:

-Xêra tu bîkî ev e?

Heso dibêje:

-Erê Mela, ma ne baş e?

Mela dibêje:

-Xwelî li serê te be, ma xêr maye bi doxîna min û te ve ye?

 

MELA Û KURIK

Melayê gund û jineke gundî dilê xwe li hev xera dikin. Kurê jinikê jî bi vê yekê dihese û pir zora wî diçe. Rojekê diçe meseleyê ji bavê xwe re dibêje, bavê wî dibêje:

-Sebîr bike kurê min, sebir bike Xwedê mezin e!

Roj weha derbaz dibin diçin, her çiqas mele tê li ba diya wî rih ji bedena wî diçe û dibeze diçe ji bavê xwe re dibêje, lê bavê wî dîsa heman gotinan dike û dibêje:

-Sebîr bike kurê min, sebir bike, dê Xwedê belaya wî bide!

Rojekê dîsa mela diçe li ba dayika wî û pê re diçe li ser mînareyê ku bang bide, kurik xarê xwe tev dibe li ser pêlekanên mînareyê direşîne û li dimîne li hêviya mela. Mela banga xwe diqedîne û dike ku bê jêr, gava lingê xwe diavêje ser pêlekenê lingê wî dikeve ser xarê dengeya xwe winda dike, heta jêr tere dibe tê û di cî de dimire. Gundî tev têne ser, dibe axe axa wan heyfa xwe bi mela tînin. Bavê kurikê tê li ber guhê kurê xwe bi dengekî nizm dibêje:

-Kurê min, min ji te re negot; sebir bike, dê Xwedê bela wî bideyê.

Kurik li bavê xwe vedigere û dibêje:

-Bavo, wele min bihîşta hêviya Xwedê, mela wê hêj pir bikuta diya min…

 

GILGIL

Di nexweşxaneya dînan de nexweşekî ku xwe wekê libek gilgil dihesibîne û ji tirsan dernakeve derve, ji wî weye ku gava derkeve devê derî, dê mirîşkek bê û wî bixwe. Ji bo vê qasê li nexweşxana dînan razaye ku tedavî be. Di ser hatina wî demsalek derbaz dibe. Rojekê dixtor tê li ba wî û dibêje:

-Tu çawa yî?

Nexweş dibêje:

-Ez baş im.

Dixtor dibêje:

-Tu kî yî?

Nexweş dibêje:

-Ez Heso me dixtor beg.

Dixtor dibêje:

-Nexwe tu êdî qenc bûyî, êdî em dikarin te ji nexweşxanyê derêxin. Vaye êdî tu dizanî ku tu ne li ba gilgilê yî, tu Heso yî,?

Nexweş dibêje:

-Rast e dixtor beg, ez êdî dizanim ku ez ne li ba gilgilê me, ez Heso me, lê ka gelomirîşk jî dizane ku ez ne li ba gilgilê me?

 

KÊR

Rojekê mêrikek diçe malekê dibe mêvan. Kebaniya malê tasekê tijî şorbaya nîskan dike û datîne li ber. Mêrik dêna xwe didê ku kebanî ji bîr kevçî daneniye li ser sifreyê. Mêrik li jinikê vedigere û dibêje:

-Xwîşkê ka ji kerema xwe ji min re kêrekê bîne.

Jinik li sifreyê dinêre û li mêrikê dinêre ku tiştekî bi kêrê bibire nabîne. Li mêrik vedigerîne û dibêje:

-Xêr e bira tu yê çi bi kêrê bikî?

Mêrik dibêje:

-Ez ê pê guhê xwe jê bikim, bikim kevçî û pê şorbe vexwim.

 

GAYÊ BELEK

Bûka malê çend sal bû di mal de bû, ji ber adet û edebê hê jî kifletên malê, ji xeynê dişa wê û mêrê wê kesek dengê wê nebihîstibû. Bûka malê rojekê diçe tewlê mîza xwe dike, bayek li ber difitile, ji dengê tira wê Gayê Belek vediciniqe. Gava bûk dibîne ku ga ji ber dengê tira wê veciniqî, pir ber xwe dikeve û mereq dike. Wisan mereq dike, ku ji xwarin û vexwarinê tê birîn. Roj bi roj wekê mumê dihele û jar dibe. Rengê wê zer û zerpiçî dibe. Xwesî û xezûrê wê dikevine heyra wê. Li hev dişêwirin, lê kesek ji derd û xema bûkê nizane. Rojekê xezûrê wê ji xwesiya wê re dibêje:

-Jinik bûka me roj bi roj dihele. Divê em bizanin ka derd û kûlên wê çi ne, ku em jê re çareyek bibînin.

Xwesî dibêje:

-Mêrik, min çend caran jê pirsî, lê wê ji min re negot!

Xezûr dibêje:

-Ji keçika me re bêje bila ew biçe jê bipirse, ew denga hev de ne, dibe ku ji wê re bibêje.

Ji keça xwe re dibêjin keçik diçe bûkê dibe cihekê xalî û jê dipirse. Bûk li dişa xwe vedigere û dibêje:

-Ez çi ji te xef bikim, çi ji Xwedê, çend roj berê gava ku ez çûme li ser destavê, bayek li ber min pekiya û dengê wê çû guhê Gayê Belek. hemû xema min ev e!

Keçik dibeze diçe ji dê û bavê xwe re meseleyê dibêje. Xezûr dibêje:

-Heyfa bûka me ye ku ewqas mereqan dike, hema emê Gayê belek ser jê bikin bila bûka me ji vî derdî xelas bibe.

Gayê şerjê dikin, gelek goşt bi destê wan dikeve. Vêcarê Xwesî dibêje:

-Madem ev qas goştê me çêbû, em gazî gundiyan bikin û mewlidek bidin, bila gundiyên me jî bixwin xêr e.

Dotira rojê hemû gundiyan hay dikin û mewlîdeke gur datinên. Gava mela dest xwendina dike li xezûr vedigere û dibêje:

-We vê mewludê ji bo çi daniye?

Xezûr li mela vedigere û bi dengekî nizim sebaba şerjêkirina Gayê Belek dibêje. Mela li cematê vedigere û dibêje:

-Gelî gundî û cînaro, bila haya we pê hebe, ji xizm û eqrebeyên xwe yên li derveyê gund re jî bibêjin bila ji kesên derve re nebe, ku xweyê malê ji bo ku dengê tira bûka wê çûye guhê gayê, ga şerjê kiriye û sedema wê jî mewlîd daye. Xwedê xêra wan qebûl bike.

Gundî giş bi hev re dibêjin:

– Amîîînnn….

 

DÎN Û BIJÎŞK

Bijîşkek ji dînekî dipirse û dibê:

-Ger ku ez guhekê te bibrim, ê çi be?

-Dê canê min pir biêşe.

-Ger ku ez herdu guhên te jê bikim ê çi bibe.

-Ez ê êdî qetnebînim.

-Çima? Çi eleqeya guh bi dîtinê heye?

-Çawa çima, gava ku tu her du guhên min jî jê bikî, dê ez berçevka xwe çawa bidim ber çavên xwe?

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev