GENCÎNEYÊN ZENGARÎ

GENCÎNEYÊN ZENGARÎ

Emre MÛHARGÎNÎ

Çîrok bîr û hişê milletan in. Awê ku tê zanîn di hemû netew û nijadan de em leqayê vê yekê tên. Ango em dikarin bibêjin ku çîrok-çîvanok, çîrrçîrrok, metelok – gerdûnî ne. Hema em dikarin bibêjin di hemû neteweyan de em dibînin ku bûyerên girîng- çi ên dîrokî, çi ên dînî, çi ên aborî, çi ên evînî û çi jî ên gernasî û fêrisî – ên ku qewimîne ji aliyê nifşên kevn ve ji nifşên nû re wekî çîrok hatine vegotin û bi vî awayê jî ev bûyerên ha nehatine ji bîr kirin û bi sedan sala di hiş û mêjiyê gelan de hebûna xwe parastine. Vêca dema ku em li nav me kurda jî dinêrin em dibînin ku çîrok di nav civaka kurdî de cihekî pir girîng girtine. Her çiqas ku min bi xwe nedîtibe jî pêşiyên me qal dikin ku berê şevbihêrkên çîroka hatine li dar xistin. Hetanî dibêjin hinek çîrokbêj hebûne ku bê navber dikaribûne rojekê, du roj li ser hev bêyî rawestin çîrok û metelokên ji hev cuda vebêjin. Lê dema ku em li roja me dinêrin, em dibînin ku êdî ne ew şevbihêrk mane, ne ew çîrokbêj hene û ne jî ew guhdarvanên berê hene. Vêca ji ber vî bi hezaran çîrok û metelok û pêkenok di nav civaka kurdî de hatine ji bîr kirinê. Belê her çiqas ku pirî ji wan hatibin nivîsandinê jî lê mixabin qismekî mezin jî yan hatine ji bîr kirin û wenda bûne yan jî li benda nivîsandinê ne. Di nav vê mehê de min sê çîrok (metelok) bihîst ku ez hê li ti derê leqayê wan nehatime. Min ji van çîroka yekê ji karkerekî, ên din jî ji du extiyaran bihîst. Dibe ku ev her sê metelokên ha hatibin nivîsandinê jî, lê ez li ti derê û di ti pirtûkek de leqayê wan nehatime. Ji ber vê jî min vê yekê wekî barê li pişta xwe hesiband û min xwest ez van her sê meteloka diyariya wêjeya kurdî û pêşkêşî xwendevanên hêja bikim.

Meteloka yekemîn:

Mirovekî oldar hebûye ku ti ferzeka nimêjê le nediçû. Tevekî rêzik û qaîdeyê misilmantiyê dianîte cîh. Her meha remezanê fewt nedikir û tevekî rojiya xwe digirte. Heçî hê wî malê diziyê nexwaribû û ti malê zikatê jî di stûyê wî de nemabû. Rojek ji rojan melekî tê û dibe cîranê vî camêrê. Piştî hevnasîn û xweşbêjê êdî mele jî di nav civata wan de cîh digire. Hêdî hêdî mele dest bi weaza kiribû û êdî em dikarin bibêjin ku di her civatê de mele li serê civatê rûdinişt û dest bi weaza dikir. Mele her di weazê xwe de wiha digote: “Ger ku hun wiha nekin hun naçine cinnetê. Ger ku hun vî tiştê bikin hunê herine cehnimê. Ger ku hun rojiya xwe bixwun hunê li dinya ya din bi sotikê agir rojiya xwe vekin û her hunê bi wan bifitirin. Ger ku hun nimêj nekin hunê li ser sêla sor nizanim çend rikeet nimêj bikin …” mele her digote û digote. Êdî di dawiya dawiyê de ew mirovê me ê oldar diqehire û bi çemika stû yê mele digire û wî diavêje devre û ji mele re dibêje: “Ez careke dinê te li vê civatê nebînim nexwe ez dizanim ezê çi bînim serê te. Va min ji te re got.” Ew kesên ku di civatê de hazir bûn berê xwe didine wî mirovê oldar û wiha jê re dibêjin: “Wey malnexerabo! Ma tu çawa mele ji civatê diqewirînî? Ma te aqil avêtiye? Tu şerm û fedî jî nakî? Mele ku rûspiyeke û alimeke vêca tu çi yî ku tu berî wî didî?” Ew mirovê oldar ku berî mele dabû wiha wan dibersivîne: “Heyla mala we! Qey çavê we kor e ku hun nabînin îş û karê mele fesadiya di navbera me û Xwedê de ye? Pêşiya ku ew hê nehatibû vê ti tiştekî di navbera me û Xwedê de tune bû. Lê niha wisa ye? Her ku ew hatiye vêder û pê ve her roja ha Xwedê gefa li me dixwe.”

Meteloka duyemîn:

Tê gotinê ku di zemanê berê de mirovekî xerzî qeraxa çem cot kiriye û xetika çêkiriye û celeb celeb zebze tê de danîtiye. Fringî, îsot, balîcan, dolmik, kundir, bamye, sîr, pîvaz, tivir, gizêr û hema çi bê bîra we tê de danîtiye. Ew şitilên ku danîtibû hineka jê cubira koka wan kurisandibû û hinên ji wan jî belayê li wan xistibû û hişk bibûn. Ew mirovê ha di şûna wan kemên ku hişk bûne de ji nû ve hevo hevo ên şîn danîtiye û av daye. Roj dane pey rojan û hefte dane pey hefteya êdî kemên wî ketine hebika. Ew mirovê xerzî her bi wî baxçeyê ve bû ye û tehdeyeke pir mezin pê re dîtiye. Dora baxçeyê xwe bi sinc û dirriya girtiye da ku ajal neyên û nekevin baxçeyê wî û edem nekin û ji bo zarok neyên diziya wî nekin. Baxçe yê xwe eşêf kiriye çi karûş û frêz û pirpar û şêlmask û lavlavok û tolik hebûye paqij kiriye. Ro erê na ev daye…

Rojekê ev mirovê me ê xerzî serê sibê zû ji xewa xwe hişyar dibe û hinek çeqilmast çêdike û nanê xwe hûr dikê û bi kevçiya dikeve serê. Piştî ku taştê ya xwe dike hinek titûna hişk berî qelûna xwe dide û qelûna xwe vêdixe û çend hilmên keys li ser hev lêdixe. Paşê radike şewqe ya xwe dide serê xwe û tevr û bêrê diavêje ser milê xwe û dikeve rê û berê xwe dide baxçeyê xwe. Dema ku digihîje baxçe bavo birayo çi bibîne. Bişev li wî aliyê çiya wisa baranek bariya ye ku lehiyeke pir mezin rabûye. Bi wan avên newal û mesîlan –ku tevekî ketine ser ava wî çemî- av a çem wisa rabûye ku ti tiştekî nikaribûye xwe li berê rabigire. Li şûna baxçe yê xwe nihartiye ji xeynî kevir û ritam û kok û pejelên dara pêştir ti tiştekî nedîtiye. Wisa qehiriye ku hindikî maye dû ji serê wî bikişe. Bi wê hêrsê raste rast berê xwe daye ba mele. Çûye dîtiye ku mele li mizgeftê ye. Bêyî ku silav bide mele bi hêrs wiha jê re gotiye; “Mele ez hatime qedar a baxçeyê xwe. Divê ku ez heqê vê ziyana xwe bigirim.” Mele di şûna xwe de mat maye û bi awayekî behitî wiha gotiye; “Kuro malavayo! Ka hêrsa xwe bixwe, behna xwe fireh bike. Çika tu were rûnê pêşî. Emê…” Lê hê mele peyva xwe nebiriye serî mirovê xerzî gotina wî biriye û bi hêrs wiha gotiye; “Mele ev deng nayê te? Ez ji te re dibêjim ez hatime qedar a baxçeyê xwe tu ji min re dibêjî ka tu were rûnê. Dem ne dema rûniştinê ye. Divê ku em herin nav baxçe da ku em kifş bikin çiqas ziyana min çêbûye. Piştî ku me diyar kir ziyana min çi çêbûye divê Xwedê di berdêla ziyana min de heqê min bide min.” Mele diponije û deng jê dernayê. Bîskek şûn de mele dest bi axaftinê dike û wiha dibêje; “Heyla malnemirato! Tobe bike tu diçî kufrê. Ma tu dibihîsî ku tu çi dibêjî? Tu hatiyî qedara baxçe yê xwe li Xwedê diki? Weleh wê Xwedê li te bixe û wê herdû çavê te derxe û birêje ku tu yê feleka xwe şaş bikî.” Lê ew mirovê xerzî pir irnok bû ye. Mele kiriye û nekiriye ew ji kêrta xwe daneketiye. Mele neçar maye û pê re çûye li baxçe yê wî nihartiye. Piştî ku vegeriyane malê mele jê re gotiye; “Beriya ku em biryarek bigirin divê ez bi Xwedê re jî bişêwirim da ku ez dikaribim biryareke di cîh de bigirim.” Mêrikê xerzî jî vê pêşniyara mele pejirandiye û her yekê ji wan ber bi mala xwe ve çûye.

Mele hatiye malê û kûr kûr li ser vî tiştê fikiriye ka ew dikare li hember vê rewşa xerîb çi bike. Divê çi biryar bigire da ku ew biryar ji bo herkesî ev a herî çê be. Hatiye bîra wî ku wê di demeke nêzik de meha remezanê dest pê bike. Mele di serê xwe de dekek çêdike û dibêje, “Ez hêvî dikim ku wê ew mirovê me yê xerzî pê bixape.” Roja dinê mele raste rast berê xwe dide mala mirovê xerzî û jê re dibêje; “Me biryarek girt ku ez hêvî dikim ew ê bi dilê te be.” Mirovê xerzî pir kêf dike û dibêje; “Ka kerem bike mele were rûnê. Xêr e înşellah we çi biryar girt?” Mele dibêje; “Weleh em li ser rewşa te û baxçeyê te fikirîn. Xuya ye ku tu pir pê re mijûl bibûyî û te mîna çavê xwe lê nihartibû. Ji ber vî jî diviyabû ku me biryarek di cîh de bistenda. Vayê tu jî dizanî ku meha remezanê nêzik dibe. Ez bi Xwedê re şêwirîm û bi destûra wî jî ger ku tu bipejirînî di dêla baxçeyê xwe de tu ne mesûl î ku di meha remezanê de rojî bigirî. Ka tu çi dibêjî ji vî tiştê re? Te got erê an na?” Dema ku mêrikê xerzî vê pêşniyara mele dibihîse ji kêfan çavê wî bel dibin û dibişire. Pêra pêra dibêje; “Meleyê xweşdivî û peyvhingivî xwedê ji te xweş be. Ma ji vê biryarê xweştir biryar hene? Min pejirand û çû jî?”

Meteloka sêyemîn:

Şêxekî hebûye ku hejmara murîdên wî nedihate zanîn. Em dikarin bibêjin ku li her deverê murîdekî/a wî hebûye. Rojekê ji rojan rûspiyên gundekî –ku çend murîdên şêx jî niştecîhên wî gundê bûn- têne ba şêx û wî vedixweynin gundê xwe. Şêx dawet a wan dipejirîne û bi çend murîd û sofîkên xwe re diçe wî gundê. Dema ku şêx digihîje gund dibîne ku ji nîvî bêhtirê gundiyan hatine pêşwaziya wî. Ev yeka ha pir kêfa şêx anîtiye. Şêx di dilê xwe de wiha gotiye; “Ev rewşa ha pir baş e lê divê ez tiştekî bikim da ku van gundiya hin zêdetir ber bi xwe va bikişînim.” Şêx berê xwe dide mizgefta gund. Mizgeft ji wan kesên ku dixwazin weazên şêx guhdar bikin tijî bûye. Deng ji cimeetê dernediket teveka bi baldarî li şêx mêze dikir. Êdî wê şêx dest bi weaza bikirana. Lê şêx ji nişka ve ji cihê xwe hildiperike û gopalê xwe dihejîne û wiha dibêje; “Kut kut e. Seh ê necis ê heram û pîs.” Piştre li şûna xwe rûdinê û bîskek bêdeng dimîne. Yekî ji wan xweşekên dora wî jê dipirse û dibêje; “Ez xulam ew çi bû? Me ti wateyek neda vê tevgera te.” Şêx berê xwe dide cimeetê û pirsa wî wiha dibersivîne; “Gava dinê kûçikek pîs ê helheliya hate Kâbe ya Şerîf û piyê xwe yê paşiyê bilind kir ku tam wê pê de mîz bikirana min berî dayê wî ji Kâbe ya Şerîf dûr xist.” Piştî vê gotina şêx ew kesên di cimeetê de bi yek dengî dibêjin “Subhenallah!” û ji her serîyek dengekî dertê. Yekî gotiye; “Ez bi qurbana şêxê xwe bibim. Hun kerametên wî dibînin?” Yekî din gotiye; “Maşallah ji şêxê min re. Ez bibime xulamê te tu çiqasî zatekî mezin î.” Yekî din gotiye; “Wey ez li bin piyê te ramûsim. Şêxê min tu çi çiqas dostê xweda yî.” Yekîdin jî gotiye; “Hun dibînin nûr ji rûyê şêxê min dibare. Wey ez bibime xwelî ya li bin piyê te.” Û her yekî tiştekî gotiye û ketine cezbê. Piştî weazên şêx û nimêjê, şêx li pêş cimeet jî li dû wî berê xwe dane qada gund da ku li wê firavînê bixwin. Di belavkirina xwarinê de tiştekî tê bîra ciwanekî mizawir. Firavîna wan sihanek mezin birince û li serê jî goştê biraştî heye. Para heryekî sihaneke. Wî ciwanê mizawir pêşî goşt xistiye sihana şêx û pistre jî birinc danîtiye ser goşt û bi birinc hemû goşt nixumandiye û sihanê biriye danîtiye ber şêx. Şêx li sihana xwe nihartiye û li evên der û dora xwe nihsrtiye û mehde û mirûzê xwe tirş kiriye û xwe xeyidandiye û ji wî ciwanê re wiha gotiye; “Wey bêfehm ê kor! Ma meriv wiha qedr û qîmet nîşanê şêxê xwe dide? Diviya bû ku te ji van kesa bêhtir qedr û qîmet ji bo min bigirta û diviya bû ku te xwarina herî baş û bol û xweş ji min re bianîtana. Lê ez dinêrim ku sihana herkesî tijî goşt lê di sihana min de ji birinc pêştir ti tiştekî tune ye. Ma ev çi bêaqiliye ha?” Ew gêncê mizawir di ber xwe de keniyaye û ji şêx re wiha gotiye; “Şêx ê min ê gewre! Ma te ji vêdera kûçikê ku dixwaze bi Kâbe ya Şerîf de mîz bike dît û te berî wî da. Vêca çawa tu goştê bin birincê xwe nabînî? Ma qey ti kerametên te ji bo vî tiştê tune ne?”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev