Gelo Efrîn dibe bedêla Îdlîbê?

Gelo Efrîn dibe bedêla Îdlîbê?

Mehmed Salih Bedirxan

Rûdawên nû yên siyasî û leşkerî nîşaneyên qonaxeke nû ne li Sûriyê. Şerê navxweyî yê ji sala 2011an ve li Sûriyê berdewam dikir, wisa xwiyaye wê êdî bi şêwazeke din berdewam bike û bibe cihê rikeberiya dewletên zilhêz ê cihanê.

Heger em destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê bibîr bînin; aktorên herêmî yên weke Qeter, Erebîstana Siûdî, Îmarat û Tirkiye hem li ser erdê û hem jî di qada dîplomasiya navneteweyî de hewla jinavbirina rejima Beşar Esad dan û bi wê mebestê piştevaniya DAIŞ, El Nûsra, Artêşa Azad, Ahrarûş Şam kirin. Li aliyê din Rûsya û Îranê jî piştevaniya rejima Beşar Esad kirin û nehiştin rejima Beşar Esad bifeşkile û birûxe. Em dikarin aşkere bêjin rejima Beşar Esad di 16ê Kanûna 2016an serkeftin li dijî dijberan ragihand. Bi alîkariya Îran, Rûsya û Hizbûllahê hêzên rejima Esad bajarê Helebê yê ji sala 2012an ve di destê gurubên dijber de bû ji destê wan derxist.

Gurubên tûndrew ê sûnnemezheb El Nûsra, Ehrarûş Şam, Artêşa Azad li bajarokên weke Îdlîb, Azez û Cerablûsê asê man, peywendiya wan bes bi Tirkiyê re ma û bi operasyona Tirkiya ya Mertala Firatê re Tirkiye DAIŞ ji dorûbera Îdlîb, Cerablûs, El Babê derxist û ew herêm da destê wan guruban. Herwiha nehişt Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Menbîç berê xwe bidin Efrîn û Babê, korîdorekê di navbera bajarên kurdan de vekin.

Bêdengiya Şam – Moskow û Tehranê

Ligor zanyariyan û amadekariyên Artêşa Tirkiyê yên li dorûbera Efrînê em dikarin bêjin di demeke nêzîk de Artêşa Tirkiyê wê ligel komên tûndrew operasyonekê li dijî HSDê li bajarê Efrînê pêk bîne. Serokwezîrê Tirkiyê destpêka operasyonê ragihandiye û topxaneyên Tirkiyê çeperên HSDê li Efrînê dikin armanc.

Pêwîst e em bêjin, bêdengiya Şam – Moskow û Tehranê ya bo amadekariyên operasyona Efrînê serinrakêş e. Di nezera me de armanca sereke ya Moskow – Şam û Tehranê ew e ku Tirkiye ligel komên çekdar Efrînê ji destê HSDê derxe û bide destê wan komên tûndrew ê mezhebî. Herwiha wan ji Îdlîbê û Azezê bo Efrînê veguhêze. Hebûna hêzên sûnnemezheb li Îdlîb û Azezê metirsiyeke mezine bo kozik û barêgehên Rûsyayê û rejimê. Gurûbên tûndrew beriya bi hefteyekê bi firokeyên bêmirov êrîşî binkeyên Rûsyayê yên li Hîmêmîm û Tartûsê kirin. Beramber êrîşên ser binkeyan rejimê berê hêzên xwe da Îdlîbê û gelek gund ji destê komên çekdar stendin.

Li aliyê din tê dîtîn ku Moskow – Şam û Tehran ji pêwendiyên HSDê yên ligel Amerîka aciz in û nîgeran in. Herwiha dixwazin peyamekê aresteyî HSDê bikin. Wisa xwiya ye Efrînê dikin bedêla Îdlîbe.

Stratejiya Amerîka û HSDê

Beramber plana Moskow -Tehran Enqere û Şamê stratejiya HSDê û Amerîka çi ye? Heta niha nayê zanîn bê ka Amerîka dê beramber êrîşeke li ser HSDê li Efrînê helwêsteke çawa nîşan bide. Lêbelê berpirsên amerîkî di 14ê vê mehê de aşkere kirin ew dê berdewam bin li ser piştevaniya HSDê û dê HSDê weke artêşeke nîzamî perwerde bikin. Guman nîne operasyona Tirkiyê wê peywendiyê Tirkiyê û Amerîkayê aloztir bikin û Tirkiyê bi yekcarî ji Amerîka û hêzên NATOyê dûr bixe. Ligel ewqas guvaş û nerazîbûnan Amerîkayê di operasyona Reqqayê de piştevaniya HSDê kir. Serkeftina çekdaran û Artêşa Tirkiyê li Efrînê metirsiyê li ser baregehên NATOyê yên li Girêspî û Kobanî jî çêdike. Tê zanîn 1 li Girêspî û Kobanî jî 2 baregehên NATOyê hene. Dûr nîne hêzên NATO û Amerîka dijî Tirkiyê rawestin.

Ligor zanyariyên me ji çalakvanên siyasî û rojnemgarên li Efrînê wergirtinê bêyî operasyonên asmanî bi operasyonên bejayî hêzên çekdar û Artêşa Tirkiyê nikarin ligel HSDê bipêşkevin û wan ji Efrînê derxin. Rakirina firokeyên şer li nava sînorên asmanî yên Sûriyê jî metirsiyeke zêde ye û Tirkiye zû bi zû nikare gaveke wisa metirsîdar biavêje. Medya Tirkiyê aşkere dike ku Artêşa Tirkiyê ji wan komên çekdar bi navê Ceyş – el Wetenî gûrûbek ava kiriye û wê ew hêzên serekî bin di operasyonê de. Tê texmînkirin 10 hezar çekdarên wê gûrûbê hene. Heta niha nayê zanîn wê çend hezar çekdarên Tirkiyê beşdariyê di operasyonê de bikin.

Çavkaniyên HSDê û Efrînê aşkere dikin 25 hezar şervanên HSDê û 5 hezar şervanên Ceyş- el Siwar li Efrînê amade ne şerê Artêşa Tirkiyê û Ceyş – el Wetenî bikin. Mirov nikare ji niha de tiştekî derbarê şer de bêje, lêbelê heger şer li Efrînê giran bibe dê aramî û aştî li nava Tirkiyê jî nemîne. Pêla xwepêşandan û nerazîbûna kurdan a di sala 2014an bo Kobanî wê piştî 4 salan bo Efrînê jî pêk were û destê hikûmeta Tirkiyê lawaz bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev