Welatparêzekî dema xwe

Welatparêzekî dema xwe

Guhdarên hêja wek her rojên pênşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û berhemên Tosinê Reşîd bikin, ku gelek bi helbest, serpêhatî, gotarên zanyarî ser dînê êzdîyan deng daye, xwedî çend pirtûkên delal e..

Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Têmûrê Xelîl derheqa Tosinê Reşîd da

Ronakbîrê kurdên Sovyeta berê Tosinê Reşîd wek matematîk ketiye Unîversîteyê, lê piştî du salan meslekê xwe guhartîye, bûye fîzîk, pey du salan re ew jî guhertîye û di alîyê kîmîyayê de bûye doktor, bi wê ra tevayî, helbest, çîrok û pîes nivîsîne, çend pirtûkên kurdî weşandine, wek „Kilamê rê“, ”Zozan“, „Nîvro“, „Şeva bêxew“, pîêsa Siabend û Xecê“, pirtûkeke zanyarî ser dînê êzdîyan û yên din. Weke 200 gotarên wî bi navê „Ênsîklopêdîya Kurdî“ bi radyoya Rewanê hatine weşandinê.

Tosin yek ji wan kurdên Sovyeta berê bû, ku xizmetkirina ji bo miletê xwe ser her tiştî ra didît. Ew di salên 60î û 70î da gelek salan serokatî li Komela xwendkarên kurd li Ermenîstanê kirîye. Ez xwe serbilind dibînim, ku min bi wî ra çend salan wek endamekî komelê kar kir.

Tosinê Reşîd sala 1941ê li gundê Kûrekendê (niha navê gund Fêrîk e), li Ermenîstanê ji diya xwe bûye. Ew sala 1993an derkete dervayî welêt û heta niha jî li Australîayê, di bajarê Melbournê da bi xanima xwe, doktora sazbendîyê Nûra Cewarî ra û bi keça xwe ya bi navê Aza dijî. Keçeke wê jî Zozan, li Bêlçîkayê dimîne û li ser sazbendîya kurdî gelek karên hêja dike.

Belê, welatparêzî di nav xwîna wî da ye. Û di wî karî da rola zaneyên kurd yên bi nav û deng jî gelek e. Tosin birayê helbestvanê navdar Rizalîyê Reşîd e, birazîyê Qanatê Kurdo û zavayê Hecîyê Cindî ye.

Tosin di hêla efrandarîyê da zêde wek helbestvan tê naskirinê. Lê serpêhatîyên wî ji helbestan ne kêmtir in. Eger hûn vê serpêhatîya wî ya bi navê „Şeva bêxew“ bixûnin, hûnê di van gotinên min da bêne bawerkirinê.

Li jêr berhemeke wî bixûnin: 


Şeva bêxew

Wî texmîn nekir trên çawa ji cîh livîya. Ber pencera vagonê re berê hêdî-hêdî, paşê jî çiqas çû zû bi zû merivên cûre-cûre derbaz dibûn. Ji wana hinek digirîyan, hinek dikenîyan, hinekan bi dilgermî xatir ji hev dixwestin û pir caran di bin perda kenê wan da melûlî veşartî bû.

Gava trênê îdî bayê xwe girt û di ber pencerê ra malên perê bajêr, yên yekqatî, duqatî derbaz dibûn, wî texmîn kir, wekî li ber çavên wî dêmê jineke navsere ma. Dema ew jinik di ber pencerê ra derbaz dibû, beşera hinartî, ku ser lêvên wê bû, beta vebû û destê ji bo xatirxwestinê bilind bûbû, tanga çavên wê rîya xwe guhast û destmal ber bi çavan birin.

Bêyî hemdê wî pirsek di mejûyê wî da nik bû: “Gelo ew hêstirên dê bûn, yan yên jina hizkirî”. Ser vê pirsê jî nişkêva kete bîra wî, wekî zûtirekê rojbûyîna dayka wî ye, şêst û pênc salên wê temam dibin. Bêguman dayîka wî jî nolî bi hezaran merivên heyamê xwe, ne roj û ne jî sala bûyîna xwe zanibû. Piştî hatina qeydê sovêtê hinekan bi alîkarîya doxtira, hinekan bi bîranîna bûyarên kivş, salên bûyîna xwe dane nivîsarê. Lê roja bûyînê ne kesî zanibû, ne jî bi kêrî kesî dihat.

Roja bûyîna dayika wî wa hat kivşkirin; gava ew li dibistanê koma pêncemîn bû, çîrokek di derheqa wê yekê da xwend, çawan kurikekî wek wî roja bûyîna dayika xwe ji wê ra kulîlkên çiya tîne. Paşê kurik bi bavê xwe ra tevayî malê didine hev, xwarinê çê dikin û piştî xwarinê ew derdana dişo. Bi gilîkî hertiştî dike ku dilê dayika xwe wê rojê şa bike. Çîrok pir bi wî xweş hat.

Wî pir ji dayika xwe hiz dikir û xwest roja bûyîna dayika xwe tiştekî usan bike, wekî gelekî bi wê xweş bê, wekî gişk bizanibin ew çiqasî ji dayika xwe hiz dike.

Lê roj nizanibû. Gava ji dayika xwe pirsî, dê kenîya, serê wî hemêzkir, paç kir û bi dilovanî gotê:

-Sibê na dusibe roja bûyîna min e.

Wê êvarê di nav nivînan da ew gelekî fikirî, ji dayika xwe re çi bike diyarî, lê usan jî li ser tu tiştî ranewestîya û bi xew ra çû. Roja din, piştî ji dibistanê vegere, hahanga çentê xwe avîte ser masê, bi lez ji mal derket û berê xwe da çiyayê fêza gund. Li berpala çîyê wî sergerek dîtibû. Vê demsalê, destpêka payîzê, gava li her dera hêşnayî zer û hişk bûbû, li wê sergerê, di nav keviran da kulîlkên sipî nava wan zer şîn dibûn.

Wî par ew serger dîtibû. Rojekê çûbû ber qora, ji nişkê va bi ser wê sergerê vebûbû.

Kurikê gundî, wekî çawan dibêjin bi dinya ronik ra tevayî kulîlkên çiya dîtibûn, dîsan jî li van kulîlkan ecêv ma. Payîzê û di nav van kevirên reş da, kulîlkên weha xweşik.

Lema jî gava gihîşte sergerê û çav kulîlkan ket, wî tirê ew kulîlkên çolê hevalên wî ne, wî gelekî bîra wan kirîye û niha hatîye dîtina wan. Bîstekî ew nav wan da digerîya û bi wan şa dibû.

Û demeke dirêj destê wî nediçûyê destekî mezin, ku berê da qirar kiribû biçine. Lê paşê fikirî, eger di pirtûkan da dinivîsin, wekî kurik ji bo dayika xwe diçine û dê jî ji bo wan pir şa dibe, usan e ew jî dikare biçine.

Wî destek kulîlkên lape mezin jibartin, çinîn û berê xwe da mal.

Jina gundî, wekî cara yekemîn di jîyana xwe da kulîlk dîyarî didanê, pir şa bû.

Gava bav pê hesiya, wekî kurê wî rojbûyîna dayika xwe dike, wî jî mirîşkek serjê kir, şerab hate ser sivrê û ew roj bû roja bûyîna diya wî.

 

X X X

Wî cigare kêm dikişand, lema jî li bal xwe xweyî nedikir. Pakêteke wî li mal bû, yek jî li cîyê kar. Gava dilê wî dixwest, derdixist dikişand. Roja lape pir sê, çar cigare dikişandin. Lê niha kirê cigarê hatinê û li bal wî jî cigare tunebûn. Li dor xwe nihêrî, li sivdera vagonê jî kesî ku cigare bikişanda tune bû.

Şev êdî nîvî bûbû. Nav bêdengîya şevê da tenê dengê tekên vagonê bi yekteherî dihatin. Wî di pencera vagonê ra li derva dinihêrî, lê qey bêjî tişt nedidît. Pêla mitala dîsan hat û her tişt nixamt. Tenê lempê bi stûnan va dardakirî carina perê pirtûka bîranînên wî weldigerandin.

Hat bîra wî bavê çawan cara pêşin ew anî bajêr. Bavê ku rev û bez dîtibûn, peneberî û xelayî dîtibûn, pê ra negîhand bixwîne. Wî di jîyana xwe gişkî da karê giran kiribûn û nedixwest kur nolî wî nexwendî bimîne. Wî dixwest kurê wî bixwîne, çawan bi xwe caran digot “bibe merî”.

“Heta bavê te heye tu tu şayîşa nakşîne, ji xwe ra bixwîne. Heta ji destê min û dayika te bê, em nahêlin tu kêmayiya tu tiştî bikişînî. Tu tenê xwendina xwe bike. Te jî silametî xwendina xwe temam kir, ketî ser kar, hingê êdî tu ê alî me bikî, tu ê xûşk û birayê xwe yên biçûk firê bixî. Hingê êdî çavên me wê li te be”.

Salên xwendinê rast e wî çawan dixwest nikaribû usan bijî, lê dîsan jî çiqas ser bavê da biçûya, destvala venedigerîya.

Carina di mal da dirav tune bû, dê dikete nav malan deyn dikir.

De bi teherekî xwendina xwe temam kir, di bajêr da kar dît, zewicî, bû xwedîyê mal û avayî.

Dewrêş, birê wî yê biçûk, sala yekemîn nikaribû bikeve înstîtûtê. Dê û bav, bi Dewrêş ra tevayî hatine mala wî û ser sivra şîvê gotinê, wekî baş dibe Dewrêş di mala wî da bimîne, wekî guhê wî ser be, baş guh bide xwendina xwe. Ew hingê hinekî fikirî û got:

-Ê, çi bû, bira bimîne.

Jinê hingê dengê xwe ne kir û dilê dê nav erêbûna wî da na fem kir. Dewrêş roja din bi dê û bavê ra da ser rê û hew êdî ser xwendinê da hat.

“Ne axir ez hingê di kirê da dimam û xaniyê min jî tenê çavîk bû. Ez jî hingê teze zewicî bûm”. Wî xwest lêborînê ji xwe ra bibîne. Lê bi xwe jî di gotinên xwe da giranî nedît. “Di gundan da carina deh nefer di çavîkê da dimînin”. Mala wan jî demekê heyşt nefer di çavîkê da diman. Wî texmîn kir, wekî nolî bavê xwe difikire. Gava pirs dihate ser dijwariyên jîyanê, bav timê jîyana xwe ya zelûlî, rev û bez dianî bîra wan. Tê bêjî eger wan jîyana xwe nav dijwariyan da derbaz kirîye, êdî kes gerek behsa jîyana baş neke.

Ew kêm diçû gund, salê carekê, du caran, lê her car ji neferê malê gişkan ra dîyarî dibirin. Kincên dê û bavên xwe timê wî dikirîn. Ji gund jî bi barekî giran vedigerîya. Rûn, penêr, savar, goşt, çi hebûya, para wî di nav da bû. Zimêrê zivistanê bawar bikî gişk ji gund dianî.

Ji bona şayiya Dewrêş wî ji berê da dused rûbil amade kiribûn. Berî şayiyê xwest bide bavê, lê dê nehişt: “Hemîn anîye, bira di nav xelkê da bide, çira bibe şavaşa di tariyê da”. Lê roja xwendî bela dibûn û ew jî gerek vegeriya ser karê xwe, bavê ew dirav lê vegerandin û gotê:

-Han hilde, tu hertiştî dikirî: -Wî xwest hilnede, lê bav li ser gotina xwe bû.

-Hilde kurê min, navê te heye, rûmeta te heye, şikir ji Xwedê çûyîn-hatina mala te pir e, bira di nav hevalan da şermî nebî. –Hela ser da du sandoq goşt, araq û şerab, êmîş pê ra danîn. Niha êdî çar zarê Dewrêş hene.

Saet êdî ji sisîyan derbaz bûbû, gava hêdîka derê kûpê vekir, çû hundur û xwest bikeve cî. Pîrejina cînara wî, ya kûpê hê jî ranezabû:

-Kurê min, sibê tê xêr pê ra, were razê. –Wî di nav dengê wê da dilovanîya dê texmîn kir û teherekî kela wî rabû. “Axir seva çi van salên dawiyê usan dereng diçe gund. Ne dê û bavê wî êdî mezin in, lingekî wan li vir e, yek li gorê ye, wekî niha bi kêrî wan neyê, ser wan da neçe, girêkê ji situyê wan veneke, êdî kîngê wê here. Him jî dê û bav, neferê malê bîra wî dikin. Car heye ewqas dereng diçe, wekî zarên xûşk û birên xwe êdî nas nake”.

Hema bi kincan va ser nivînan pal da û xwest derheqa tu tiştî da nefikire, wekî bi xew ra here. Kî zane, dibe roja pêşîya wî rojeke giran be. Lê dîsan jî xewa wî nehat.

Wî ji xêra wê sibê bawer nedikir. Bavê wî, wekî temamîya jîyana xwe da bawer bikî ji xwe gazin nîn bû, berî du mehan nexweş ket, di serdilka xwe da êşek texmîn kir. Dewrêş ew anî bajêr. Birin ser profêsorekî bi nav û deng. Rast e, profêsor jê ra çend derman kivş kirin, lê mil ber ra ne bir û bav ber bi başîyê neçû. Derman ji Moskvayê jî anîn. Wan dermana hinekî êşa wî sivik kirin, lê qencbûn tune bû û bi xwestina bavê, berî du hefteyan Dewrêş ew bire gund.

 

X X X

Çiqas biçûya gund, Dewrêş bi ereba xwe pêşîyê da dihat. Vê carê wî çavên xwe gerandin, lê Dewrêş nedît. “Dibe êdî bavê min…” kela girî ji sîngê wî hilkişîya û gewrîya wî xitimand.

Ew usa peşmorde rawestîyayî li dor xwe dinihêrî, gava xortekî ji gundê wan nêzîkî wî bû, silav dayê û gotê:

-Avto li wê jêrê ye,- û bi xwe ber bi avtoyê çû. Xort êdî tu tişt negot, serê xwe kire ber xwe, li avtoyê siwar bû û ajot.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û berhemeke Tosinê Reşîd kirin, ku gelek bi helbest, serpêhatî, gotarên zanyarî ser dînê êzdîyan deng daye, xwedî çend pirtûkên delal e…

Berpirsyara radyoya Riataza Bêlla Stûrkî bername bi sazbendîyê xemilandîye.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev