Bajarên Kurdistana Rohilatê: Serdeşt

Bajarên Kurdistana Rohilatê: Serdeşt

Yaqûb Kurmanc

Serdeşt bajarekî Kurdan e ku dikeve başûrê rojavayê parêzgeha Ûrmiyeyê (li Kurdistana Rohilatê) û herwiha li gel Başûrê Kurdistanê jî hevsînor e.
Li gor amarên fermî gelheya vî bajarî 125.000 kes e.
Xelkê Serdeştê misilman in û Şafîî mezheb û bi zimanê kurdî yê Soranî diaxivin.
Serdeşt ketiye berpala Çiyayê Girde Sorê û çiyayên Qendîlê jî di bakurê rojavayê vî bajarî cih girtiye.
Serdeşt ji aliyê bakur ve bi bajarê Pîranşarê re, ji rojhilat bi Mehabad û Bokan û ji başûrê rojhilat jî bi bajarê Baneyê re cîran e.

Herêma Serdeştê herêmeke çiyayî û xwedî daristan û av û hewayeke xweş û dilxwaz e.
Serdeşt xwedanê sê bazarçeyên sînorî di devera Alanê de ye bi navên Qasimreş, Kîle û Bijewe.
Xelkê wê ji rêya van derbasgehan karê bazirganiyê dikin.

Di 28ê hezîrana sala 1987an de bajarê Serdeştê ji aliyê rijêma Seddem ve hate kîmyabarankirin ku di vê êrîşa kîmyayî de zêdetirî sed kesan şehîd û bi hezaran kes jî jehrî bûn.

 

Jêderka navê Serdeştê
Hin dîrokzan li ser wê baweriyê ne ku navê Serdeştê Kurdî ye û ji navê pêxemberê serdema Medan yanî Zerdeşt hatiye girtin û piştî êrîşkirina Ereban li ser Kurdistanê hatiye guhertin û bûye Serdeşt.
Ev nêrîn belkî durist be jiber ku hin dîrokzan dibêjin parêzgeha Ûrmiyeyê warê jidayîkbûna pêxemberê Zerdeşt e.
Herwiha dibe ku navê wê ji du peyvên Ser û Deşt pêkhatiye ku ew deşt heya Rûbarê Zapê dirêjahiya wê heye.

 

Cihên dîrokî û geştiyariyê yên Serdeştê
Germava Bêstûn
Ev germav di hundirê bajêr de bi destûra siyasetmedarê kurd Ezîz Xanê Mukrî di serdema Qacaran de hatiye çêkirin.

 

Pireya Qelatasiyan
Li ser rûbarê biçûkî Zapê hatiye çêkirin û li gor zanyariyên dîrokî ev pira bi destê Şêx Mewlana yek ji mirîdên Şêx Yûsifedînê Burhan çêbûye û bi pireya Mewlana jî navdar e.

 

Sûlava Şelmaşê
Ev sûlav 8km dûrî bajêr e.
Warên ger û seyranê:

Geliyê Zemzîranê
Sûlava Rezge
Devera Alan
Sûlava Çiko
Seyrangeha Xidirava

Diyarî û tiştên bi navûdeng yên Serdeştê: tiriyê reş, hingiv, hejîr, gêz ango gûz, simaq û kelûpelên biyanî ku tirîyê Serdeştê navdarîyeke wê cîhanî heye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev