”MİLETÊ ÊZİDΔ Lİ ERMENİSTANÊ ÇÊ BÛ

”MİLETÊ ÊZİDΔ Lİ ERMENİSTANÊ ÇÊ BÛ

Aslîka Qadir: rojhilatzan, hunermend

Tu guman tune, wekî dînê êzdya ji dînê Isa û Mihemmed gelek kevintir e, ji ber ku 6 qurn berî Isa Zerdeşt behsa êzdîtîyê dike. Bi dîtina professor Nîkoxayos Marr kurd, berî ku îslamê qebûl bikin, gişt êzdî bûne, ango bawarîya xwe bi Xwedê (ça yê lapî mezin), Rojê û Hîvê anîne.

 

Kurdên êzdî berî şerê 1914-an li Musilê û li gundên der û dora wê û li Îranê jîyane. Ji ber sebebê dîn, bi qurna ji alîyê miletên cînar va hatine zêrandinê, lê di şerê 1914-da ev miletê aştîxaz û xebathiz rastî zulm û kuştina wehşî hat. Beşek ji wan, taybetî êzdiyên bakurê Kurdistanê, di salên 1896-1915-an da xwe li çemê Erez xistine û xwe avîtine bin perê Împêratorya Rûsîyayê. Dema Ermenistan bi xêra rûsan wek komareke Yekîtîya Sovêtê hat ragihandin, êzdî jî bûn civakeke azad di çarçoveya Yekîtîyê da û Ermenistan jî xwe ra kirin malek û tev birayên xwe, yên hemqeder (ermeniyan) dest bi jîyaneke nû kirin…

 

Bi saya serê qanunên Sovêtê û bi hevkarîya hukumeta Ermenistanê nifşeke nû, ya ronakbîrên kurd pêşda hat, û merî dikare bêje, carek din agirê rênêsansa Erdelanê û Hekarîyê li Ermenistanê daket. Dergehên îdareyên xwandinê hatin vekirın bo her kesî, mecalên baş çê bûn bo giştan – mektebên kurdî vebûn, kitêb bo mekteban hatin çapkirin… Piştî çend salan te nikaribû kurdekî nexwandî di gundan da bidîta. Dû ra kadroyên baş pêşda hatin, kurd hatin hilbijartin çawa parlamênter, bûn doktor, endezyar, mamoste, nivîskar û şaîr, dîroknas…

 

Ji bo pêşketina miletê kurd keda zimanzan û dilsozê kurd, professor, bavê zargotina kurdî Heciyê Cindî bêhempa ye. Cara ewlin ew bû, ku alfebeya bo mektebên kurdî bi herfên kîrîlî amade kir.

Nivîskarê ermenî Levon Mesrop Heciyê Cindî wek X. Abovyanê ermenîyan (hîmdarê zimanê ermenkî, yê aşxarhabar) bi nav dike.

 

Li gor îstatîstîka sala 1934-a li Ermenistanê 14-e îdareyên xwandinê bi zimanê kurdî hebûn. Têxnîkûmeke orte bi 7 dersxana va û yeke bi xwandina bilind va karê xwe dikirin. Hîmê têatroya kurdî hate danîn, karê wergerê gelek pêşda çû û cara yekem zarokên kurd bi zimanê dayîkê nasîya xwe dane berhemên Maksîm Gorkî, Puşkîn, Lev Tolsyoy, Lêrmontov, Tumanyan….

 

Sala 1930-î rojnama ”Rya teze” der çû, rêdaktorê wê ewledê hêja, yê miletê kurd Cerdoyê Genco bû (ew hema ser karê xwe jî çû ser dilovanyna xwe). Hinek dereng radyoya kurdî dest bi weşanan kir û bêjerên pêşîyê H. Cindî û hevsera wî Zeyneva Îvo bûn. Dû ra radîo gelek berfıreh bû û reqema xebatkarên wê gihîşt 10-13 karmendan û dengê wê di her çar alîyên Kurdistanê belav bû. Ewê di jîyana miletê me, yê bindest da roleke gelek girîng lîst, çi di warê hunerî, ziman û çandî da, usa jî di warê sîyasî da.

 

Jîyana me ha bêxem berdewam kir, heta Yekîtya Sovêtê hilneweşîya bû. Dû ra her tişt ser û bin bû. Hêzên nu derketin holê, wek THE (Tevgera Hevmiletîya Ermenîya) propoganda dijî komunîstan û Ruîyayê kirin û mesela Qerebaxê rakirin holê. Kirin gazî û qîrîn ”Ermenistana Serbixwe”, ”Qerebax ya me ye” (Qerebax herêmeke otonom e nava axa Azerbecanê da, lê nifusa wê ermenî ne), ”Ermenistan bo ermenîyan”. Serkêşê tevgerê ermenîkî bi esilê xwe ji Surîyê bû, ku 1946-an bi malbatê va cîguhastî Ermenistanê bibû û bi kîjanî ra me li zanîngeha dewletê da 5 sal bi hev ra xwandîye û para rojhilatzanîyê tamam kirîye. Lêvon Têr- Pêtrosyan şovên bû û dijminê kurda yê qaneqanê bû.

 

Li Yerêvanê fabrîqe, dezgehên xwandinê karên xwe rawestandin, bo ku bên mîtîngan û bikin qare-qar. Îdareyên, ku xwe paş digirtin, Lêvon merîyên xwe dişand cem wan, gef li wan dixwarin û mecbûrî hatinê dikirin. Yên dijî wan derdiketin serê wan dixwarin. Ewî soz dida hemfikirên xwe, ku alîkar bin û gava hukum bikeve destê wî , ewê wezîfên baş bistînin. Ewî usa jî kir… întelîgênsîya ermenîya ji tirsa xwe veşart û çiqas xere-xure hebûn, wek kaê rabûn ser avê. Bêpar neman, wa gotî, ”êzdî”. Têr-Pêtrosyan soz da wan, ku ewê wan ji netewa kurd cuda îlan bike, bo çi jî piştgirîya wan pêwîst e…

 

Îdêolojya panturkîzme bûye û heye dînê Turkyeyê, ya dewletê. Şovînîzma bê sînor ”ulmdarên” wan ajotîye ser wê yekê, ku tiştine derew bikine dîrokê, wek, xwedêgiravî, kurd turkên serê çiya ne û kê ev tişt înkar bikira, dibê, ku ew himber Xwedê derketa (çevkanî- Mêrîp rêport, sibat 1984).

 

Eynî tişt li Ermenistanê çê bû, di destpêka qurna 21-da, li welatê ermenîyan da miletekî bi navê ”êzdî”, ça zarokek, hate dunyayê û navika wê jî Lêvon Têr-Pêtrosyan bi xwe birî. Dû ra, bi resmî, ser hîmê dewletê ”êzdî” îlan kirin çawa miletekî ne kurd.

 

Baştir dibû, ku hukumeta Ermenistanê serê xwe bi tiştine ciddî va bêşanda, rêk bidîta, ku miletê xwe ji vê belengazîyê û desttengîyê derxista, ku carek din miletê wan bo nanê zik ”darê xerîbyê ” negirta destê xwe.

 

Lêvon di mîtîngan da ”çiyayên zêrîn” soz dida milet û digot: -Em ser her miletî ra ne, dunya bi me va destpê kirîye. Pewîstîya me bi Rusîyayê nîne, bijî Ermenistana azad û serbixwe!

 

Pisîkolojya tirkan û ermenîyan eynî ye, tirk jî divêjin ”Ew kes serbilind e, yê ku bêje ez tirk im”.

 

Em dîsa vegerin ser karê Lêvon… lêvonîya ajotin ser girtîgehan û çiqas diz û kujer hebûn azad berdan û ew kirin hevkarê xwe. Evana ketin kabînêta serokê şêwra dîwana bilind, ya Ermenistanê Hrant Voskanyan, ew dane ber pihînan û avîtin derva. Dû ra balafirgeh, têlêvîzîyon û radîo hildan destê xwe. Her neyse, anarşîyek çê kirin, merî wek mêşa dihatin kuştin û kesî nizanibû çira.

Li Azerbecanê gava dîtin ermenî dewa Qerebaxê dikin, bûn gurê har û ketin nava ermenîyên nav xwe… Malên wan talan kirin, şewitandin, jin û qîzên wan şuhurandin. Lê kê pêra gîhand revîn û xwe avîtin Rusîyayê.

 

Eynî wê demê jî, eynî tişt ermenîyan anî serê azêrîyên nav xwe. Gava îdî azêrîk nema, ermenî îjar hatin dora kurdên musilman, ew bi tehdîdan mecbûrî derketinê kirin: -Eger hûn dernekevin emê axirîya azêrîya bînin serê we. 25 000 kurd derxistin û mal û milkê wan xwe helal kirin.

 

Dû ra wegeryan ser kurdên êzdî…

 

Inîsîatîva Têr- Pêtrosyan, hevkar û xulamên wî, yên wek Garnîk Asatiryan, Arşak Poladyan, Grîgor Avagyan, Yêxya Naçaryan û çend kurdên êzdî, yên nezan, wek Ezîzê Emer, Hesen Hesenyan dutîretî di nava parçekî kurda da çandin, ew kirin du parça û êzdî çawa miletekî cuda derxistin holê. Ezîzê Emer bêy hilbijartin bû serokê miletê êzdîyan û dest bi dijminatîya întêlîgênsîya me kir. Ev jî bû destpêka têrorê li Ermenistanê himber gelê kurd. Di temamîya dîroka miletan da civak bi ronakbîrên xwe va dimeşe, lê li vir berovajî bû. Di nava vê tevlihevbûnê da çend ronakbîrên me hatin kuştin, yek ji wan Sihîdê Îbo zanyar, doktor, professorê nexweşîyên zarokan. Sêrî da buxdan lê kirin, ku xwedêgiravî, ew derzîyan li zarokên ermenîya dixe, ku ziret wan ra çê nebe. Ermenî har bûn û kurda ra didan xevera. Wê demê komunîst sist bibûn, lê hê neketibûn. Wana dît, ku şerekî giran wê derkeve holê Sihîdê Îbo derxistin têlêvîzîonê û paşê milet fehm kir, ku ev hemu tişt endamê THE ber xwe derxistine. Gelek nekişand Sihîdê Îbo di kabînêta wî da gulle berdan sêrî û kuştin. Ev bêehleqîya ermenyên nijatperest ji sînorê xwe îdî derketibû. Kurd û êzdî hev ketin û çend kes birîndar bûn, wek Çerkezê Reş, Karlênê Çaçan. Me dît, ku ev rewş nikare zêde ha berdewam be, me ”Şêwra ronekbîrên kurd” damezirand, ku em bikaribin bi resmî dijî wê bêqaûnîya THE derkevin. Di ”şêwrê” da professor Şekroyê Xudo (serok), Emerîkê Serdar (rêdaktorê Rya teze), prof. Şerefê Eşer, Wezîrê Eşo (nivîskar), Karlênê Çaçan (şaîr), Têmurê Xelîl (rojnemevan), Işxanê Eslan (rojhilatzan), Aslîka Qadir (mêtodîsta wezareta perwerdehê, rohilatzan), Tîtalê Efo (ji radîoya kurdî), Vanîkê Elîxan (dîrokzan), Tosinê Reşîd (nivîskar), Sêva Bayloz (mamoste), Ahmedê Gogê (rojnamevan) û gelekên din. Dêlêgasîonek ji me çû cem Têr-Pêtrosyan û gazinên xwe kir, ewî jî wa cava wan dabû: -Ez çi gunehkar im, ku têgihiştina we, ya miletîyê-netewatîye haqas nimiz e…..

 

Hew em pê hesyan radioya bi zimanê êzdikî vekirin, nuçeyên bi zimanê kurdî xilas dibûn, dû ra bernameya bi zimanê ”êzdikî” destpê dikir û dîsa zimanê kurdî dubare dibû. Bi vî awayî hukumeta Ermenistanê henekê xwe bi me dikir. Merî nizanibû bikene, an bigirî, ev tiştekî tragêdî û komêdî bû. lê tiştê, ku ça kurd divêjin, ”serê lodê girt” ew bû, ku xastin kitêbên bi zimanê êzdikî çap bikin. Û ji ber ku ez karmenda wezareta ronkayê bûm, ev bername sipartin min, ku ez ber çevan ra derbas bikm û erê bikim bo çapkirinê. Xudanê bernama dersên êzdikî Tahar Abasyan bû. Ew ne bername, lê belê, pêkanokî bû. Ji 46 rupelan 30 rupel bi mêxanîkî ji barnameya zimanê ermenkî, bo dersxaneyên seretayî û yên bilind, ji ber girtibû. Baş e, dizî, dîsa dizî, lê hema qet nebe, wextê ji ber digirt dikaribû, ne, bê şaşî binivîse? Min û Çerkezê Reş (ciyê wî buhişt be), ulmdar û pisporê ziman û edebyeta ermenkî û kurdî, lêktorê zanîngehê, me ”bernamê”-da heta 240 şaşiyên rastnivîsê, nuqteşanî, usa jî sazkirina hevokan, girt. Ji xêncî vê yekê, bernameya ziman û edebyeta kurdî ji bo dersxaneyên 2-a heta 8-a jî xwera hildabûn çawa hîm. Û ne tenê helbestvan û nivîskarên kurdên Yekîtîya Sovêtê, lê usa jî yên Kurdistanê xistibûn nava bernamê çawa êzdî.

 

Bersîva min bo Wezareta Ronekyê, waha bû.- ”Ji bo Komara nu, ya Ermenistanê ne maqûl e bi mêtodên bê qîmet û dêmagojîk problêmên miletên biçûk hel bike. Ya duyem, hevokekê nîşanî me bidin ka kîderê û çi çevkanîyên navnetewî da (nav wan da usa jî edebyeta dewlemend û kûr, ya îranî da), kîderê xeberên ”êzdikî” yan ”zimanê êzdikî”, ”edebyata êzdikî” bi kar hatibin”.

 

Konfêranseke kurda li Moskovayê sala 1991-92 hatibû lidarxistin û nunerên 4 parçên Kurdistanê jî têda cî girtibûn, wek Samî Evdilrehman, Kendal Nezan, ulmdarên me Şekroyê Xudo, Elî Evdilrehman, Ordîxanê Celîl, Zerê Yusupova û gelekên din. Di navberê da jineke musilman nêzîkî min bû û bi dilekî şikestî û bi çevên girî min ra got.- Belkî ermenîyên rasîst xêrê nevînin, me bi dehan salan wan ra kar kir û dawîyê da em hiştin bê mal û hal û em der bi der kirin. Aaaax, xwezila carekê, hema dûr va, min mala xwe bidîta û bira Xwedê ruhê min bistenda… Digırîya û xwîn ji dilê wê diçû. Paşê ez kişandim alîkî, destê min girt û bi dengekî nimiz gote min: -Mezinên me rast gotine: ”Hespê qule, seyê tule, mêrê file (ermenî), bawarîya xwe pê neynin.

 

Tê gotin ku eger dixwazî resim û êtîkêta miletekî nas bikî, pêwîst e pirsyara ji miletên biçûk, yên di nav vî miletî da dijîn, bikî… Di vê mijarê da mirovatî xwedî tecrûbeyên erênî û neyênî ye. Swêd, Norvêj, Fînland laponên, ku nifusa xwe bi deh hezaran e, kirine şirîkê welêt. Çek û slovakan derseke medenyetê dane mirovatîyê û bêy ku ji pozê mirovekî xwîn bê, ji hevdu cuda bûn. Li Yugoslavyayê Sêrbistan îmtîhanek gelek xirav da û li seranserê welêt kete nêçîra gelên, yên ku bi sedan salan bi hevdu ra dijîyan.

 

Kurdistan rumeta me ye, wek rêvebirîya miletekî, qedirê cînarê xwe ji yê xwe bilindtir digire. Hukumeta Kurdistanê riyê me paqij hişt û xwedî li hemu gel û olên li Kurdistanê derket.

 

Gava Têr-Pêtrosyan hate ser hukum, derxistina miletên biçuk ji Ermenistanê wek serkeftineke mezin nîşan da û got: -Me di wextekî kin da karekî usa kir, ku yên pêşîya me di 75 salan da nikaribûn bikirana… Me miletên ne ermen ji nav xwe derxistin, ku paşê dikaribûn bibûna bela serê me. Lê ew bîr dike, wekî ji 6 mîlîon ermenîya 3 mîlîon dervayî welêt in û her cî jî xwe wek xweyê malê hîs dikin.

 

Li welatên totalîtar wek Sûriye, Îran ji bo berjewendîyên xwe ermenî xulamtîya îstîxbaratê wan dikin û zirarê didin gelên cinar…

 

Aborîya Ermenistanê naha gelek xirab e, piranîya milet ancax rojên xwe diborîne. Mecbûr gelek jinên wan bo ”kar” diçin Turkîyê, mêrên wan diçin Rûsîyayê… Yekî ermenî carekê bi dilgiranî min ra got: -Ne xem e, ku em birçî ne, kula ser kulê ew e, ku eger berê jinên me bi zor dibirin, lê naha me bi destê xwe carek din jin û qîzên xwe dane destê mêrên misilman. Digot û Lêvon ra dida çêra.

Dema desthilatdarîya yekemîn serokkomarê Ermenistanê Lêvon Têr- Pêtrosyan bû belgeyeke reş bo dîroka Ermenistanê. Ewî gelek merî têror kir, di nava wanda usa jî heyşt parlamênterên ermenî. Idî sebra milet nemabû, serî hilda û Têr- Pêtrosyan, berî, ku dema wî temam be, ji text avîtin.

Hilbet merî gelek bi hûr gilî ser vê meselê dikare bisekine, lê ew jî bira bimîne carek din.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev