RASTIYA KURDÊN BELOÇISTANÊ -1

RASTIYA KURDÊN BELOÇISTANÊ -1

Ev nivîsa delal dide xuyakirin, ku malpera me di nava kurdên her çar perçayan, herwiha kurdên dervayî Kurdistanê da hevkarî-hevnasî-hevhezkirin-hevfêmkirin-hemahangî saz dike. Kurdekî ji beşê welatê me yê Bakur rêzenivîseke ji 5 beşan ji malpera me ra ser kurdên Bêloçistanê nivîsîye, xwendevanekî me ji beşê welatê me yê Rojavayê ew hemû xwendine, nirxandine û bawerîyên xwe raberî me dike, kurdên Sovyet berê jî, ku ev malper bi rê va dibin, vê gotarê bi 2 beşan va raberî we dike. Fermo, beşa wê a pêşin bixwînin. Beşa duduyan emê sibê raberî we bikin.

Ferîd Mîtanî

Di pelandina malperên Kurdî de ku yek ji wan malpera “Ria Taza” ye, zêdetir ji carekê çavên min li raveka “Kurdên Beloçistanê” diketin.

Di destpêkê de derfet çênebû ku bi yek carê xwe ji xwendina evê nivîsa balkêş û dilkêş re vala bikim.

Wisa dom kir hetanî ku vê nivîsê kişand xeleka 5’ê; paşê min her 5 xelek li pê hev xwendin.

Birêz Welat Agirî ku demeke baş li Islamabadê xwendiye, rêwîtiya xwe ya ber bi Eyaleta Beloçistana Pakistanê ve, bi rengekî spehî di nivîsên xwe de vedibêje.

Rêwîtiya Beloçistanê bi xwe jî, bi mebesta dîtina Kurdên li Beloçistanê ye.

Îcar tişta herî zêde bala min kişand ew bû ku Kurdên Beloçistanê ji beriya 700 salî li Rojavayê Kurdistanê bi cih bûn û ji 700 salî bi şûn de li gel Ebû Muslim El-Xurasanî yê Kurd, hatine Pakistanê û ji wê hingê ve li devera Bolanê bi cih in; ev agahiyên ku min li pê hev rêz kirin, ji gotinên mazûvanê Welêt, “Apê Şewket” in.

Di xeleka 6’ê de jî ew yek dixuye ku Kurdên Beloçistanê ji bajarê Helebê ne, û ji hoza Bermekiyan e.

Babeta rastiya dîrokê bi rengekî tekûz ne tê de, lê gotinên Apê Şewket ji sedî sed rast in.

Her kes dizane ku rûberekî fireh ji xaka Rojavayê Kurdistanê di dema îro de girêdayî herêma Helebê ye;  hin deverên ku girêdayî Helebê ne, ev in: Efrîn, Şera, Şêrawa û hwd…

Hebûna Kurdan li dorhêla Helebê, vedigere beriya zayînê û hetanî aniha şûnmayên Mîtaniyan li cih in.

Lê heçî Bermekî ne, ji sedsala 8’ê û bi şûn de, niştecihbûna wan a li deverê dest pê dike.

Eger mijara me li ser Bermekiyan be, divê em çend gotinan li ser dîroka Xîlafeta Ebasiyan jî rêz bikin.

Jixwe di pişt mirina pêxemberê ola Islamê Hz.Muhemed re, êdî xîlafeta islamî (Paşhatiyên Pêxember Muhemed) dest pê dibe.

Di demekê de ku Xîlafet di dest Umewiyan de bû, pê re-pê re li deverên Iraqa îro, Ebasiyan pîlanên xwe datanîn û hêza xwe xurt dikir, da ku Xîlafetê bi dest xwe ve bînin.

Li gorî ku tevahiya pirtûkên dîrokî dibêjin, di sala 748’ê Zayînî de, Ebasiyan serwerekî xwe yê leşkerî ku navê wî Ebî Muslim El-Xurasanî bû, hinart Xurasanê, da ku Xurasanê ji dest Umewiyan derxîne.

Jixwe gotineke piştrastkirî li ser netewe û eslê Ebî Muslim tune, ji ber ku wî bi xwe jî tu caran negotiye ez çi kes im û her digot: “Ez mirovekî Misilman im”.

Îcar dema ku Ebî Muslim digihe Xurasanê, hem ji bo têkşikandina desthilata Umewiyan li wir, hem jî ji bo belavkirina peyama misilmantiyê û tevlîkirina xelkê Xurasanê ji bo misilmamtiyê; dikeve nava tevgerê.

Belgeyên dîrokî yên misilmanan tekez dikin ku di sala 748’ê de Xurasan dikeve jêr serweriya Ebî Muslim û desthilata Umewî li wê derê têk diçe; bi vê yekê, devera Xurasanê dibe yekemîn devera kontrola Ebasiyan.

Heman belge didin zanîn ku kesên herî pêşîn tevlî Ebî Muslim bûne û destek danê, Bermekî bûn…

Gelo wê hingê Bermekiyan li Xurasanê çi dikir..?

Lêkolîner û dîrokzanê Kurd ê navdar “Ehmed Xelîl” di rêzelêkolînên xwe yên der barê wezîrên Bermekiyan de, dibêje ku di serdema Dewleta Mîdî de, tevahiya xaka Xurasanê parçeyek ji dewleta Mîdî bû.

Her wiha di lêkolînên xwe de nivîsiye ku li bajarê “Belex” (Bakurê Efxanistana îro) perestgeheke Zeredeştî bi navê Nûbihar hebû, li wê perestgehê, Kurdên Mîdî nobedarî û sadiniya ewê perestgehê dikir.

Li vir diyar dibe ku heçî Kurd in, ji beriya zayînê bi sedên salan li Xurasanê bi cih in.

Em vegerin Bermekiyan, ev çi kes in ?

Lêkolînerê Kurd Ehmed Xelîl dibêje ku Bermekî ne hozek e, ne jî êlek e.

Lê dibêje ku ev gotin lêkdayî ye û ji du hêmanan pêk tê:

1- Ber: Bi wateya li cem, li nik; an jî nobedar û pêwan e.

2- Mak: Kok û esil an jî mala pîroz e.

Aniha babet zelaltir bû, dêmek navê Bermekiyan ê rastîn “Bermak” e.

Bermak, her kesê ku pêwanî û nobedariya perestgehên Zerdeştî dikir, jê re Bermak dihat gotin.

Lê lêkolînerê me dibêje: Kesê ku bibûya Bermak, diviyabû ku ji malmezin û navdarên Mîdiyan bûya.

Dîrokzanê Kurd û zanyarê navdar ” Ibin Xelkan” bi xwe jî di berhemên xwe de nivîsiye ku ew Bermekî ye û tekezî li ser wê yekê kiriye ku Bermekî Kurdên kevnar in.

Em vegerin Bermekiyên Perestegeha Nûbiharê û tevlîbûna wan ji bo isalmê…

Birek ji dîrokzan û lêkolîneran dibêjin ku Bermekiyên Xurasanê di serdema Usmanê Kurê Efan de tevlî ola Islamî bûne.

Birekî din dibêje ku di serdema Ebî Muslim El-Xurasanî de tevlî islamê bûne.

Careke din û li gorî lêkolînên “Ehmed Xelîl” ku ewî gelek pirtûkên dîrokî yên Misilmanan ji xwe re kirine çavkanî; kesê bi destê Ebî Muslim girt û bû yek ji alîkarên wî yên herî nêzîk û xelkê Xurasanê hogirî Ebasiyan kir, “Xalidê kurê Bermek” bû.

Jixwe Xalidê kurê Bermek, wek Damezrênerê Malbata Bermekiyan tête nasîn.

Di wê hingê de (748 Z), Xalidê Bermek alîkarî û xizmetên pir mezin pêşkêşî Ebî Muslim û hêzên Ebasî dike û dibe yek ji rayedarên herî mezin ên Xurasanê, her wiha dibe yek ji damezrênerên Xîlafeta Ebasî.

Hûrgiliyên vê têkiliyê, gelekî dirêj in, lê dixwazim bibêjim ku di sala 750’yê de, şerekî gelekî mezin di navbera Ebasî û Umewiyan de li ser çemê Zapê rûdide ku paşê bi navê “Cenga Zapê” bi nav bû. Di wê cengê de, Bermekiyan li gel hêzên Ebasî  şerê Umewiyan dikir û ji encamên ewê cengê, Xîlafeta Umewî têk çû û li şûna wê, Ebasî li ser textê Xîlafetê rûniştin.

Di pişt vê cengê re û bi destpêbûna Xîlafeta Ebasî re, dîroka hatin û rûniştina Bermekiyan li deverên wekî her çar parçeyên Kurdistana îro, Sûrî, Iraq û Tirkiye…dest pê dibe.

Dikarim bibêjim, Bermekiyên Xurasanê di sala 750’yê de hatine deverê, anku ji beriya 1268 salan..!

Ji ber zanebûn û zîrekbûna wan a berbiçav, Bermekiyan cihên herî bilind di Dewleta Ebasî de girtin û belku di hin waran de gotina wan ji ya Xelîfeyê Ebasî bi xwe jî xurtir bû.

(dûmayîk sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev