SERXWEŞÎ

SERXWEŞÎ

Îro dayka rewşenbîr û welatparêzê hêja, doktorê bijîşkzanîyê, dersbêjê Zankoya Yêrêvanêye doxtirîyê, Rizganê Simo çû ber dilovanîya Xwedê.

Em – heval û hogirên Rizganê Simo serxweşîyê didine wî û malbeta wî, bona wefatbûna dayka wî ye hizkirî, Zeytûna Emo, ya ku di 80-salîya temenê xwe da li Ermenîstanê xatirê xwe ji vê dinya ronik xwest û çû ser heqîya xwe.

21-ê vê mehê meytê xanima kurmancî, Zeytûna Emo wê li gundê Aknalîçê (Qulîbega berê) di nava mexberê êzdîyan da bispêrine axê.

Bila cîhê wê buhuşta Nûranî be!

Bila Rizganê Simo, bira-pismamên wî sax bin, rikneta mala kalkê wî xweş be!

Em sêkinbûnê hevalê xwe ra dixwezin û bangîna xwe dikine mala Xwedê, ku werguhastin bikeve mal wî û xêrxwezên wî.

 

Tosinê Reşîd (Rûsya)
Eskerê Boyîk (Almanya)
Emerîkê Serdar (Ûkraîna)
Cemalê Huseyn (Rûsya)
Prîskê Mihoyî (Rûsya)
Têmûrê Xelîl (Swêd)
Aslîka Qadir (Almanya)
Rizganê Recevî (Rûsya)
Zûrbeyê Emir (Ermenîstan)
Sînotê Ebûzêt (Ûkraîna)
Torinê Torinî (Ermenîstan)
Ezîzê Gerdenzerî (Danmark)
Mirazê Cemal (Ermenîstan)

 

Ji navê redaksyona malpera Riataza

Desteya Rêvebir ya malpera Riataza serxweşîyê dide Rizganê Simo, hemû qewim û pismaman bona wefatbûna kulfeta ber dilê wan ezîz Zeytûna Emo. 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev