Ji nimûneyên zargotina me – 123

Ji nimûneyên zargotina me – 123

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 123an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

KOROXLÎ

Koroxlî wextekê çû rastî şivanekî hat, go: Bereket be, şivano!

Tiving jî situyê şivanda bû.

Go: -Şivano, ew çîye situyê teda?

Go: -Tivinge, tu nizanî?

-Ê, go, merîya dikuje?

Go: -Lê çawa.

Go: -Ezê heqê gîskekê bidim te, go, dest-pîyê gîskê girêde, bavêje çika dikuje.

Dest û pîyê gîskê girêda û danî. Şivîn çong da, avîtê, lêxist, gîsk kuşt. Barîn ji gişka hat.

Koroxlî wêderê go: -Mala min xirav be, mêranîya min çû. Koroxlî go: -Tiving bû îcat, mêranî ji ortê hilat. Şûrê xar qavêda zeng girt, mêranî ji ortê hilat.

Koroxlî wêderê mêranîya xwe danî, terkeselat dinê bû.

Koroxlî esilê xweda celalî bû, navê wî Ûrşan bû. Koroxlî mêranîya xwe ji tûlekî hilda bû. Koroxlî wextekê diçe gundekî, dinêre tûlekî çûçik dêlik ji seyê mezin stendîye. Koroxlî jî hat, mêranîya xwe hilda. Koroxlî got: Meriv dinyaê çawa bixaze, wê usa jî derbaz bike.

Got: Besoyê Bekir.

 

•••

Koroxlî wextekê li serê çîyê bû: qaçaxî dikir.

Rokê dûrebîn da ber çevê xwe, dûrva lênihêrrî bazirganek hat. Koroxlî bazirgan dît, bazirganbaşî jî dûrbîn da ber çevê xwe, Koroxlî dît.

Bazirgan vegerîya wêderê.

Koroxlî wêderê apincîyê xwe avît, heske qatix jî pey avît, go: “Bira bêje, teyr bû, firrî, zirça xwe jî avît”.

Bazirgan dîsa vegerîya ser rîya xwe.

Dûrbîn da ber çevê xwe, go: “Teyr bû, firrî, ew jî zîrça wî bû, ket”, Bazirganê te xwera arxayîn ajot, hat nêzîkayê Koroxlî.

Koroxlî jorda şiqitî ser bazirgan. Bazirgan îdî nikaribû xilas bûya. Bazirgan şêland. Eşîyayê wîya gelek bû, pirr bû. Koroxlî rima xwe kir gaz, pê parçe parvekir li xwe, hevalê xwe û rêwîyê belengaz.

Got: Basoyê Bekir.

 

QIRAT Û TORAT

Koroxlan diçe dive xulamê axê.

Axa divêje: -Kîjanê here hespê Koroxlî bîne, ezê qîza xwe bidimê.

Koroxlan divê: -Ezê herim bînim.

Koroxlan radibe tê ber bi mala Koroxlî, çend saleka ber destê Koroxlî dimîne, dike-nake Qirat nakeve mecela wî, Qirat bive. Qirat nave, Torat dive. Torat syar dive û Koroxlan diçe.

Elametî Koroxlî dikin: “Koroxlan Torat bir”. Koroxlî Qirat syar dibe, pey dikeve, nêzîkayê pêra dike.

Koroxlan dinêrre, Koroxlî nêzîkayî pêra kir. Koroxlan xwe davêje aşekî, aşî bi ser rê bûye. Ber derê aş peya dive. Koroxlan hespê ber dêrî dihêle, diçe hundurê aş. Zû-zûka kincê aşvan xwe dike, dertê dinêrre Koroxlî jî peya bû, ber dêrî.

Koroxlî tirê aşvane, serê hespê xwe da dêst, çû hundurê êş: çû Koroxlan bigerre.

Koroxlan li ber dêrî hespê wî syar bû, ajot çû, bir Qirat. Ma destê Koroxlîda Torat. Torat jî nikaribû Qiratra biçûya. Torat syar bû, gelekî pey ket, kir, nekir, negirt. Koroxlîyê te vegerya hat. Koroxlî go: “Wey, halê min çawa bû, min Qirat da Torat”. Koroxlîyê te hat şeherê xwe.

Merîyê şeherê wî gi Koroxlî kenyan, go:

-Te Qirat da Torat, te çend tûman serra da. Bazara te bimbarekbe.

Koroxlî keniyan, gelekî keniyan.

Jinê wî jî pê keniyan.

Koroxlî got: -Bê Qirat ez nikarim rokê teyamîş bidim.

Koroxlî îsmekî xwe xwend: bû dewrêş, terkeselatî dinê bû. Dilê xweda go: -Heta ez Qirat neynim, ez nayêm mal, go, wekî Qirat nînbe, mêranîya min tune”. Berê xwe da wî axayî, çû. Çû derket gundê wî axayî bi dewrêşî û bi belengazî gerîya ji xwera.

Hespê Koroxlî jî wêderê, cem axê nedihişt merî serda herin. Cav birin çûn wî axayîra, go: “Dewrêşek hatîye, kaxeza dike xwera”.

Axê go, merîyara go: -Herin pey dewrêş, bînin werin.

Merî çûn pey, anîn. Dewrêş anîn hatin.

Dewrêş hesp eminand xwe. Cav birin axêra, got: “Hesp, welleh avaş lir”. Dewrêş heftêkî hema usa hesp hînkir. Axê dayîneke rind dewrêşra kir.

Dewrêş rokê jêra go, go: -Axa, wekî tu îzinê bidî, ezê hespê te siyar bim îro.

Axê îzin da.

Dewrêş lê siyar bû, îsmek li ser pişta hespê xwe xwend: bû Koroxlî.

Cimaetê temam dî bû Koroxlî. Cav birin axêra, gotin, go: “Ew dewrêşê te anîbû, hespê te siyar bû, ew ne dewrêş bû, ew Koroxlî bû”.

Koroxlî ser pişta hespê sekinî bû: meydanek-dudu dane hespê.

Cimaetê jêra go, go:

-Hespê te çi hêjaye?

Koroxlî got: -Hespê min hêjaye 80 qîzî, hêjaye 80 gayî, hêjaye 80 hespî, hêjaye 80 gamêşî. Ajot û çû, go: -Kîjanê we mêre, pey min keve, go, min hesp bir çû.

Axa ordîa xwe hilda, pey ket. Koroxlî lê vegerîa, usa kir, yê sax ew bû, ku mala xwe nehat. Koroxlî ajot, çû mala xwe.

Şayî ket mala wîya: cimaeta wî lê top bû, şa bûn û kêf kirin eşqa Qirat.

Ew çûn mirazê xwe şa bûn, hûn jî mirazê xwe şa bin.

Kuta bû îdî.

Got: Besoyê Bekir.

 

POLÎ BEG

Padişê Romê go: -Kîjanê ki hespê Koroxlî ji minra anî, ezê qîza xwe bidimê.

Polî begê li wêderê dest li sîngê xwe xist, go: -Ezê bînim.

Padşa rabû, top, tekere, esker dayê. Polî begê da pêşîyê. Top û tekere berev kir, hat ser Koroxlî şerr. Hat Çardaxlî Çamlî Bêlê. Çadirê xwe lêxistin.

Koroxlî wextekê derket derva, ji otaxa xwe lê nihêrrî, hesabê steyr û peyra heye, hesavê çadira tune. Koroxlî rabû, xwe kire forma dewrêşa, hespê wî jî bû extekî, rabû, go: “Ezê herim, çika çi eskere hatîye, çi ordîye hatîye?”. Rabû çû nava ordîyê. Çû selam da Polî begê.

Polî begê selama wî vegirt, bir, çû ber çadirê peya kir: jêra hurmet kir.

Koroxlî forma dewrêşada bû, rûniştîbû dîwanê. Dewrêş jêra got: -Tu seva çi hatî?

Polî begê go: -Ez seva hespê Koroxlî hatime.

Eskerekî Polî begê wextekê bûbû xulamê Koroxlî. Gava hate çadirê, lê nihêrrî eva Koroxlîye, ne dewrêşe. Ewî eskerî Polî beg derxist ber dêrî, jêra go:

-Mala te avabe, eva bi xwe Koroxlîye, ne dewrêşe, go, ez nas dikim.

Polî begê te rabû, Koroxlîyê te dest û pîyê wî girêdan.

Ewî jêra go: -Ez dewrêşim, ez ne Koroxlîme.

Girt û bir.

Koroxlî îsmeke xwe xwendibû, bûbû dewrêş, hespê wî jî bûbû exte.

Ewî eskerê Polî begê go:

-Koroxlîye, go, ez nas dikim.

Polî begê dewrêş girt, da pêşîya xwe û bir. Gelekî çû, rêva da hişê xwe, go: “Ez diçim cem padişê, padişa minra gotîye: “Koroxlî bîne, min dewrêş anîye”.

Wêderê go: “Koroxlî nîne, dewrêşe”. Wêderê dewrêş aza kir.

Ew dewrêş kî bû? Ew dewrêş jî Koroxlî bû. Dewrêş hat, îsmekî xwe xwend, bû Koroxlî, hespê wî jî Qirat bû.

Koroxlî rabû li Polî begê vegeriya, usa kir, ewî eskerê Polî begêra kire şerr, yê sax ew bû, ku mala xwe nehat. Eskerê Polî begê gi qirr kir. Polî beg jî girte dîl. Polî beg girt, anî hat mala xwe. Polî begra got:

-Tu seva çi hatî, minra rast bêje, ezê te azakim.

Ewî jî go, go: -Padişê minra gotîye, ki wekî “kîjanî hespê Koroxlî minra bîne, ezê qîza xwe bidimê, pêşkêşkim, go, ez îdî çi ji te veşêrim, go, ez wêderê hatime, min dikujî jî, tu zanî, aza dikî jî, tu zanî.

Jina Koroxlî jêra go, go:

-Gere tu mirazê Polî begê bikî, wekî seva xwe hatîye.

Koroxlî Polî begêra go, go:

-Polî beg, tu seva kuştina min hatibûyî, min bikujî, hespê min jî bivî, go, ez niha te nakujim, ezê te azakim, mirazê te bikim.

Koroxlî Polî begêva rabûn, siyar bûn, berê xwe dan şeherê padişê, wekî qîza padişê bînin Polî begêra.

Polî begê bêbextî kir Koroxlîra, bir cem padişê, go:

-Min girtîye, dîl anîye.

Padişê Koroxlî girt avît zindanê.

Hespê Koroxlî nehişt kes serda here.

Padşa rabû qîza xwe da Polî begê. Qîza padişê dilê wê Polî begêda tunebû, go: “Çika ez herim cem Koroxlî, Koroxlî pirskim, çika hal-hewal çiye, ez zanim Polî beg nikare Koroxlî dîl bigire”.

Çû cem Koroxlî, pêra xeberda, go:

-Koroxlî, Polî begê tu dîl girtîyî?

Koroxlî jêra got, go: -Ez bêbextîyêda girtim.

Qîzik wêderê pê hisya. Erê welleh, Koroxlî bêbextîyê girtîye, anîye.

Wêderê Koroxlî û qîzikêva nasîya xwe dane hev. Qîzikê den bi den nanê Koroxlî dayê. Koroxlî ji zîndanê derxist. Koroxlî rojê forma dewrêşa, şevê jî diçû cem qîzikê.

Koroxlî dewrêş bû, carekê kûçêda diçû, Polî beg rast hat, go:

-Dewrêş baba, go, tu kaxeza nakî?

Go: -Ez dikim.

-Ê, go, hespê Koroxlî min anîye, hatîye, nahêle kes nêzîk bive.

Koroxlî bir çû. Jêra kaxez kir. Koroxlî çû cem hespê, hesp xayê xwe nas nake, nizane xayê wîye.

Mizgînî birin padişêra, go: “Welleh, go, dewrêş baba îro anîne, go, go, hesp îdî avaş kirye, merî diçin cem, alifê wî didinê”.

Koroxlî lêxist hat cem keçikê. Navê keçikê Perîşan xanim bû. Rokê, duda, sisya, çara usa kişand. Koroxlî diket forma dewrêşa, diçû cem hespê.

Rokê go: -Ezê îro lê siyarbim. Perîşan xanimêra go: -Tu hazirbe, ezê siyarbim, te hildim, bivim.

Koroxlî siyar bû, îsmekî xwe xwend, bû Koroxlî. Meydanek da xwe, çû-hat, go: -Ez hespê xwe nadim 80 qîzî, nadim 80 hespî, nadim 80 ga.

Şeher temam pê hesîya eva Koroxlîye, cav birin padişêra, go:

-Koroxlî hespê te siyar bû, wê bive.

Koroxlî Perîşan xanim avîte terkuya xwe, go: -Haydê.

Cav birin Polî begra, go:

-Koroxlî Perîşan xanim bir, hespê xwe jî bir.

Polî beg ordî hilda û pey ket.

Koroxlî çû ser rê sekinî. Koroxlî li ordîa Polî begê vegerîa, usa kir, yê sax ew bû, mala xwe nehatibû, temam qirr kir, Polî beg jî kuşt.

Perîşan xanim anî hat da hevalekî xwe. Du roja dewat kir.

Ew çûn mirazê xwe şa bûn, hûn jî herin mirazê xwe şa bin.

Kuta bû, çû.

Got: Besoyê Bekir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev