Kongreya 22an ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed

Kongreya 22an ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed

20ê çileya paşin sala 2018an li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê KNKS kongreya xwe a 21ê derbaz kir. Li jêr em protokola kongreyê raberî we dikin:

Protokola Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed ya 22an

Rojev

  1. Vekirina kongreyê
  2. Hilbijartina dîwanê
  3. Xwendina raporan
    • Rapora xebatê
    • Rapora aborî
  4. Minaqeşeyên li ser raporan
  5. Azadkirina KK ya ji berpirsîyarîyê
  6. Hilbijartina endamên KK
  7. Hilbijartina nûnerên Federasyonê
  8. Biryar û pêşnîyaz
  9. Dawî

 

&1- Ji alîyê Nezîr Akatê serokê KNKSyê ve hat tesbîtkirin ku piranîya endamên komeleyê amade bûn. Nezîr Akat li ser vî bingehî da zanîn ku li gor destûra KNKSyê, kongre dikare bihê vekirin û ji bo biryarwergirtinê desthilatdar e.

Beşdarên kongreyê ji bo pakrewanên kurd û Kurdistanê deqîqeyekê li ser pêyan rawestîyan.

Ji bo pêkînana dîwana kongreyê pêşnîyaz hatin kirin.

&2- Mistefa Aydogan û Xelîl Dihokî ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

&3- Pêşnîyaza KKyê ya di warê rojevê de li gel minaqeşeya endametîyê bi yekdengî hat qebûlkirin.

&4- Rapora xebatê ji alîyê Nezîr Akat ve hat xwendin.

&5- Rapora aborî ji alîyê Zinar Soran ve hat pêşkêşkirin.

&6-  Beşdarên Kongreyê li ser raporan dîtinên xwe raber kirin û bersivên pirs û rexnên wan ji alîyê endamên KK hatin dan.

&7– Endamên KKyê yên di Kongreya 21ê de hatibûn hilbijartin di warê xebata xwe ya heta Kongreya 22an de, bi yekdengî ji berpirsîyarîyê hatin azadkirin.

&8– Ji bo Komîteya Karger ev endam hatin hilbijartin:

Alî Kut, Têmûrê Xelîl, Zinar Soran, Hesenê Metê û Paşa Birodirêj.

&9- Kongreyê ji bo destnîşankirina endamên KKyê yên esîl û cîgir desthilat da her pênc (5) endamên KKyê da di civîna KKyê ya yekem de endamên cîgir û esîl dîyar bikin.

&10-  Di xala pêşnîyaz û biryaran de çend pêşnîyaz hatin kirin:

 

Komîteya nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed di nav xwe de kar û bar parve kir. Ev kes di rêvebirîya Komeleyê da hatine hilbijartin:

Serokê Komeleyê: M. Alî Kut 

Sêkrêtarê Komeleyê: Têmûrê Xelîl

Berpirsiyarê aborî: Zinar Soran

Paşa Birodirêj û Hesenê Metê: endamên komîtêya karger.

 

Ji redaksyona malpera Riataza:

Ji bo malpera Riataza serbilindî ye, ku berpirsyarê me Têmûrê Xelîl careke din hate hilbijartin wek sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev